În , 7 Gulan 2021

Newrozname: Li ser destpêka bihara axîreta Seîdê Kurdî

Li ser salvegera newroza (destpêka bihara axîretê ya) giyanê pak ê Bedîuzzeman Seîdê Kurdî.

 

Çend pêşbînî û keramet hene ku Xweda ji Seyda re îhsan kirine derbarê wefata wî de:

1- Seyda bi îzna Xwedê îşaretî sala wefata xwe dike di şanenava xwe ya helbestî ya “Eddaî/Duakar”ê de:

 

…Ez qebrek hilweşiyayî me ku, kom bûye di navê de

Ji Seîd heftê û neh mirî (Jêrenot) bi gunehên eleman.

Yê heştêyan bûye, ji qebrê re kêlikek

Tev bi hev re digrîn ji xisarên Îslamê re.

 

(Jêrenot) …Îsal Seîd di heftê û neh saliya xwe de ye. Di her salekê de Seîdek miriye ku dê heta vê tarîxê Seîd bijî.[1] Jiyîna heta wê mêjûyê… Ango Seîdê dilseîd heta heftê û nehan (79an) yanî sala hezar û sê sed û heftê û nehan (1379an)  a hicrî sala 1960î ya zayînî dijî. “Yê heştêyan bûye, ji qebrê re kêlikek” jî rênîşanî dike ku piştî çar mehên din di sala 1380î[2] ya hicrî de ji ber ku zalim ji meytê wî jî dikevin metirsiyê û jê aciz dibin, di gorê de jî wî rehet nahêlin. Bi destên şikestiyo kêlikên tirbê dişkinîn, termê wî yê mibarek jê derdixin û dibin ciyekî nediyar. Seyda li dunyayê ji ber têkoşîna domdar, bi vîna xwe nebûbû xwediyê xaniyekî jî, lê çavên zordestan bi quncikekî li bin axa welatê wî jî bar nebûn lewma nebû xwedîyê qebrekê jî.

 

Xwedayo! Tu wisa jiyaneke zelal û baweriyeke xurt bidî me musulmanan ku ziravên neyaran ji meytên me jî biqetin.

 

2- “Divê em bi ruhên xwe, bi canên xwe, bi wicdanên xwe, bi fikrên xwe, bi hemû hêzên xwe bibêjin: Heke em bimrin, Îslamiyeta ku milliyeta me ye jîndar e, heta ebedê domdar e. Milletê min her sax be. Xêr û berên axîretî ji bo min bes in. Heyata manewî ya di jiyana milletê min de ye min dide jiyandin. Di alema bala ya axîretê de min kêfxweş dike. Divê em bibêjin: Elmewtû yewme newrûzîna/Mirin ji bo me roja/cejna Newrozê ye û divê em rêberên ronak ên Nûr û xîretê ji xwe re bikin rêber.”[3]

 

Îca Seyda li vê derê jî bi destûra Xwedê îşaretî roja/hefteya wefata xwe dike. Jixwe di 23yê Adarê (Newroza) yê sala 1960î de piştî jiyaneke kul û keser, êş û têkoşîn, digel ku wî bihuştê jî ji xwe re nekiribû amanc bi dilxweşiya cejnê çû diyarê çêjnê. Seyda lezandibû, di zivistanê de hatibû, tov û dendikên bibereket ên ku niha em ber û berhemên wan dibînin reşandibûn lê negihîşt bişkivîna wan a di biharê de. Ji aliyê xuyanê ve pêwendî nîne bi roja wefatê û newrozê ji ber ferqa du rojan. Lê îro ro pratîka welatên mîna Îran û Agirbêcanê ku newrozê wekî hefteyek pîroz dikin û li gorî hin nêrînan jî ev têkilî tê peyîtandin. Wekî mînak: “Belê rûpela 1474an a Qamûsa Tirkî ya Şemseddîn Samî roja Newrozê wiha tarîf dike, dibêje: ‘Newroz di salnameya berê ya Îranê de û di salnameya Celalî de roja nehemîn a meha Adarê ya Rûmî ye ku serê salê ye û destpêka biharê ye.’ Roja nehemîn a Adarê ya salnameya Rûmî jî 23yê Adarê yê Mîladî ye û ew roj tarîxa wefata Hezretî Ustad e.”[4]

Ha nêrîna Quranî heke mirra mirinê jî biguherîne bi çêjna cejnê…

Ya Rebb vê Newrozê bike destpêka bihara aşitî, biratî hemû daxwazên Îslamî û însanî û bike wesîleya bihara axîretê. Amîn…

 

3- Feqîrullah Melezadeyê Nisêbînî ku nêzî heft mehan digel Ustad li herêmê geriyaye û jê ders xwendiye kerameteke din a Ustad wisa vediguhezîne: “Rojekê gava ji min re bi henekî diştexilî got: ‘Sed salo! Tu yê sed salî bijî. Ez ê jî li Ruhayê wefat bikim. Lê belê dê qebra min vekin û min jê derxînin û bibin.’ Û wekî vê min bi aşkerayî gelek kerametên wî dîtin. Ji min hez dikir, tim û tim têkilî min dibû û bi min henek dikir: Nemiro! Sed salo!.. Bi rastî jî Melezade di sala 1973an de tam sedsaliya xwe temam dike li Nisêbînê diçe rehma Xwedê.”[5] Rehma Xwedê li wan be. Seyda nêzîkê wefata xwe de jî vê mijara ciyê qebrê bi awayekî din aniye zimên û wek wesyetê wisa gotiye: Divê mezelê min di ciyekî gelek nepenî de be, bêyî şagirdek du şagirdên min tu kes ciyê wî nizanibin. Vê yekê wesiyet dikim. Lewre heqîqeta ku li dinyayê, min ji sohbetê men dike helbet piştî wefata min jî ew heqîqet bi vî awayî min bêgav dike.”[6] Lê ji ber vê gotina Ustad qet neyê bîra tu kesî ku em ji ber pêkhatina wesiyetê ya bi destên xêrnediyo yên zordestan kêfxweş in, alîgirê zulma wan in, bi hezaran heşa. Xweda duaya Seyda qebûl kiriye ev tiştekî din lê sîtemkaran zilmeke erşê dihejîne kiriye. Xwedayê mezin û adil înşaellah ji sîtemkaran re nehêle hem li dinyayê hem li axîretê Seyda jî bextewar bike li herdu daran. Amîn

 

Newroza Sultanî di Rîsaleyên Nûr de:

Ka were, îro, Newroza Sultanî ye. (Haşiye) Dê guherînek çê bibe û dê karûbarên ecêb biqewimin. Di vê roja xweş û geş a biharê de, em biçin wê sehraya hêşîn a ku xweşik û bikulîlk e û ji xwe re geşt û seyran bikin.”

 

(Haşiye): Ango roja Newrozê, îşaretî demsala biharê dike. Sehraya hêşîn a bikulîlk jî, ew rûyê erdê yê di demsala biharê de ye. Îca ew perde û dîmenên ku diguherin jî, îşaretî wan tebeqeyên mewcûdên biharî, taîfeyên çêkiriyên havînî û xwarinên ku dibin erzaqên heywanî û însanî dike, yên ku ji destpêka biharê heta dawiya havînê, Sani’ê Qedîr ê Zulcelal, Fatirê Hekîm ê Zulcemal, bi kemalê întîzamê wan diguherîne û bi kemala rehmetê wan teze dike û li pey hev wan dişîne.[7]

 

Remezan Binetarî

Kovara Nûpeldayê, hj. 16, Bihar 2014, r. 56-58

 

[1] Bediüzzaman Said Nursi, Leme’at, Hizmet Vakfi Yayinlari, Stenbol 2014, r. 8 wer: Aydin Uneşî, Ayhan Yildiz

[2] Abdulkadir Badilli, Mufassal Tarihçe-i Hayat (Tarîxçeya Jiyanê ya Berfireh) I’Amicale des Musulmans d’Europe, Stenbol 1998 cild 3 r. 2163

[3] Bediüzzaman Said Nursi, Asarê Bedîiyye, Elmas Neşriyat, Stenbol 2004, r. 347

 

[4] Abdulkadir Badilli, Mufassal Tarihçe-i Hayat (Tarîxçeya Jiyanê ya Berfireh) I’Amicale des Musulmans d’Europe, Stenbol 1998 cild 3 r. 2161

[5] Heman berhem: cîld 1 r. 117

[6] Said Nursi, Emirdağ Lahikası 2, Envar Neşriyat, İstanbul, 2003, r. 204 Li ser vê mijarê û vê nameya wî hinek nîqaş hene ka bi rastî jî Seyda tiştekî wisa xwestîye yan na lê em li vir nakevin wê meseleyê.

[7] (Ji bo berfirehî bnr: Sûretê Dehem ê Peyva Dehemîn ku Rîsaleya Heşrê ye.)

About ziman

Avatar

Check Also

”Karîbarên Gelê Kurd” – Ahmedê Hepo

Endamê Yekîtiya Nivîskarên Azerbaycanê Ahmedê Hepo ev xebata xwe li ser heşt beşên sereke ava …

Bersivekê Binivîsêne

Epeyama we nayê weşandin. Qadên pêwist bi * hatine nîşandan.