Min Kilîta Deriyên Jîyana Xwe Winda Kiribû

Tenê hevokek li dû min ma: Bi naskirina te ve hemû xewn û xeyalên min têkçûbûn, dawîya hemû rê û behrên min hatibû.

 

Te giyanê min şewitand.

Xwedê jî mala te bişewitîne.

Bi naskirina te ve zimanê min hînî nifiran bû, jixwe li ber naskirina te tim li ser zimanê min dia û lavayên dê û bavê min hebûn.

Te tenê giyanê min neşewitand, bi min re mala hemû dost û nasên min, mal û malbata min, xwişk û birayên min jî şewitand.

Dizanim heta mirinê û ji mirinê şûnde jî tu caran êşa min a berê dilê wan dayî jibîr nabe.

 

Min bi destên xwe yî lerzok birînên bêdawî, birînên dayîmî, birînên qet nekewînin di dilê wan de vekir.

Sedem tenê tu bûyî.

Ez bi hemû hebûna xwe ve hatibûm ba te.

Te bi derew û xapanên xwe ve rê li ber min şaş kiribû.

Te deriyê malên ji karton li ber min vekiribû.

Dilekî te yî reş û tarî hebû.

Te di bin zimanê xwe de dafikên nepenî dagirtibûn.

Di kaniyên çavên te de mezelê keçên xama hebû.

Di bin lingên te de kevirên hêrsê vêşartibûn.

Yanî tu sertapê xayîn bûyî, durû bûyî, zikreş bûyî, lê min nedîtibû.

Min tiştek nedizanibû.

Haya min ji fêl û hîleyên te tune bû.

Haya min ji bayê felekê tune bû.

Haya min ji rasteqîna dinyayê tune bû.

Haya min ji çi hebibûye ku!

Ez bi rûyek bûm.

Ez ji yekrûyî bûm.

Ez ji çavkanîya ji yekrûyan dihatibûm.

Min her kes mîna xwe dihesiband.

Ew jî sûcê min bû.

Sûcekî gelek mezin.

Min cezaya xwe çend salan li ser gora jîyanê xwe kişand.

Paşê dawîya cezaya min a li ser gora jîyana min hat.

Ez gelekî westiyabûm.

Teqet û qûweta min nemabû.

Giyana min, mîna çewalekî boş û vala mabû.

Min nedikarî li ser pîyan bimînin.

 

Te hemû deriyên jîyanê min li ser min girtibûn.

Min kilîta deriyên jîyana xwe winda kiribû.

Nizanim kengî û çawa bû, lê ez di hundirê jîyana xwe de asê mabûm, bêkilît mabûm, bêhêvî mabûm.

Te bi îşkenceyên xwe hemû çarenûsên min şewitandibûn.

Te bi kêrê jînên xerîb dilê min hûrhûrî, kezeba min qulqulî, porê serê min jê kirîbû.

Te bi gilîyên malbata xwe şîşên sorsorî bi çavên min re kiribû. Çavên min kor bûbûn.

Min tiştek nedît. Kilîtê deriyê jîyana min belkî li ber lingên min bûn. Lê min nedît.

Min nedixwest bijîm.

Min nedixwest navê min bê gotin.

Min nedixwest li ser axa dinyayê bimeşim.

Min nedixwest nefesa min tevlî yên din bibe, nefesa yên din jî tevlî yê min bibe.

Min bêhtir deyax nekiribû, min xwe darve kiribû.

Min tola xwe li te hilgirtibû.

Min termê mirina xwe, di navenda jîyana te de daçikandibû.

 

Min xwest bi terma mirina min ve, tenê hevokek di navenda jîyana te de hebe:

Bi naskirina te ve hemû gul û kulîlkên min ên giyanî çilmisîn, dawîya hemû aso û asîmanên min hatibû.

Xwedê ya min ji te re nehêle.

 

Faik Öcal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply