Rêzehevpeyvînê Jina (20) – Karîna Osêyan

Lokman Polat – Pirs : 1-Ji kerema xwe, tu dikarî xwe bi xwendevanan bidî nasîn?

Ez Karîna Osêyan ji êla Sîpka, qebîla Îsedizame. Ez li Ermenistanê ji dayik bûme, bajarê Gumiryê (Lênînakanê).

Ez naha dimînim li Fransayê bajarê Lîonê, min xwendina xwe berdewam  kir, di zanîngehê bijîjkî. Niha li klînîka onkolojî cawa hemşîre kar dikim.  Dîsa ez kar dikim wek tercmeçî-werêr li nexweşxanê û caran jî di dadgehê de.

Ez dayika du zarokan im.

 

Lokman Polat – Pirs : 2 – Te kîngê û çima dest bi nivîsa kurdî kir?

Karîna Osêyan Li sala 2013an piştî komkujiya Şengalê min biryar da ku, ez ê dest bi hînbûna zimanê xwe yê zikmakî bikim, êş û jana gelê min di nav helbestan de bînim ziman. Di destpêkirinê de hezkirina zimanê dayikê di dilê min de roj bi roj mezin dibû, û ez fêrî ziman dibûm, bi vî awayî min dest bi nivîsandina helbestan kir.

Pirtûkeke min e helbestan bi navê BÊDENGIYA XERÎBIYÊ ye hatiye çapkirin.

 

Lokman Polat – Pirs : 3 – Hinek nivîskarên kokkurd bi tirkî , erebî, farisî dinivîsin. Lê, te tercîha xwe bi kurdî nivîsînê kiriye. Yên kokkurd ku bi tirkî , erebî, farisî dinivîsin, nivîskarên kurd in yan nivîskarê zimanê tirkî ne?

Karîna Osêyan Ezê bêjim, ku nivîskar bi çiqas zimanan bizanibin ewqas dewlemandin. Bifikirin, çiqas baş e ku nivîsên me bi zimanên din bên naskirin!. Miletê din bi zimanê xwe bixwînin!. Yan jî berhemên me bi zimanên din dê bêne wergerandin, ew tiştekî balkêş e. Erê, bi rastî em yek ji wan neteweyan in ku zû bi zimanek din fêr dibin. Gelek ji me naha wekî wergêr dixebitin û ne tenê helbest, roman, wisa jî qanûn û çanda miletên din ji bo zanîna me, pêşketina me, wergerînin, na ew tiştekî girîng e. Miletê me tenê dikarin bi serbilindî bêjin ku fêrbûna her ziman ji me re hêsan e.

Lê pêwîst e ku zimanê dayikê biparêzin, xweyî bikin, xeyalan bikin, ku nayê qedexe kirin, tune nebe. Zimanê dayikê wek dayika me şirîn û pîroz e. Edebiyatê de ziman tiştê herî esas e. Tu kîjan zimanî binivîsî, tu dibî nivîskare wê miletê. Divê kurd zimane dayîka xwe binivîsin.

 

Lokman Polat – Pirs : 4 – Tu ji bo nivîskarên ku bi eslê xwe kurd in, lê berhemên xwe bi zimanên neteweyên serdest (Tirkî, Erebî, Farisî) dinivîsînin çi difikirî?

Karîna Osêyan Ez rêz û hurmetê didim hemû nivîskarên hemû neteweyan. Lê em gerek bîr nekin ku, her nivîskarek bi zimanê xwe tê nasîn, her nivîskar bi zimanê xwe tê hezkirin, her nivîskarek rûmeta Welatê û miletê xwe ye. Lê eger ew bi zimanê xwe nenivîse, bi zimanê xwe nayê nasîn, ked û xwêdana wî/wê nayê nirxandin. Mixabin gelek ji me, roja îroyîn bi zimanê beyanî pêş de diçin û bi zimanê xelkê xwe didin nasîn, ev jî qedera me ye. Zimanên neteweyên serdestan nivîsandin divê kêm bibe, divê qet nebe, divê hemû kes zimane dayîka xwe binivîse. Tiştê herî pak nivîsandina zimane dayîka me ye.

 

Lokman Polat – Pirs : 5 – Tu çi cure pirtûk dinivîsî? Di warê edebî de çi diafirînî? Gelo tu nafikirî ku romaneke bi kurdî binivîsî?

Karîna Osêyan Di destpêka min helbestan hez kiriye, û bi zimanê Ermenî, Rusî nivîsandiye, lê niha helbestan bi zimanê dayikê dinivîsînim. Helbestên min jî piranî li ser êş, ferman, xerîbî, tenêbun, evîn û xwezayê ne.

Vê demê romanek li bin destê min de ye, min dest bi nivîsandina wê kiriye, lê mixabin dema min pir kurt e, ez bi gorî dema xwe li ser kar dikim.

 

Lokman Polat – Pirs : 6 – Kurdî ya devkî dewlemend e. Gelo tu rewşa edebiyata kurdî ya nivîskî çawa dibînî?

Karîna Osêyan Miletê me, di rewşa bê dewletbûnê da gavên mezin diavêjin û roj bi roj pêş dikevin, li ser asta cîhanê de, cihê bilind digrin. Wêjeya me ne kêmtir e tu wêjeyî. Wêjeya me dewlemend û zengîn e. Sed mixabin, em tên qirkirin û asîmîlekirin, zimanê me qedexe ye, dibistanên me tune ye li welat. Astengiyên me yên neteweyî gelek in. Ji ber vê yekê jî em divê bixwînin, binivîsinin û taybetî jî zarokên me bidin xwendine. Em divê  ji bîr nekin, ku em koçber in, entegrasyona welatek nû çand, kultûr, nasname me winda neke. Ez dixwazim edebiyata me ya nivîskî divê her roj zêtedir hewldan çêbe û zêtedir em binivîsin. Yê heta niha kêm in, divê zêtedir xebat pêş bikevin.

 

Lokman Polat – Pirs : 7 – Li gor te kîjan şaxê edebiyata kurdî (helbest, çîrok, roman û şano) li pêş e û herî pir dewlemend e?

Karîna Osêyan Eger em bala xwe bidin berhemên me, berhemen hêja û dewlemend gelek hene, lê ji ber pir sedeman xwedî dernekin ew qas kêm e. Vê demê de, ji hemû beşên wêjeyê bêhtir, helbest li pêş e. Şano yên me ji hene lê pir kêmin, Roman û çîrokên me jî dewlemend û balkêş in lê hîn wek dilê me nehatine nivîsandine. Ez hêvî dikim her alîyê edebiyata me de pêşketin yê çêbe.

 

Lokman Polat – Pirs : 8 – Edebiyata kurdî bi tevahî çawa dikare pêş bikeve û dewlemend bibe?

Karîna Osêyan Gor min nivîsandin, niqaş, berhemên hêja û rexne dikare bersiva pirsa te be. Zimanê me gelek dewlemend e, nivîskarên me roj bi roj zêde dibin, her yek ji me du, sê zimanan zane, ev ji dewlemendiya mezin e. Lê mixabin rexnevanên me kêm in. Mafê her kesekî heye ku rexne bike. Gelek ji me helbestan dinivîsin û dixwînin, lê tişta girîng ev e, wateyê naveroka helbestan bê femkirin. Hela em çiqasî ji xwendinê famdikin an jî, tesîra xwendinê çiqasî fikrên me tijî dike. Û ez ê bêjim ku em miletek pir serbilind û kubar in rexne qebûl nakin, ew tiştekî ne baş e. Ez rêz û hurmetê didim hemû nivîskaran û hemû rexnegiran, lê heger rexne tunebe, serkeftin û pêşketin jî vê tunebe.

 

Lokman Polat – Pirs : 9–Li gorê te helbest çiye? Helbest ji bo te çi wateyê dide ? Tu dikarî hinek helbesta kurdî bidî ber helbesta cîhanê? Îro tu helbesta kurdî di çi astê de dibînî, helbesta nûjen di çi warî de ye? Heman pirs ji bo şano, çîrok û romana kurdî ye ji.

Karîna Osêyan Helbest li gorî min, azadiya dilê min e, dengê bêdengî ye, dermanê hest û rih e, raman, êş û şahiye, evînî û xwezayî ne. Carina xwîna ku ji birînê dilê min dilop, dilop dirije, dibe helbest.

Li hemberî hemû astengiyan, em çiqasî jî serkeftî bin, em nikarin xweşik bûna jiyanê bînin ziman, wek nivîskarên bi qedera baş û jiyanek hêsan. Lê em dikarin êşan baş bînin ziman, ji ber ku gelê me gelek êş û azar kişandine û ew êş me xurt û zana kiriye. Ez çar zimanan dizanim, helbestên wan û yê me hilbet cudatî heye. Helbestên zimanê me gelek watedar in. Lê divê em zêtedir hezbikin û zêtedir serê xwe biêşînin. Ez bawerim di peşerojan de emê hê bêhtir pêşkevin, û vê edebiyata me jî bala  cîhanê bikişîne, û em ê jî di rêza yekem de bin.

 

Lokman Polat – Pirs : 10 – Mijarên berhemên te çin in? Di nav wan mijaran de mijara evîn û evîndariyê jî hene? Dibêjin; yên nebe evîndar derdê evînê nizane. Gelo tu buyî evîndar? Yanî tu aşiqê kesekî buyî? Yan jî kesekî aşiqê te bûye?

Karîna Osêyan Yên nebe evîndar nikare bibe helbestvan. Wek tê zanîn, hozan, helbestvan hergav evîndar in.

Evîn wek okyanûsê ye, ser têgeha evînê gelek dîtin û raman hene, gelek caran, evîn wek hestek balkêş û hestiyarî tê xuyakirin, gelek caran jî evîn êş û jan e. Gelek lêkolîn, gotar û berhem hene, li ser mijara evînê gelek stran, helbest, roman û çirok hatine afirandinê. Mijara evînê gelekî dewlemend û rengîn e.

Ez dikarim bêjim, ku evindarim, evîndarê zimanê xwe me, evîndarê xwezayê, çiya, zozanan, welat, malbat, xebat, zarok. Azadiyê hez dikim, ji ber ku, azadî evîneke bê dawî ye. Ez dikarim li ser evînê gelek tiştan bibêjim, lê gotin têrê nakin.

 

Lokman Polat – Pirs : 11 – Tu ji bo rexnegiriya edebî çi difikirî?

Karîna Osêyan Rexne tiştekî gelek baş û girîng e. Rexne di edebiyata me de pêwîste, nirxandina pirtûkekê ronî dike. Lê berî ku em yekê rexne bikim, gotî em wî/wê baş nas bikin. Divê em gerek rexne wisa bikin da ku zirarê nedin kesî. Carna rexne û reşkirin tev hev dibe. Navbera me de divê hurmetê bidin hev dû.

 

Lokman Polat – Pirs : 12 – Gelo di nav eniya edebiyata kurdî de valahiya rexnegiriya edebî dê çawa bê tijekirin? Dê bi şêweyeke zanîstî rexnegiriya edebî bê pêkanîn? Tu çi difikirî?

Karîna Osêyan Mafê her kesî heye rexne bike, lê her kes nikare rexne bike. Gelek ji me dizanin rexne bikin, lê nizanin rexne çi ye. Rexne, kêmasî û şaşitiya xebatên edebî zelal dike. Gelek kes rexneyê ji bo van armancên neyînî bikar tînin û ji ber vê jî gelek kes rexneyê weke taybetmendiyeke êşandinê fêhm dikin. Lê belê ne karê rexneyê ku dilê kesî bişikênîn, biêşînin. Ez ev jî bêjim, ku gelek caran rexne şaş hatiye bikar anîn û lewma jî şaş hatiye fêhm kirin. Mirovên turîke wan tijî dikarin şêweyeke nû rexne di nav edebiyata me de pêş bixin bi hewldan û nivîsarên xwe va.

 

Lokman Polat – Pirs : 13 – Masmedia kurdan zêde cih nade danasîna pirtûkên kurdî. Li ser pirtûkên kurdî pir hindik nivîsên danasînê û nirxandinê têne weşandin. Li welatên Ewropayê kovarên ku sirf ji bo danasîn û analîza pirtûkan têne weşandin, hene. Ji bo danasîn û nirxandina pirtûkên kurdî, weşandina  kovareke xwerû bi kurdî ya li ser hîmên minaqeşe û rexneyên edebî pêwîst e yan na?

Karîna Osêyan Bê gûman weşandina Kovareka ji bo nirxandin û analîza pirtûkan tiştekî pîroz e. Karekî wiha hêjaye, lê gelo kî dikare vî karî bike? Li ser bixebite û pêş bihere. Erê valatîyek heye, hewcedarîye ku bê danasîn kirin, bê nirxandin, analîzekirinê û bê weşandin.

Lê alîye danasîna pirtûk û nivîskarên me de  kemasîyek mezîn heyê, gelek berhemên nû nayên nasîn, winda dibin bê nav û deng. Pêwîste ku bo danasîna derheqa berhemên nû nirx û rexne bê kirin, bi vî awayî pirsgirê bidin milet, da ku mirovên jêhatî pêş de herin. Rast e, çend malper hene ku kar û xebatên baş dikin, lê ev têrê nake. Ji bo ku em encamên mezintir bi dest bixin, pêdiviya me bi zêdetir hebe, gerek edeba wêje bê parastin.

 

Lokman Polat – Pirs : 14 – Di nav nivîskarên cîhanê de bandore kîjan nivîskar li ser te heye? Yan jî tu kîjan nivîskarî nêzîkê xwe dibînî? Û herw eha Tu ji berhemên (roman, çîrok, helbest û şano) kîjan nivîskarên cîhanê hez dikî.

Karîna Osêyan Bi rastî her nivîskarekî bandora xwe li ser min dihêle. Ez nikarim bibêjim ku ew nivîskarek baş e, yê din xirab e, hemî bi awayê xwe baş in, hemî bi kûrahiya dilê xwe de dibiriqin û cîhana me tijî dikin. Hemî jî cihê rêzgirtinêne û berhemên wan gelekî dewlemend û balkêş e. Her kes di dilê xwe de azadiya xwe, sînorên xwe, bihuşta xwe û quncika xwe ya bêdengî dide xûyakirin. Lê bi kûrahiya dilê min de, bandorê nivîskarên Ermenî, Parûr Sêvak, Hamo Samyan, wisa jî Fêrîkê Ûsiv, Şkoyê Hesan, Çergezê Reş ser min gelek heye. Nivîskar Omar Xayam jî cûda ye ji bo min.

 

Lokman Polat – Pirs : 15 – Tu kîjan nivîskarên kurd nêzikê xwe dibînî û ji berhemên kîjan nivîskarên kurd hez dikî?

Karîna Osêyan Fêrîkê Ûsiv gelekî nêzî dilê mine, ji ber ku di helbestên wî de ez xwe û jiyana xwe dibînim. Carina, gava ku ez helbestên wî guhdarî dikim yan jî dixwînim, ez difikirim ku wî jiyana min nivîsandiye.

 

Lokman Polat – Pirs : 16 – Te qet pirtûkên min xwendiye? Heger xwendiye kîjan pirtûk?

Belê mamoste, kitêba te bi navê Çîrokên Rengîn li ber destê min e. Gotarên we yên ku li ser malperan tên weşandin jî min xwendiye.

Ji dil ez serkeftin û pêşveçûnên mezin ji we re û ji karê we re dixwazim.

 

Lokman Polat – Pirs : 17 – Niha li ser çi dixebitî? Di nêz de berhemeke nû heye an na? Di pêşerojêde dê kîjan berhema te bê weşandin?

Karîna Osêyan Ez karkerê nexweşxanê me. Pandemiya cîhanê, planên min guhart, Lê ez hewl didim ku karê xwe berdewam bikim. Ezê li vir projeyên xwe dibêjim wek xwendina bilind, wek roman, wek helbesta duda çap bikim wek mayîn jî. Bila ew jî ji bo xwendevanên min surprîz be.

 

Lokman Polat – Pirs : 18 – Gotina te ya dawî…

Xwastina min ew e, ku her nivîskar, her rexnegir, her zana, gerêk aliyê xwe de dest bavêje ciwanên milet, rê li pêşiya ciwane vekin û di rêya nirxandinê re helbestê bilind û xweşik bikin. Ne tenê bona parastin, lê usa jî bona pêşdaçûyina edebiyat û çanda milet, ku milet pêjde herê û serbest be.

Mamosta Lokman Polat ez razîbûna xwe ye herî mezin we tînim ji bo karê we pîroz, ku hûn hunera milet didin nasîn. Serkeftinên mezin ji bo we û aştiyê ji bo gelê me dixwazim.

Bi dilekî şa û rêzdarî ez hemûyan silav dikim…

Lokman Polat – Spas jib o bersîvên te.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply