Muzexaneya Seyda Goyan: Nêzîkî dilan dûr ji çavan

Folklorîst, berhevkar û lêkolîner Seyda Goyan piştî berhevkariya bi salan a kelûpelên kevin li  gundê xwe Repinê yê bi ser navçeya Qilabana şirnexê ve muzexaneyek etnografîk vekir. Seyda Goyan ji bo cîhê muzexaneyê mala xwe veguhestiye û li muzexana wî zêdetirî 1000 berhem tên pêşandan. Berhevkar Goyan beşek zêde ji van berheman bi peretî ji welatîyan kirîye û ew niha deyndar e. Seyda daxwaz dike ku bi alîkariya hin kesan ew deynên wî yê ji bo muzexanê werin dayîn û dîsa bi alîkarîya sazîyek muzexaneya wî ji bo cîhek navendî were veguheztin.

Di gelîyê goyan de bi ser navçeya Qilabana Şirnexê ve gundê Repin, hemû jiyan û jîngeh ji alîyê çiyayên bilind ve hatine dorpêçkirin û mirov dibêje qey sînorên hebûn û tunebûnê ev çiya ne.

Seyda Goyan bi salan e bermahiyên jiyanê berhev dike û di dawî de, wî bi berhevkarîya xwe li gundê xwe di nav çiyayên asê de muzexanek vekiriye.

Folklorîst Seyda Goyan dibêje: “Min di sala 93an de dest bi kar û barên berhevkarî û wêjeyî yên ku bi ber windabûnê ve diçin kir. Heta îro pênc pirtûkên min li ser folklor, stranên folklorîk û antolojiya dengbêjan ên ji devoka Goyan hatine çapkirin. Ev muzexaneya min a etnografîk jî beşek ji wan kar û xebatên min in. Li pişt min hûn dibînin beşek qewî yan van tiştana min ji govan dest bixist. Ez mecbûrbûn ku hinek ji vana bikirim. Ez xanenişînim, xaniyê min jî kirê ye ligel vî karî lazim bû ez pêdivîyên malê jî bicîh bînim. Ez ji vana deyndar im jî, hevjîna min jî ji ber vê rewşê gilîdar e, em ji vê sedemê bêhizûr jî bûn.”

Cîhê muzexaneya Seyda her çendî nêzîkî dilan be jî ji ber çiyayên asê, gelî û newalên kûr ji çevan dûr e û hatin û çûyîn gelek kêm û zehmet e. Ji ber hindî Seyda di xeyalek din de ye.

Seyda Goyan herwiha got: “Min bi armanca balkişandina ser vî karî pêngavek avêt û heta vê derê anî. Cîhê muzexaneyê di nava mehlê de ye. Hatin û çûyîn gelek kêm e. Mebest û daxwaza min ew e ku li vî cîhê xwedî derkevin û muze biçe cîhek navendî. Ez dixwazim kesên xwebexş dest bavêjin min ez deynên xwe bidim ku karibim vê muzexaneyê bigihînim astek baştir. Ev muze tenê ne ya şexsê min e. Ez kesekî peywirdar im xebatkar im ez van kelûpelan ji mirinê azad dikim tînim. Ev muze ya me herçar perçeyan e.”

Di şertên heyî de hejmara wan kêmb e jî zêdetir cîranên wî seredana muzexaneya wî dikin. Kesên muzexaneyê dibînin jî li gel kêfxweşbûnê şaş û metal dimînin.

Şênîya Qilabanê Leylê Şengul jî got: “Zarokên me ev tişt nedîtine nizanin çi ne. Lê me me bi xwe ev dîtine, em dizanin ev tiştên zemanê berê ne. Ev kewarana, ev salgana, ev cerg me dîtibûn, lê zarokên me nedîtine. Ev tiştên kevnar in û gelek xweşik in. Em dixwazin ku xelk werin van bibînin. Em dixwazin ku zarokên me bizanin ku bav û kalên wan bi van tiştan kar kirine.”

Şênîya Qilabanê Nesîbe Goyî jî got: “Ev xizmeta ku Seyda Goyan kiriye bi dilê me hemû Kurdan û Kurdistanê ye. Em hemû ji vî îşê Seyda hez dikin. Em naxwazin ku ev tiştên me yên kurdî di bin axê de bimînin.”

Di muzexaneya Seyda Goyan de ya ku bi  ked û xebatek mezin hatiye avakirin de zêdetirî hezar berhem tên pêşandan li gor gotinên Seyda heke şert û mercên guncav derkevin pêş wî ew dê rêwîtiya xwe ya berhevkirina bermahiyan berdewam ke. Heke nebe jî muzexane jî di tev de xeyalên wî yê bibin xûrê gelîyê Goyan û bitemirin.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply