Forum

Adar, 2021

  • 11 Adar

    Mamoste Mihemed Berzencî Nas Bikin!

    Bi min xweş e ku ez Mihemed Berzencî welatparêz û evîndarê zimanê kurdî bibîr bînim û bi we bidim naskirin. Evê ku di rojên teng û dijwar de karîbû pirtûkekê bi navê (Fêrkirina Zimanê Kurdî bê Mamoste), ji me re berhev bike.. Erê wî! Ku ez û te wî bibîr neynin, ma wê kî wî bibîr bîne û bide naskirin.. …

  • 9 Adar

    ”ZIMANÊ ZIKMAKΔ ÇI YE?

    Bi rastî jî pirê caran Kurd li gotin, peyv, bêje û terman nasêwirin ka wateya wan çi ye, hema ji hevûdu kopî dikin, belav dikin û dixin jiyana rojane. Yek ji wan terman jî ”Zimanê Zikmakî” ye ku xasma di van demên dawiyê li her deverê tê bikaranîn. Ev term jî bêguman xelata heşifandina Kemalîzmê ye ku gehaye Kurdan û …

  • 8 Adar

    Ey Felek!…

    Te bostek şînî, da min Min gazek şahî, jê girt Te mistek axîn da min Min hembêzek xweşî, jê girt Te tûrek kul û derd, diyarî min kir Min barek hêvî û xwezî, jê girt Te sêwîtî bi ser min de hilweşand Min bavîtî ya gurzek hêvî û armanc kir Te, ez bi strîyên jînê birîn kirim Min jê, qefdek …

  • 8 Adar

    Kurd çima ewqasî ji alfabe, xalbendî, rastnivîs û ferhengên duzimanî hez dikin?

    Li ser medyaya civakî rastî gelek rûpelan têm ku qaşo şopînerên xwe hînî zimanê kurdî dikin. Ev rûpelên ku bi hinek navên giran ên wekî “dibistana kurdî”, “zanîngeha kurdî”, “koma xwendinê ya filan û bêvan derê” dest bi xebatê dikin, qet ji pola yekem dernakevin û vê gotina pêşiyan tînin bîra mirovî: “Navekî giran li ser gundekî wêran”. Hertim qala alfabe û rastnivîsê dikin; carinan gotinên …

  • 8 Adar

    Dengbêjekî Ermenî û Kurdewar

    Pirr dengbêjên me ji bo çand û hûnera Kurdî hewl dane lê wî bi salan wek Ermeniyekî xizmetî çanda kurdî kir. Heta mirina xwe bi eşqa klamên Kurdî deng veda di nava civata me de. Di sala 1915an de dewleta Osmanî li dijî Ermeniyan komkujî û tehcîreke mezin pêk tîne. Ji sala 1915an heta sala 1939an nêzîkî 2 milyon Ermenî …

  • 8 Adar

    Ey Felek…!

    Te bostek şînî, da min Min gazek şahî, jê girt Te mistek axîn da min Min hembêzek xweşî, jê girt Te tûrek kul û derd, diyarî min kir Min barek hêvî û xwezî, jê girt Te sêwîtî bi ser min de hilweşand Min bavîtî ya gurzek hêvî û armanc kir Te, ez bi strîyên jînê birîn kirim Min jê, qefdek …

  • 8 Adar

    Arîstophanes ŞERÊ JINAN (Lysîstrata)

    Arîstophanes ŞERÊ JINAN (Lysîstrata) Wergêr Lokman Polat Weşanên Helwest ISBN: 91-89224-62 -0 Çap: Peknotryck ofsset Stockholm Adres / Navnîşan Lyckselevägen 6. 2tr. 16267 Välingby / Sweden lokmanpolat-1@hotmail.com helwestforlag@hotmail.com lokmanpolat2000@yahoo.se Arîstophanes Arîstophanesê grekî ji vir 2500 sal berê berhemeke şanoyî afirandiye. Piştê 2500 salî ev berhema wî bi kurdî hate wergerandin û di nav weşanên Helwestê de wek pirtûk hate weşandin. …

  • 7 Adar

    JIN Û MÊRIK

    Bila jin neqehirin, ev nivîs anku diyalogên li jêr rastiya jiyanê dide rave kirin. Min gelek jin dîtiye ku ji vê jî bêerztir e. Ji bo tu jinê şad û bextiyar bikî, divê jê re hertim tişt bikirî û wê bigerînî. Jin : Ahmed… Mêrik : Bibêj Jin : —- Mêrik : De ka bibêj! Jin : Heger leza te …

  • 5 Adar

    DÎTINA JI DIL

    Li Qosera Mêrdînê, bi navê xwe yê naskirî Fadilê Kufragî, bi yê nasnamê Fadil Dagli dengbêjek dijî. Kufrag navê gundê wî ye yê Xwedê lê daye. Dengbêj Fadilê Kufragî ji ronahiya her du çavan bêpar e. Lê jîrek e. Xwedê ji çavan girtiye daye aqil, daye dil. Û kêf û coşek daye ji dil. 2020’ê salê ew gihaştiye 75 saliya …

  • 5 Adar

    ETÎK Û EHLAQÊ NÛJEN

    Mijara ehlaq, di esasiya xwe de tevger û têkeliyên mirova ye. Yên olî li gorî bawermendiyên olî bingeh dibin û ev mijarên olî di danûstendina civakan cihê xwe digrin û tesîrek mezin li tevgerên civaka dikin. Li gorî hûrnerîna Kant û mirovên civaknas yê nuneritiya civaknasiyê dkin ev mijara ehlaq di vê peyamê de hatiye pirsiyari kirin û rexnekirin. Yên …