Cejna Hinaran a Hewraman

Hewraman devereke çiyayî li rojhilat û başûrê Kurdistanê ye ku pirraniyê nîştecihên wê bi zaravayê Hewramî û yên din jî bi zaravayê Soranî ya Cafî diaxivin. Navçeya Hewramanê li rojhilat, di navbera du parêzgehên Kurdistan û Kirmaşanê da ye. Beşa Hewramanê ya parêzgeha Kurdistanê devereke dîrokî, geştyarî û xwediyê xwezayeke bikir û çandeke taybet e. Li gorî vê çandê giringî û taybetbûna pêgeha hinarê li nav xelkê navçeyê heye û navdariya kalîteya hinara Hewramanê li tavahiya Îranê berbelav e. Hewraman tim zadegeha sereke ya alîgirên ayîna Yarsanê bûye û hinar li ba wan mêweyek pîroz e û ew hinarê wek hêmaneke mayinde û mêweyeke bihuştî dizanin. Ji ber wê her sal ji bo pêzanîn û şêkirandina vê nîmetê festîvalekî bi navê cejinvareya hinarê ya Hewramanê li gundên Hewramana Text û herweha gundên ku ji wê nîmetê bibehre ne, tê lidarxistinê. Herçiqas ku ev cejinvare bi awayeke pelate di tevahiyên gundên ku ji vê mêweyê bibehre ne tê birêve çûnê lê gundên Zerdûyî, Niwên, Bilbir, Kilcê, Jîwar, Naw û Silên wek navenda wê cejnê têne zanîn.

Alîgirên ola Yarsan, ku pirrani-ya perestgehên wan di devera Hewramanê de cih girtine, hinarê wek mêweyek bihuştî dizanin û girîngî û pêgeheka taybet a hinarê li ba wan heye. Di teoriyên hêmannasî û ustûrenasiyê da jî ji ber dendikên hinarê yên gelek, ew hêmana bereket, zêdebûna nifşan û pirrbûna nîmetan e. Yek ji girîngtirîn ustûreyên têkildarî hinarê di çanda Hewramanê da, ustûreya Baba Yadîgar(-yek ji pîrên Yarsanan) e ku di deqên kurdên Yarsan da tê dîtinê. Baba Yadîgar ji dayikeke bi navê dada Sara û di encama xwarina dendikên hinarê de tê dinyayê. Piştî ku zarokek ji dada Sara re çêdibe bi emrê Siltan Îshaq ew diavêjin nav tendura gurr û zarok yanê Baba Yadîgar sax derdikeve. Ji ber vê bûyerê paqijiya dayika wî tê selmandinê.

Alîgirên ola Yarsan, ku pirraniya perestgehên wan di devera Hewramanê de cih girtine, hinarê wek mêweyek bihuştî dizanin û girîngî û pêgeheka taybet a hinarê li ba wan heye. Di teoriyên hêmannasî û ustûrenasiyê da jî ji ber dendikên hinarê yên gelek, ew hêmana bereket, zêdebûna nifşan û pirrbûna nîmetan e.

Berê ev festîval tim ji aliyê xelkê navçeyê bixwe dihate lidarxistinê lê di van salên dawiyê da hin sazî û rêkxistinên girêdayî devletê bi hevkariya xelkê û bi mebesta nasandina vê potansiyelê bi bajar û welatên din tevgeriyan ku cejinvarê di asteke berfirehtir da bi rê ve bibin. Ev cejn bi boneya şêkirandina berhevkirina mêweyan, payîzê bi rê ve diçe. Destpêkê rûniştiyên deverê li cihekî ji gund dicivin û hinarên xwe ku berhev kirine li vê derê kom dikin û bi xwendina diaya şê-kirandinê, dîlan û govendê vê nerîtê li dar dixin. Merasîm bi dengê defê û helbestên defjenan ve dest pê dike û hevdem kenîşk û kurên ciwan bi kincên kurdî û selikên ku hinar tê de ne tênê nav xelkê ku li vir civiyaye û dûv re bi gotina diaya şêkirandinê destên xwe ber bi semayê bilind dikin û ji Xwedê re ji bo dayîna wan nîmetan spas dikin. Piştre bi selikên xwe yên bi hinaran dagirtî, di nav xelkê da derbas dibin û mehsûlên xwe bi xelkê didine nasandinê.

Rudaw.net

Bi boneya hatina geştyarên biyanî, peyama cejinvareyê ji bilî zimanê kurdî, bi zimanên farisî û îngilîzî jî tê xwendinê. Merasîm bi stranên gelêrî û yên nû, lîstika zarokan bi hinarê, kayeyên deverî, helperke û govenda ciwanan didome.

Ev cejinvare ji bilî girîngiya rehenda çandî û huneriya xwe ji bo pêşketina geştyariyê û nasyariya geştyaran li gel çanda deverê jî derfetek mezin e û herweha ji bo çêtirbûna aboriya navçeyê jî pêkanek e. Herçiqas hatibû destnîşankirin ku ji bo cejna hinaran a Hewramanê dê di salên dahatûyê de amadehiyên li asta netewî û berztir dê hebin lê ji ber maneya lîstina jinên bêhîcab di vê cejinvarê de, mela û kesayetiyên navdar li dijî birêveçûna vê merasîmê rawestan. Di van salên dawî da cejn bêyî agahi-ya pêşîn û bi awayeke kerre-kerr ji aliyê rûniştiyên deverê û di asteke biçûk de birêve diçe. Vê cejinvarê dikaribû gelek potansiyelên erênî û mezin ji bo deverê û tevahiya parêzgehê çêbike û gavên girîng ji bo pêşketina geştyariya herêmê pêk bihîne. Herweha hinarên Hewramanê ev şansa didît ku bibin markayeka navdar ku di asta cîhanê da jî xwe nîşan bidin. Lê mixabin ji ber nebûna pêkanan û astengkarî û bêbaldariya berpirsan, cejna henaran a Hewramanê hat ku raweste.

Çavkanî:  Kovara Dilopê – Sal: 3 • Hejmar: 16 • Îlon-Cotmeh (r.71)

Nivîskar: Îbrahîm Şadman

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply