Ciwanên Kurd Li nav sûrên dîrokî yên Diyarbekirê hunerên ciyewaz dihûnînin

Li nav Sûrên Diyarbkirê ciwanên Kurd, karên hunerî yên ciyewaz bipêş dixin û xemla hunerên xwe bi Surên Diyarbekirê re berhev tînin. Ciwanên Kurd, bi hunera xwe hem çanda gel û welatê xwe vediguhêzin, hem jî bîrewerî û xeyalên xwe her carê bi şêwazeke ciyewaz dihûnînin.

Ciwanên Kurd, li nav Sûrên Diyarbekirê li atolyeyekî ji gul, kulîlk, mêwe û dar û deviyan tablo û berhemên hunerî çê dikin, li atolyeyeke din jî, nexşe û nîşaneyên çanda Kurdî, cil bergên Kurdewarî û suret û berhemên hunera destan dihûnînin.

Ev tabloyên ku Bahoz Damlayici bi hevalên xwe re çê kiriye, ji gul û kulîlk û pelên nebat û daran hatine hunandin. Bahoz Damlayici tîne ziman ku 10 sal e, gul û kulÎlkan berhev dike û teqrîben 4 sal e jî ji wan tablo û berhemên hunerî çê dike. Bahoz balê dikşîne ku her tişt di nav xwezayê de wek hunandineke hunerî ye û wî jî Îlhama xwe ji wê girtiye ku ji tiştên xezayî hunandinên hunerî saz dike.

Hunermend Bahoz ji K24ê re got: “Jixwe dora 10 salan e, min gul û kulîlkan kom dikir û piştî ku ez hatim Diyarbekirê jî ev 4 sal e, min dest bi çêkirina taloyên ji wan pel, gul û kulîlkan kir. Di destpêkê de min li mala xwe dest pê kir û ji bo hevalên xwe diyar dikir. Teqrîben 2 sal û nîv e jî ez û hevala xwe em vî kara li vê atolyeyê dikin. Em ji kulîlkên hişk tabloyan amade dikin. Bi van xebatan em xwebat û hunerê bihev re girêdidin. Hemû tiştên ku em li ser difikirin û kulîlkên ku em tînin gel hev girêdayî hev in. Ew renge ku em didin tabloyê, dariştina berga wan û heta çarçoveyê divê çewa be, em li ser difikirin û wisa jî hunera xwe derdixin holê.”

Li vê atolyeyê jî Gulîstan Aşkin û xwuşka xwe, li gel xêzkirina şahmeran û sûretan, berhemên hunera destan û cil û bergên Kurdî yên xwerû jî çê dikin.

Gulîstan mamoste bûye û ji bo ku vê atolyeyê ve bike û vÎ kara bike dest ji mamosteyî berda ye. Gulîstan, radigihîne ku dema ew zarok buye malbata wê nefî bajarên rojavayê Tirkiyeyê buye, lê ew bi hunera Kurdî ku ji aliyê dayîka wan ve hatiye hunandin, bi çanda Kurdî ve girêdayî maye û çewa ku dayîka wê bi hunera xwe wan daye xwendin û mezin kiriye, wê jî dest ji mamosteyî berdeya û vî kara dike.

Gulîstan Aşkin dibêje: “Dayîka min ji me ra şahmeran çê dikir û xwendin û nivîsandina dayîka min tunebû. Lê dayîka min jî wek her dayÎkeke Kurd bû. Ji destên wê dihat û me rakir piyan. Bi hunera xwe nanê me bidest ve anî. Xalîçeyên hevrişîm çêkir û wisa wisa ew taybetiyên wê derbasÎ min bû, derbasî dilê min bû. Yanî her neqşeke ku li ser xalîyekî, yan jî kaqîzekî çê dikir, wê nizanibû, lê wan neqşeyan li ser dilê min dihûnand dayîka min. Ez wisa mezin bûm û çûm zaningehê û fêrkariya min ne bi zimanê min bû û loma KurdÎya min jî hêj ne baş e û ev kêmasiya min e jî.  Lê ez piştî 20 salî fêrî Kurdî bûm û ez baş dizanim ku ez jineke Kurd im. Bi wê zanînê jî dixwazim, neqşên Kurdan, çanda Kuran derbasî zarokên me bibe.”

Gulîstan Aşkin tîne ziman ku ew ne ji bo ku suret û neqşeyan çê bike, wan dihûnîne, ew dixwaze bi çêkirina suretan kesên ku dixwaze civaka Kurd wan û çîrokan binase dihûnîne û neqşeyên ku çanda Kurdî didomînin jî zindî bihêle.

K24

Derbar ziman

Check Also

JIYAN Û MIROV

Di jiyana mirovahî de derman nîne ji xwastek û hêstên di dilê mirovan de, bi …

Leave a Reply