Serê xwe hilde, tu nivîskarekî/e kurd î

Li seranserê cîhanê, tu nivîskarê/a bi tenêyî ku bê dibistan û bê mamoste fêrî zimanê xwe dibî û pê dinîvisînî. Nivîskarê/a bi tenêyî li cîhanê yê/a di zaroktiya xwe de mamosteyê/a te tu bi zorê fêrî zimanê xwe dikir, ji bo tu bi zimanê xwe diaxivî pişta destê te dida ber daran û li te dixist. Tu nivîskarê/a bi tenêyî yê ew êş û jana wî darê mamosteyê bi zimanê te nizanibû, di bin çermê destên te de hezkirina te ji zimanê te re zêdetir dikir. Tu nivîskarê/a bi tenêyî yê/a ne dê û ne bavê te, ne xwişk û ne birayên te nikarin nivîsên te bixwînin.

Serê xwe hilde, tu nivîskarekî/e kurd î. 

Nivîskarekî/e nekurd dema pirtûkeke serkeftî dinîvisîne, bi deh-hezaran, dibe jî bi sedhezaran bifroşe. Hem ew û hem weşangerê/a wî ji ber vê serkeftinê serbilind in. Xelatên wêjeyê geh bi deh-hezarên dolaran, geh jî bi sedhezaran ji dezgeh û aliyên têkildar bidestdixîne. Dev ji her karî ber dide û li karê xwe yê nivîsandinê vala dibe. Lê tu?

Dema tu pirtûkeke çiqasî serkeftî be jî binîvisînî, sal derbas dibin hetanî ku hejmara daneyên ku têne firotin hezarî derbas dike. Gava weşangerek pirtûka te çap û belav dike, wekî ku xêrekê bi te bike, xwe minetdarê te dibîne. Her tu û weşangerê xwe rastî hev tên, tîne bîra te ku kesek pirtûkên te naxwîne û ew bi çapkirina pirtûkên tirkî fînansa çapkirina pirtûkên te dike û ne ji ciwamêriya wî bûya niha ji zû ve dev ji vî karî berdabû.

Gava weşangerê te wisa got, divê dilê te neşike û dinya li ber çavên te reş nebe. Wisa jî ji bo xelatan. Gava kurd nivîskarekî/e xwe xelat dikin, yan wêneyê wî/ê yan jî kartoneke an cameke çargoşe çarçove dikin û didin dest wî/ê… Min heta niha nedîtiye xelateke kurdan ya wêjeyê sînorê bîst û pênc dolaran derbaskiriye. Tevî her tiştî, divê tu bi xelata xwe serbilind bî, ji ber ku ew xelata rûmetê ye. Jixwe rûmet jî ne bi euro û ne jî bi dolaran nayê kirîn.

Serê xwe hilde, tu nivîskarekî/e kurd î

Ji bo wergera berhemên nivîskarekî/e nekurd bo zimanên din, ajansên wergerê yên hemû zimanan hene ku navbeynkariyê dikin û pirtûkên nivîskarên xwe bo hemû zimanên sereke li cîhanê didin wergerandin û weşanxaneyan bo wan dibînin. Erê ji bo zimanê te li seranserê cîhanê yek ajanseke wergerê tune ye, yek wergêrê pispor tune ye, ku wê pira di navbera te û zimanên din de, di navbera te û cîhanê de, ava bike. Lê te wisa jî xemnake.

Serê xwe hilde, tu nivîskarekî/e kurd î

Te helbest, çîrok û romanên xwe di jêrzemînan de, bi dizî û di nav çar dîwaran de, herdem dixwendin. Kesekî baş li te guhdarî bike û têbigihîje bê tu çi dibêjî tune bû. Bi ser de jî muxaberat, girtin, gefxwarinên kuştin û feqîriyê û encamên qedexekirina zimanê tu pê dinîvisînî. Ev hemû bi ser hev de û gelek kelem û dijwariyên din nikarîbûn te ji ser rê dagerînin û te berdewam kir. Rast e, heta tu li jiyanê bî wê kêfa gelek kesan ji te re neyê, wê gelek kes bi her awayî bixwazin te biçûk bixînin û teriyan bi te vekin. Lê dema tu bimrî tuyê paqij bibî, tuyê mezin bibî, tuyê bibî hezkiriyên hemû kurdan li herderê. Wê kurd te di nav deryayên pesindayîn û rêzgirtinê de veşêrin. Ji ber vê tenê yek tişt ji te tê xwestin, ew jî ev e:

Serê xwe hilde, ku tu nivîskarekî/e kurd î

Bê dewlet, bê dezgeh, bê piştgirî, bê xwedî û bê xwedan, mîna Sisyphus – Sêzêf ê ku kevirê zimanekî birîndar daniye ser pişta xwe û bi çiyayekî bilind ve hildikişe. Ne dikare kevir bigihîne serê çiyê û ne jî ew ji hilkişandina ber bi jor ve diweste.

Helîm YÛSIV-Diyarname

Derbar ziman

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply