Forum

Adar, 2021

  • 24 Adar

    Ji Bo Sî Salîya Nûbiharê

    Ewil 30 salîya kovara Nûbiharê pîroz dikim. Înşeallah ew ê kovereke emirdirêj bibe, heta nesîbê xwe, weşandina xwe bidomîne. Çîrokekê min bi Nûbiharê re heye. Bi rastî çîroka min a bi Kurdî-Kurmancî bi Nûbiharê destpê kir. Dem, bihara 2008an bû. Cîh, Gever bû. Ûmrê min sî bû. Li şaxekî biharê, di bin sî salî de tên bal hev. Ciran û …

  • 23 Adar

    Newrozname: Li ser destpêka bihara axîreta Seîdê Kurdî

    Li ser salvegera newroza (destpêka bihara axîretê ya) giyanê pak ê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî. Çend pêşbînî û keramet hene ku Xweda ji Seyda re îhsan kirine derbarê wefata wî de: 1- Seyda bi îzna Xwedê îşaretî sala wefata xwe dike di şanenava xwe ya helbestî ya “Eddaî/Duakar”ê de: …Ez qebrek hilweşiyayî me ku, kom bûye di navê de Ji Seîd …

  • 18 Adar

    Di bareya “Cejna Hevdemanê” ya kurdî de xwendineke destpêkî

    Pêşek Li hinek deverên kurdnişîn cejneke kevnare ya bi navê “Hevdeman”ê (Hevdemal / Heftemol / Haftamol) tê pîrozkirin ku bala kurdnas û rojhilatnasan kêşaye. Me jî di vê kurtelêkolînê de hewl daye ku bi xwendineke destpêkî zanyariyên li ser vê cejnê bigihêjînin hev, çavkaniyan berawird bikin û encamekê ragihînin ku rastiya mijarê zelaltir bibe. Ji bo hûnandina vê gotarê nivîsên Beratê …

  • 18 Adar

    Seyid Remezanê Berzencî (1930 – 2004)

    Seyid Remezanê Berzencî; di nav kurdên herêma Cizîrê de, yek ji navdarên Melayên kurd yên welatparêz û bi rûmet dihat nas kirin.  Navê wî Remezanê Silêmanê Îbrahîm e, bi navê Seyid Remezanê Berzencî di nav kurdan de hatibû nas kirin. Ew ji malbata Berzenciyan bû. Ev malbata ku di Kurdistanê de bi nav û deng e. Ew di sala 1930î …

  • 17 Adar

    BENDNAME –li ser ruhê edebiyatekê- Ya Remezan Alan

    Dema ku min Bendname’ya Remezan Alan xwend, serwext bûm ku pişta asimilasyona qirêj û kirêt a li ser me Kurdan şikestiye. Rast e: Bi pirtûkeke pişta asîmîlasyonê ne şikandin, lê ev pirtûk dewlemdî û girîngiya wî zimanî diyar dike, hingê rewş tê guhertin. Bendname ziyafeta edebiyata Kurdî ye di vê ziyafetê de her tişt (rexneyên balkêş, şîroveyên têr û tijî, …

  • 16 Adar

    XOÇVAN (2)

    Bêşik, sedemên dîrokî yên navên dever, herêm û welatan hene. Ew nav ji dîroka gel û netewan cuda nîn in. Nav hene, Li ser ezmanê çilmisî, mîna stêrka dibiriqin û hîv di pişt ewran de pexîliyê ji wan dike Nav hene, Ji bindest û bêkesan re dibin darindar û di kasibiya dunê de ji bo wana dibin sitar û êş …

  • 13 Adar

    Ezbenî! Çend Xilmaşî!

    Ezbenî! Gotin di dawiya şevê de digrîn..! Bêdengiya me, vî heyamî dilewitîne..! Ev heyamê ku em ji bo wî distirên, ew serê xwe ji me re dihejîne û di ber xwe de dibêje; pepûk..! Wa weylê..!! Ezbenî! Her ku di rewşa civaka xwe de diponijim, xwe himberî civakê biçûk dibînim, herwiha himberî desthilatê û maldaran zirz û tund dibim û …

  • 12 Adar

    LI CEM WE ÇÎROK ÇAWA DEST PÊ DIKIN?

    Çîrokên Kurdî hin caran bi wezin û awaz, hin caran wekî axavtin tên gotin. Li her herêmekê Kurdistanê çîrokbêjên navdar hebûn, mixabin êdî nînin. Çîrok, di şevên dirêj ên zivistanê de hezkiriya dilê zarokan bû. Zarok ji têkoşîna Mîrza yan Şivanê deryayê fêrî jiyana rastegîn dibûn ku têjî xetere û xirabiye. Dilê zarokan bi dilê Keçbehrîyan, bi dilê Keçelokê Pîrê …

  • 12 Adar

    KURTEROMANEK NÛJEN ”HANDA”

    Hinek xwendevan dema kurteromanek, romanek ji sed rûpelan kêmtir dibînin, ji wan re ecêp tê. Di serê wan de roman weke tuxla divê qalind be, bi kêmanî sê sed, çarsed rûpel be. Gelek roman hene ku sed rûpel in yan jî ji sed rûpelan hindiktir in.  Bi taybetî jî romanên nûjen yên nivîskarên Ewropiyan di nabeyna heştê û sedûbîst rûpelan …

  • 11 Adar

    XOÇVAN

    Warê mêrxas û jinxasan, qada dengbêjan, şikefta şêr û şepal an. Rêzdar Muzafer Avşar dibêje ku, xak, dayîka navan e. Rast e. Ji ber ku hemû afirendeyên candar li ser pêşa wê dizen, mezindibin û dimirin. Her wiha cîh û warê heyberên bêcan jî xak e. Mirov deverên lê dijî bi nav dike. Yan navê xwe dide xaka li ser …