Xewnerastî

Bi pîjikê destê xwe kolana çalê domand. Li gel ew jî dizanibû dê tiştek ji vir dernekeve lê ew hîsa dilê wê rêya rawestanê lê birîbû. Ez fêm nakim mirov çima wisa ne, çima ji rastiyên xwe bawer nakin, li dû xeyalan difirin. A rastî a wê ne xeyal bû jî tenê hîsa vekolînê bû, hew dixewst bikole. Dikola dikola û dikola.

Piştî demekê westiyabû kortika wê jî fireh û kûr bûbû, êdî dikaribû dev ji kolanê berde lê dizanibû heke ji bo westana xwe kêmtir bike jî, bisekine dê nikaribe êdî karê xwe bidomîne. Jixwe jiyana wê wisa bû zû aciz dibû ji karan, navbereke kurt jî dibû sebeba karberdana wê. Belbî jî dixwest vî xûyê xwe yî rawestanê berde ji ber wê bêhna xwe venedida. Dikole, dikole nakole kela dilê wê sar nabe û rawestan xwe lê nade der, an jî ew naxwaze rawestana xwe bîne bîra xwe.

Ranewestiya, karê li ber xwe domand ta ku ji taqetê ket, hê jî destên wê bêyî hemdê wê diliviyan kortik dikolandin lê hişê wê çûbû bêyî ku haya wê jê hebe ku bê ka çi dike karê xwe didomand. Bi wecdeke wisa dikola ku mirov digot qey ew sofîyeke dergeha mala şêx e û bi cezbeyê ketiye. Êdî ji taqetê ketibû lê dilê wê bi hêza xortekî çardeh salî li ser karê xwe bû. Ranediwestiya. Dikola dikola û hew dikola.

Êdî laşê wê nikarîbû bi ya dilê wê bike, ji hal de ket û destên wê di berde hatin xwarê, çavên wê hatin girtin, serê wê di berde xelîya. Kete xewneke giran û xweş, xewneke weke xewna kodekan.

Va ye ji wir ve tê, simbêlên boq û sorhinekirî, bejn û bala zirav û dirêj, bi girêdana kurmîran. Hat, destê xwe da ber serê min, ez bi wê ramûsana xwe ya ferîştehî ji xewa şêrîn hişyar kirim. Ez dibêjim qey şefeqeta ser lêvên wî di dilê dayîkan de jî nîn e. Bi destê min girt, ez ji erdê ji nava wê dûxanê rakirim, min kortika xwe û westana xwe ji bîr kiribû, ez nizanibûm bê ew kî ye û ez li vî warê xalî çi dikim. Ez li hespê xwe suwar kirim. Ti nîşaneya tirs û gumanê di dilê min de nîn bû, îradeya min bûbû êsîrê lebatên wî û lebatên min bêziman mabûn, ketibûn bin emrê emrê wî.

Ev kurik kî bû, ji ku bû, çi kes bû, min nas nedikir. Bê yî ku tiştekê bibêjim ez tabiê wî bûbûm, ev ne karê aqilan bû lê aqil û hiş bi min re nemabûn. Ez bêdeng li pey wî li hespî suwar bûm. Bi çargavê di nava mêrgeke hêşîn de em dibeziyan, ti xem û hena di dilê min de nemabû ti hîseke dinyewî li gel min nemabû. Pişta hespî ji min re bûbû weke doşekek li ser ewran. Bêhneke buhuştî bi ser dinyayê ketibû, te digot qey ez bûme bûkeke bi xeml û bi zavê diya xwe re di buhuşta evînê de li ser kihêla pêxember difirim. Te digot qey li ser rûyê dinê tenê ez û ew, ez û malxoyê min hebûn.

Em diçin û diçin. Bêdeng bêaxaftin em her du jî nediaxivîn te digot qey heke dengek jî derkeve dê ev xewn di nêvî de bimîne. Tenê dengê nalên hêsp aîdê vê xewna derewîn bû. Erê erê teqez ev xewn e ku ez tê de me.

Min hêj tehma vê kêfê heta nava xwe hîs nekiribû ku dengê teqînekê hate ji nav daran, xewna min bi dawî bû weke tu kêrê bigirî û kezeba min ji cihê wê rakî, êşeke wisa bi min re peyda bû, tirseke wisa bi min re çêbû ku te digot qey ez pelek im ji bo ji guliyê dara xwe newême xwarê di ber bayê de li ber xwe didim ew qas diricifîm.  Xortê min ji ber min kete erdê, ez mam tenê hespê min di cihê xwe de ma serê tewand bi ser suwarê xwe yî di nava gola xwînê de vezelandî.

Linga wê ji ber çû, ket hundirê kortika vedayî, ji xewnê hişyar bû kû ser wê hemû bûye tox û xubar hêsir ji çavan têne xwarê. Roj êdî li ber roava bû. Li kortika xwe nêrt, li der dora xwe nêrt, fêm kir ku êdî dereng e, divê here mal. Xewna xwe ya nîvçe di kortika xwe de binax kir, sê dilop hêsir bi ser de rijand û berê xwe da gund.

Muxtar û gundî êdî ketibûn tatêla mamaosteya dibistanê, ji dana êvarê ve ye ku wenda ye û kesî jî nediye bê ka bi ku ve çûye. Li ber mizgefta gund li hev civiyabûn, kar kiribûn ku dê biçin li mamosteyê bigerin.

 

Heta gihişte gund êdî şev tarî bûbû, gundiyan dît ku va qeretûnek ji jêr ve tê, çend kesan ber bi wê ve lezand û çûn cem wê, ti deng ji mamosteyê dernediket. Wan jî hevaltiya rêwîtiya wê kirin û hatin gel civatê. Kesî tiştek ji halê wê fêm nekiribû, di nava axê de bi çavên hêsir û bêdeng dimeşiya, bersiv nedida pirsên kesî heta li rûyê wan jî nesinêrt, te digot qey miriyek e û ji gornê derketiye. Tenê carek serê xwe bilind kir û çav li Mistefakê Elî  ku ji Bîrguriyan e û hatiye mêvandariyê ket. Çawa wê Mistefa bi simêlên boq sorhinekirî û bejin zirav li ser hespê kihêl dît ji xwe ve çû, kete erdê.

Dilbirîn Dilo

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply