Mehabad an jî Sablax (bi farisî: مهاباد, lat. Mahābād) bajarekî binavûdeng a kurd, li başûrê Gola Urmiyê yê û bajarke Rojhilatê Kurdistanê ye.
1300 m bilindahiya wê ji ruyê avê ye. Ew li bakûrê rojavayê Komara Îslamiya Îranê li bajêristanê Mehabadê û 168.000 kes lê dijîn.(2006)
Di sala 1946’an de li vir Komara Kurdistanê ya Mehabadê hatiye afirandin.
Navê Mehabad ji farsî yê û tê maneya bajarê heyvê, Meh/Mah jî him kurdî him jî farsî yê û -abad jî mînak peyva kurdî ya -ava ye, -ava/-abad ji paşpirtikek e û maneya gund, bajarr yan tax ê dide yane em karin bejin Mehava an Heyvava. Ev nav li sala 1936ê de bi armanca modernîzekirin û aryanîzekirina Îranê li aliyê Reza Şah ve hate danîn. Wek tê zanîn, navê bajêr yê berê Sablax bû ku bi eslê xwe ev nav bi tirkî bû.
Mehabad navendeke mezin a bêşesaziya çandinê ye. Ew li ser rêdûran bi du bajarên din ên mezin ên bakurê xwe, Tebrîz 300 km, Urmiye 150 km, girêdayî ye. Mehabad navenda deverê bi navê xwe ye.
Wê di sala 2008 kompaniya bi navê Mahabad Petrochemical Company bêşegehek ji bo hilberandina berên kîmyawî ji nefte were avakirin. Li Mehabadê zanîngehek heye Mehabad navenda ramana dewleteke kurd a serbixwe ye. Di sala 1946’an de Mehabad paytexta Komara Kurdistanê ya Mehabadê, dewleteka serbixwe yê kurd bû. Piştî şerê cîhanê yê duyem artêşa Rûs li Îranê mabû û nidihîşt Îran bikeve Kurdistan û Azerbaycanê.
Di bin stara leşkerên Rus de Kurd serxwebûna xwe dan zanîn. Mele Mistefa Barzanî ji Başûrê Kurdistanê hat Mehabadê û bû berpirsiyarê berevaniya Mehabadê. Lê piştê 11 mehan, bi lîstikê Brîtaniya Mezin artêşa Rus ji Îranê derket û rê ji leşkerê Îranê re vebû.
Kurdên Mehabadê gotin “Faris xwîşk û birayên me ne, em bi wan re şer nakin”. Fermandarên Îranê jî soz dabûn ku şer çênebe. Leşkerên kurdan rê dan farisan. Lê dema ku ew hatin, serê serokên kurdan li Meydana Çarçira lêxistin û Komara Kurdistanê ya Mehabadê ji holê rakirin.
Mehabad sembola welatparêziya kurdan e. Tê gotin, ku gelek kurd Mehabad di dilê xwe de veşartî digirin; wê di dema pêşeroje de bibe paytexta Kurdistana Azad. Mehabad wek Amedê girîng e, hem ji bo kurdan û hem jî ji bo desthilatdaran.
Di sala 2005an de Hêzên Ewlekariyê Îranê xortekî kurd ê 26 salî Şwaneh Qaderî kuşt. Ev bû sedema serhildaneke mezin li Mehabadê û paşê gihîşte bajarên din ên Kurdan li rojhilat. Gelek kurd hatin kuştin. Hîkûmeta Îranê 100.000 leşker şand Kurdistanê, 3000î zaftir hatin Mehabadê. Wek li bajarên din ên Rojhilata Kurdistanê li Mehabad jî Hikûmeta Îranê zordariyê li ser kurdan dike. ( Ji bo vê dagirkeriya Îranê hêvî dikim îran talan bibe)
Mehabad jî navendeka kurdan a çand û wêjeyê ye. Gelek helbestvan û nivîskar ji wir derketine;Hêmin (Seyîd Mihemmed Amînî Şêxo al-Îslam Mukrî) (1920-1986), Ebdurihman Zabihî (1920-1980) û Gîw Mukriyanî hinekên girîng in. Di Komara Kurdistanê ya Mehabadê de navê “Helbestvanê Netewiyê Kurd” li Hemîn hat dayîn. Berhemên wî yên bi zarava mehabadî, ya ku zimanê wêje li rojhilata Kurdistan e, jê re bûn sedem.
Mirov dikare bi xwendina romana nivîskarê kurd Jan Dost re Mijabad, bêtir nêzîkî vî bajarî û bûyerên ku lê qewimîne bibe.
Çavkanî: Zaningeha Mahabadê
Nivîskar: Kurdolog Beg