Di bareya “Cejna Hevdemanê” ya kurdî de xwendineke destpêkî

Pêşek

Li hinek deverên kurdnişîn cejneke kevnare ya bi navê “Hevdeman”ê (Hevdemal / Heftemol / Haftamol) tê pîrozkirin ku bala kurdnas û rojhilatnasan kêşaye. Me jî di vê kurtelêkolînê de hewl daye ku bi xwendineke destpêkî zanyariyên li ser vê cejnê bigihêjînin hev, çavkaniyan berawird bikin û encamekê ragihînin ku rastiya mijarê zelaltir bibe. Ji bo hûnandina vê gotarê nivîsên Beratê Qewîendamî (lêkolînerê kurd ê xoresanî), xebatên zanistî yên T. F. Arîstova (rojhilatnasa rûs) û Iréne Mélikoff (rojhilatnasa azerî-fransî), zanyarîyên ansîklopediya Iranica Online hatine bikaranîn; her wiha ji hinek tezên master û doktorayê yên lêkolîneran jî wekî çavkaniyên alîkar sûd hatiye wergirtin.

Peyvên sereke: cejnên kurdî, Cejna Hevdemanê, Hevdemal, Haftamol, Heftemol…

Xwendineke destpêkekî ji bo “Cejna Hevdemanê” ya kurdî

Gava mirov li ser nav, erdnîgariya pîrozbahiyan, dema pîrozkirinê û naveroka cejnê dihizire, agehiyan berawird dike û encamê dinirxîne, digihêje wê qinaetê ku:

  • Ev cejn rê û resmeke taybet bi kurdan e; lê hinek guhertoyên wê yên feramûşbûyî di çandên cîran de jî hene.
  • Pîrozbahiyên li nava kurdên şîe yên Xoresanê resen in, yên li Kurdistanê bi hinek çandên biyanî hatine dagirtin û guhertoyên li nava cîranan jî bi tevahî hatine berovajîkirin.
  • Di nava kurdên misilman ên sunî de hema hema şopên wê nemane; tenê di nava elewî û êzidiyan de nav an jî naverok maye.
  • Nêzikî 1400 salî ye ku kurdan wate û girîngiya vê cejnê ji bîr kirine.

1. Nav

Ji peyva hevedudanî ya “hevdeman” (her wiha peyvên “hevdemal” û “heftemol”ê jî) diyar e ku pêkhateya “hevde (17)” û “man (mayîn) / mal”ê ye. Derbarê rîşenasiya peyvê de em rastî zanyarî û nirxandinekê nehatin; lê belê agehiyên ku Beratê Qewîendam dide mijarê hinekî zelaltir dikin: “Li nava kurdên Xoresanê, gava 17 şev ji Newroz û Sersalê re dimînin wekî Şeva Hevdemalê (hevde + mal) tê naskirin û bi heman navê kurmancî tê gotin. Li gorî salnameya rojî ev şev dibe êvara roja 12ê meha Isfendê (şeva ku sibetira wê roja 13ê Isfendê ye) û li gorî salnameya zayînî (mîladî) dikeve êvara roja 3ê Adarê.” Ji vê zanyariyê jî xuya ye ku peyv ji “hevdeman”ê guheriye “hevdemal”ê; ji ber ku pêwendiyeke rasterast di navbera “hevde” û “mal”ê de tuneye û beşa duyem a pêkhateyê ji lêkera “man/mayîn”ê hatiye dariştin.

2. Erdnîgariya pîrozbahiyan

Berat Qewîendam dibêje ku “Cejna Hevdemalê li Îranê tenê li nava kurdên Xoresanê tê naskirin û pîrozkirin; her wekî ji navê wê jî diyar e, dab û resmeke taybetî kurdan e”. Li gorî vegotina Qewîendamî, berî çend salan ev nivîsa xwe li ser malperên întêrnêtî belav kiriye; kurdeke êzidî ya ji Ermenistanê peyamek jê re şandiye û gotiye ku li cem wan jî tiştekî mîna vê yekê heye. Li gorî bihîstinên wî, li nava êzdiyên Şêxan û Şengalê jî tiştekî nêzikî vê yekê heye.

Ji xwe T. F. Arîstova amaje bi “Cejna Sersalê” ya li nava kurdên Kafkasyayê dike ku pêwendiyeke wê ya xurt di gel Cejna Hevdemanê re heye. Her wiha Iréne Mélikoff jî dibêje ku “pîrozbahiyên elewiyan di navbera 1ê Rêbendanê û 12ê Adarê de ne; ji her cejnekê re bi kurdî ‘civat’ tê gotin, Haftamola ku di navbera 7-12ê Adarê de tê pîrozkirin jî civatek ji wan civatan e û taybet bi erdnîgariya Medyayê ye”.

Li gorî lêkolîneke Erdal Gezik, li bajarên Dêrsim, Sêwaz, Meletî, Amed, Riha û Mêrdînê yên bakurê Kurdistanê “Cejna Hawtemolê/Heftemolê” tê pîrozkirin.

3. Dema pîrozkirinê

Bêguman dema pîrozkirinê ya “Cejna Hevdemanê” 3ê Adarê yê devera Xoresanê ye ku piştî 17 rojan sersala kurdî ya bi navê Newrozê tê pîrozkirin; lê belê li bakurê Kurdistanê tevliheviyek çêbûye û diyar e ku guherandina salnameya romî bi salnameya zayînî bandoreke neyînî li ser cejnên kurdan jî kiriye. Ji xwe armanceke guherandina salnameyê ya sala 1925an “sergêjkirina qestî” bû ku Roma Reş dixwest dawiyê li pîrozbahiyên îslamî û netirkî bîne.

Erdal Gezik di lêkolîna xwe ya navbihurî de pêvajoya vê tevliheviyê wiha şîrove dike: Hawtemal / Heftemal li gorî salnameya kevn (rûmî) di 7ê Adarê de dihate pîrozkirin û Çarşema Reş wekî çarşema berî Hawtemalê / Heftemalê, ango çarşema paşîn a salê dihate destnîşankirin; loma jî kal û pîrên ku li gorî salnameya rûmî agehiyan didin, dibêjin ku ev çarşema yekem a Adarê ye. Bi guhertina salnameyan a sedsala bihurî pîrozbahiyên Heftemalê li ser ‘Heftemala Biçûk’ û ‘Heftemala Mezin’ hatine dabeşkirin: A biçûk li gorî salnameya kevn di 7ê Adarê de û ya mezin jî di 17ê Adarê de ye. Pêkhatina du tarîxên Hawtemalê bawayekî xwezayî-mecbûrî her du rojên Çarşema Reş afirandine. Salnameya zayînî ya ku ji aliyê Komara Tirkiyayê ve hate pejirandin, 7 û 17ê Adarê bi qasî 13 rojan veguhast pêş. Ji ber vê ye Heftemala Biçûk derbasî roja 20an û Heftemala Mezin jî derbasî 30ê Adarê .”

4. Naveroka cejnê

Berat Qewîendam li ser pirsa “şeva Hevdemalê li Xoresanê çawan tê pîrozkirin?” wiha dibêje: “Şeva Hevdemalê bi “komac”a xwe re naskirîye. Komac cureyekî nanê stûr e ku ji hevîr, rûn û hwd tê çêkirin. Li gelek deverên Îranê ji mêj ve ev cureyê nên tê naskirin; lê komaca ku kurdên Xoresanê çêdikin taybetî wan e. Dema ku kewaniya malê hevîrê komacê distirê û amadeyî pehtinê dike, moriyeke kesk an jî şîn dike navê. Komac wekî nanekî stûr tê patin û amadeyî xwarinê dibe. Endamên malbatê li dora sifrikê kom dibin û li gorî hejmara wan komac tê parçekirin. Eger 7 kes bin, komac dibe heft qaş (beş). Eger 4 kes bin, dibe çar qaş. Her kes bi mereqdarî li bendê ye ku para xwe jê wergire. Li vir her kes hêvî dike ku ew moriya li navakomacê bikeve nava diranên wî. Baweriyeke wisan heye ku ev morî di devê kê da derkeve, rizq û roziya salê dibe para wî. Bi gotineke din xêr û xweşî, rizq û rozî berê xwe didine wî. Divê bê gotin ku ev cureyê pîrozkirina Hevdemalê li nava hemî kurdên Xoresanê ne bi vî rengî ye. Ev cureyê ku min got li gundên aliyê Qûçanê berbelav e. Li hinek navçeyên kurdnişîn ên Xoresanê Hevdemal bi awayekî din tê pîrozkirin; lê navê wê her yek e û her kes dibêjê Hevdemal.”

Iréne Mélikoff jî li ser naveroka vê cejnê ya li nava elewiyan dibêje ku di navbera 7-12ê Adarê de ji bo bîranîna miriyan Cejna Heftamolê tê pîrozkirin; ji bo giyanên 124 hezar pêxemberî dua û dirozge tên kirin, ji bo giyanên rihspiyên mirî mewlûd tê xwendin û xwarinên bi vê mebestê amadekirî tên belavkirin”.

Encamên nirxandinê

Ev cejna kurdî ya kevnare ya bi navê “Cejna Hevdemanê” li Xoresanê bi nav û naveroka xwe ya kurdewarî hatiye parastin; lê mixabin li deverên din ên kurdnişîn û beşeke Kurdistanê an hatiye jibîrkirin an jî hatiye berovajîkirin. Xuya ye ku piştî belavbûna îslamê wate û girîngiya wê rastî êrişên çandî û zimanî hatine. Ev cejna kurdî ya ku kurdan amadeyî pîrozbahiyên Newrozê dike û berî 17 rojan daxuyaniyekê radigihîne, hema hema bûye cejna xwarinan û hundirê wê yê bi hêmayên neteweyî dagirtî hatiye valakirin.

Omitê Mistefê-umiddemirhan.wordpress.com

Çavkanî:

I. Mélikoff, Uyur Idik Uyardilar, Alevilik-Bektaşilik Araştirmalari, Istanbul, 1983.

T. F. Arîstova, Kurdî Zakavkazya, Moskova, 1966.

Erdal Gezik, Kara Çarşamba Gelenegi, https://bilimvegelecek.com.tr/index.php/2018/04/01/kara-carsamba-gelenegi/

Gamze Sagir, Modernleşme ve Kentleşme Surecinde Alevilik ve Alevi Kimliginin Degişimi: Aydin’da Alevi Kimligi Uzerine Bir Çalişma, Adnan Menderes Universitesi, 2019.

Murat Zeytinli, Zorunlu Goçler ve Turkiye’de Dersim 1938 Gerçegi, Istanbul Universitesi, 2012.

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply