XOÇVAN (2)

Bêşik, sedemên dîrokî yên navên dever, herêm û welatan hene. Ew nav ji dîroka gel û netewan cuda nîn in.
Nav hene,
Li ser ezmanê çilmisî, mîna stêrka dibiriqin û hîv di pişt ewran de pexîliyê ji wan dike
Nav hene,
Ji bindest û bêkesan re dibin darindar û di kasibiya dunê de ji bo wana dibin sitar û êş û jana dilê wana seru-perpu dikin
Nav hene,
Dema ku li ber guhê meriyan dikevin, giyanê meriya di hênikaya ezmana de bi hewa dikeve, merî mîna kevokên ku li demsala xwe digerin, di nav xewjînên bê dawî de difire, difire û difire…
Nav hene,
Merî çiqas ku di kûraya wan de wateyê bibîne, ewqas bextewar dibe
Hûn zanin; Heznîtî di memikê bêdengiyê de veşartî ye. Çiqas bidoşî, hiqas dorpêç dike rihê merivan. Vêspê zû, min çavên xwe vekirin, şujiya bîranînên min di ser pelên çilmisî de dinuqutî û seqema berbangê dikete kevçika dilê min ê birîndar. Paşê min fêm kir ku xewnên ji bîrkirinê terqiyane, di destên min de digirin û min berbe bistanê bêdengiyê kaş dikin. Min xwe şûn ve girt… Ji wê şûnva hêviyên virnî serê tiliyên min diguvêşin û min berbi heznîtiyê dehf didin. Wê çaxê, di tamara rûyê min a çilmisî de janeke bêteşe sêrî hilda û dirêjaya kerîşan de şevereşa bê însaf tije defa sîngê min kir…
Hûn zanin; her êşek, bi şewqa xewna ku gerîneka wê dorpêç kiriye ve mezin dibe. Ez jî xewna xwe ji dengbêjê nemir Heciyê Dewrêş re dibêjim, di rojvegerînên şikestî de tûrikê hêviyan tevdidim û stranên mêraniyê jê hîvî dikim û pêşkêşî hîveronê dikim. Ew bû dengê wî li ser çiyayê Sano re şiqitî, li deşta birdosanê belav bû, xwe ziyareta topê re hol kir, xwe berda nava dilê Xoçvana rengîn
HEYWAX HEYWAX HEY FELEKÊ
Heywax heywax hey felekê
De bavo li Qersê qend e
Li şerqê Qersê Qaqizman e
Li qûze û rojhilat Gole û Erdexan e
Kosedax mîrê çiyane
Gilîdax mexelê pezkûviyane
Koça Bidlîsê cîhê melan û şêxan tê de
Xwediyê feqîrane
Eledax êl a Heyderan e
Ciyê pelewan û rindane
Melazgir yêra eşîrane, dewsa şûran û rimane
Erzurum yeyla eskerê ordiyane
Elajgirê ceh sipî bûn, geniman simil dane
Trabzon Rîze ya li kenare
Ew dera ku heye Lazîstan e
Enqere text û payê paşane
Stenbol bajarekê pir girane
Qezenc a Fatîh û sultan e
Konya Sêwaz û Qeyserî
Ew der jî gobeg a Turkîstane
Diyarbekir Mêrdîn û urfa
Ew qola gişk jî Kurdîstane
Sûr a Diyarbekirê sertaca şeherane
Hey wax hey wax hey felekê
Dengbêjên Xoçvanê: Dağıstan Karakoç
Wêne: Dağıstan Karakoç
Herêm: Xoçvan

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply