XOÇVAN

Warê mêrxas û jinxasan, qada dengbêjan, şikefta şêr û şepal an.
Rêzdar Muzafer Avşar dibêje ku, xak, dayîka navan e. Rast e. Ji ber ku hemû afirendeyên candar li ser pêşa wê dizen, mezindibin û dimirin. Her wiha cîh û warê heyberên bêcan jî xak e. Mirov deverên lê dijî bi nav dike. Yan navê xwe dide xaka li ser dijî, yan jî navê wê deverê li xwe dike.
Nav hene,
Wek dengê bilbilan, li ber dengê wana çem û kanî diherikin û şîna egit û mêrxasan dikin. Weke dengê dengbêjên nemir:
ROSTOYÊ ŞEMO
MIHÊ BAVÊ SARÎ
GUR HESO
ŞEMSÊ BASO
HECİYÊ DEWRÊŞ
SURMELÎYÊ QADO
HUSİKÊ KOR
EÇOYÊ QULING
Nav hene,
Sirya ku têne binavkirin, merî dilerize ji ber giranbûna wan.
Nav hene,
Sirya ku têne bîra meriya, ji meriya watirê merî bi lingên pêxas va li ser devê kêra tûj digere.
Nav hene,
Hiqas kûr û giranin ku dema dibîhîzin, bi soraya tavê re dayîkên bi kofî û kitan, guliyên xwe jê dikin didine ser sîngê qîz û xortên bêmiraze dest bi hine.
Nav hene,
Sirya ku merî dibihîze, êşên dijwar meriya dorpêç dikin û merî wêçaxê dilê xwe li ser zimanê xwe digerîne.
Nav hene,
Bi kulîlk-sosina va xemilandî, tu evin xwe l’ber ranagirin ku mirazê wan bighêje seransêrî.
Nav hene,
Sirya ku tê bîhîstin, hilhatina Venûsê bibîr tînin rêwiyên şiverêyan bo ku bi movikên tilyên xwe ve li rûbarê dinyayê çiqas bextewarî hene gişka berhev bikin û pê ve hêlînekê bihûnin di malzaroka keskesorê de, da ku heta dawiya jiyana xwe lê bisêwirin.
Ez îşev herikîm berbe dilê xwe. Min hîv û stêrk ji bîr kiribûn li ser ezmanê welatê xwe. Hechecik koçber dibûn berbe tepûrê sûretê min. Axx li min binewşa mine pêpezbûyî. Ew bêdengî min pir ditirsîne. Zarekê reşik, dilzîz û narînbûm. Min beşûşî belav dikir li hawirdorê. Êşên min biqasî zimanê min ez xweşik dikirim. Herroj fermana kuştina evîna me didan bêbextan. Jiber girî palikên çavên me diwestiyan. Xwezî min bikaribya bîreke kûr bikola derd û kulen xwe bin’erd bikirana. Dema bextewariyê de minê ew bireşandana berbe stêrkan bila bidîtana em çi dikişînin. Destên min diricifin wek tivîlên bizdonek. Lê dilê min diteqe mîna bahoza di şevereşê de. Hûn zanin di wê şevereşê de stêrk hildiweşin ser me de STÊRK…!
Wê demê diqefilim û alê minê çepê jan dide û ez bi fîrarîke rût û tazîra rûbirû dimînim.
Zemanek hebû li bereka gundê min şingeşinga bazinê destê bûkan guhê meriya dibir di rêya bêriyê de. Kanê şeqeşeqa elb û koda yên ku bi dengê bêrîvanan re wek harmonîkî dibû mêvanê guhê meriya? kanê biroş û sîtilê li ser kuçikan bi xilpexilp dikeliyan? Kanê kaniya berberoj ya ku min çoka xwe dukuta erdê, ew ava sar kulm bi kulm vedixwar ez jê têr nedibûm?
Zeman ew zeman bû, qîz û bûkê gundan dest didane hev, diçûn li derdorê gol a Krankêlê cîl berhev dikir in. Ew jî demek a emrê min ê dinyaligê bû. Ez li rêwîtî ya têgîhandina evînê bûm. Nizam çawa çêbû. Min dît similên zeviyan li derdora min ketibûn lîstika guro-baso xwe li ba dikirin. Gul, Sosin, Beybûn û rihan tev li hev civiya bûn. Bi bayê hênik re bêhna mîskû emberê bi rêdikirin ji bo min. Gêj bibûm. Erd û ezman li dor min diçûn û dihatin. Dengê Sûsikan guhê min mizdida. Colek pinpinîk ên şîn ez dorpêç kiribûm, rêwîtî ya min a westîner li binatara kela Koroxlî pêşwazî colê pinpinîkên sipî dikirin. Xaşxaşik ên sor, temene dikirin hatina min ya quntara çiyayê Qisirê. Zinarê ku min pala xwe dabû sîngê wî, mînanê dayîkekî ez himbêz kiribûm. Nizanim çawa çêbû. Kulliyek ceniqî banzda ser sûretê min ez veceniqîm. Min çavên xwe vekir in. Hîngê min fehm kir ku ez xewn dibînim. Min bala xwe dayê teyrê balaban li ser qotê Qisirê ji min re çav diqirpîne û dibê: “Çawaye evîndarê xwezayê. Ez bawerim tu hindî min fehm dikî.”
Min dîsa jî peyvek aşêf kir ji tûrikê welatê rojê ji bo hûnandina çîroka çanda Xoçvanê. Ew çax çiya ên Qisirê dibûn war û qada evîna min. Hest û hêvîyên min ên zaroktiyê bûn. Difetisîm di nav geremola jiyanê de. Evîndarê xwezayê bûm ez. Difikirîm nedifikirîm bi şev bi roj, min pêdernedixist mûcîzeyên bi gerdûnê ve girêdayî. Xwedê hat hewarî ya min, li ser dûvê gûstêrkê ronahî afirand da ku bibe pêşeng ji bo çûyîna mala yarê di şev ên tarî de.
Ey Qisir;
Xwezî zimanê te bilivya tu bibûya yî têcirmanê hest ên min ên zaroktiyê. Xwezî zimanê te bilivya, li quntara te de kela Koroxlî çi dît çi nedît. Dema ku nêçîrvan li ser kihêlê boz diwîqande karxezal a kûvî, dengê “Mihê bavê Sarî” ser Gogce re xwe berdida newala Fero.
Lo lo sîwaro,
Ro derketye pişta topa mala Îzet begê,
Hayê hayê, dozdeh rima
Qîz û bûkê Panîgê dilêlînin
Îro pêda hayê hayê nizam çima
Xebereke reş dane nava gund
Dewrêş beg can daye dest zalima
Li min li min, sîwaro li min
Sarî lawo bike bilezîne
Zîn pusata bavêje ser bozê
Çaçanê kapreş,
Îro dîsa ezê bidim serê rê
Biçim nêçîra kar xezala
Li quntara çiyayê kurê
Kar xezal bê ayîkin lawo
Sala ewil koka mêra qelandin
Li sêlafa warê çorê
Li min li min, Sîwaro li min. (Yê bidome)
Dengbêjên Xoçvanê-Dağıstan Karakoç
Wêne: Dağıstan Karakoç
Herêm Xoçvan

Derbar ziman

Check Also

Wêjeya Kurdî li Yekîtîya Sovyêt [1]

Pêşgotin Ev gotar nirxandineke wêjeya kurdên Yekîtîya Sovyêt e, ku ji çap kirina rojnama “Rîya …

Leave a Reply