Forum

Îlon, 2023

  • 5 Îlon

    Romana Semerqand – 34 (Amîn Me’lof)

    Şêrînê, yek ji wan ji min re şand. Ez hêca jî vedişêrim. Carna lê dinêrim û dikenim. Nava baxçe de, li ser mehfûrekî jin û mêr dora çil kesî. Her yekî bi temtêlekî. Tirk, Japon Awustralyayî û di nav nîvê wan de li pêşiyê M. Naus. Bi riha spî, simbêlên boz û weke papazekî bi temtêla melê de! Şêrînê li …

  • 5 Îlon

    Torpîl, mala me xerab dike!

    Torpîl tevgerek e ku bi gelemperî li dijî nirxên exlaqî û etîk tê hesibandin. Torpîl avantajeke neheq e ku bi girêdan an îmtiyazên kesane ve hatîye bidestxistin. Ev dikare bi neheqî zirarê bide mirovên din û prensîba wekheviyê xera bike. Torpîl zirarê dide têkiliyên civakî yên ku li ser bingehê bawerî û durustiyê tevdigerin. Torpil pergalek diafirîne ku tê de …

  • 4 Îlon

    Pirtûka Bêhizûriyê

    Fernando Pessoa “Livro do Desassossego” ku bi navê “Pirtûka Nerehetiyê” yan jî “Pirtûka Bêhizûriyê” tê zanîn, wekî mîrateyek edebî ya mezin tê hesibandin. Pirtûka Pessoa dikare îlhamê bide kesên ku li ser bêhntengiya hebûna mirovan û tevliheviya jiyanê difikire. Lewre jî pirtûkek hêjayê xwendinê ye. Wateya peyva hizûrê, aramî, rehetî, sebirdarî û bêhnferehî ye. Bêhizûrî jî berevajê van peyvan e. …

  • 3 Îlon

    Xewnerastî

    Bi pîjikê destê xwe kolana çalê domand. Li gel ew jî dizanibû dê tiştek ji vir dernekeve lê ew hîsa dilê wê rêya rawestanê lê birîbû. Ez fêm nakim mirov çima wisa ne, çima ji rastiyên xwe bawer nakin, li dû xeyalan difirin. A rastî a wê ne xeyal bû jî tenê hîsa vekolînê bû, hew dixewst bikole. Dikola dikola …

  • 1 Îlon

    Însanên Heywanî

    Ahûramazda (Ezda) rojekê ji rojan gazî Melekê Tawûs dike û jê re emir dide, dibêje: “Min wezîfeya xuliqandina dinyayê daye te. Here û dinyayê biafirîne, bila di hundirê wê de şînahî, însan û heywan hebin.” Melekê Tawûs ji hizûra Ezda derdikeve û dest bi wezîfeya xwe dike. Wezîfeya xwe di şeş rojan de diqedîne. Gava wezîfeya wî diqede diçe hizûra …

Tebax, 2023

  • 30 Tebax

    Bîranînên Amed Tîgrîs

    Piraniya pirtûkên bîranînên ku ji alî rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd ve hatine nivîsîn bi tirkî ne. Lêbelê bîranînên ku Amed Tîgrîs nivîsiye bi kurdî ye û ev jî nirxa wê ji yên bi tirkî bilindtir û baştir dike. Pirtûka bîranînên Amed Tîgrîs di nav weşanên Ranya/Kurdpel de li Wanê derketiye. Çapeka vê pirtûkê jî ji alî weşanên Apecê li …

  • 30 Tebax

    Rêvebirîya Gunehan

    Guneh, tevgereke çewt e. Ne di rê de ye, ne li gorî aqlê hevpar e. Di guneh de neheqî li kesekî din dibe. Dibe ku herkes gunehan bike; lewra em li gorî ku karibin gunehan bikin, hatine xuliqandin. Kesên zane û bawermend, dikarin gunehên xwe birêve bibin; lê yên ku ji tahma gunehan têr nabin, guneh wan bi  rêve dibin. …

  • 29 Tebax

    Dûringa rexneyî

    Loma jî, ji bo çêbûna rexne û rexnegiriyeke tekûz ya di wêjeya kurmancî ya li bakur de,  berî her tiştî, pêwîst e di navbera ‘tişteya rexneyê’ û ‘kirdeya rexneyê’ de dûringeke rexneyî ava bibe. Dûring, di navbera du an jî ji duyan zêdetir heyînan de, dûrbûneke hebûnî ye. Gava du tişt û heyînên ruhber û neruhber wekî pîvana metreyî ji …

  • 29 Tebax

    Dengvedana Derengmayî

    Ez hew dinivîsînim Ber ew dîroka hilweşandî û tar û mar, Ew kavilên ku bûne hêlîna kundan, Ew zimanê ji şîr spîtir ji hingiv şîrîntir Ku bûye qedexe û hatiye jibîrkirin, çîroka xwe binivîsînê.   Ez hew deydikim Ber ew jinên ku di temenê bûkaniyê de Li hember hovên sedsala bîst û yekê de Bi çekan pareziya namusa xwe dikin, …

  • 29 Tebax

    Cejna Hinaran a Hewraman

    Hewraman devereke çiyayî li rojhilat û başûrê Kurdistanê ye ku pirraniyê nîştecihên wê bi zaravayê Hewramî û yên din jî bi zaravayê Soranî ya Cafî diaxivin. Navçeya Hewramanê li rojhilat, di navbera du parêzgehên Kurdistan û Kirmaşanê da ye. Beşa Hewramanê ya parêzgeha Kurdistanê devereke dîrokî, geştyarî û xwediyê xwezayeke bikir û çandeke taybet e. Li gorî vê çandê giringî …