Gorholik

Holika min, yanî hizna min a kevnar. Holika min, yanî êşa min a xedar. Holika min, yanî bihuşta min a birîndar.

Dinalim bi dilê dayîka xwe. Dinalim bi zimanê dayîka xwe.  Dinalim bi kilamên bavê xwe.

Xwe bi gorên yên din bêdeng dikim.  Xwe bi sirên yên din mirar dikim. Xwe bi dojehên yên din bêadan dikim.

Min dilê xwe li cîh û warên Çîyayê Spî berda. Bi navên cûda derdikevim der. Bi kodên gelemperî vedigerim hundirê xwe.

Bayek tê û dest û lingên kulîlkên min digire û diramûse. Bayek tê û hiş û aqil li serê min dibe. Bayek tê û hemû zanînên min serûbino hevdu dike. Dipirsim: Tu bayê kê yî yan jî bayê çi yî? Dibêje: Ez xezeba Çîyayê Spî me, ez hêrsa cîh û warê we me.

Êvar di dêma rûyê min de tê xware. Êvar sitrana xwe ji hinarikên rûyê min re dixwîne. Êvar gunehên min efû nake. Êvar tarîya şevê berê ser rûyê min dide. Rûyê min reş e, him li hember Çîyayê Spî, him jî li hember Xwedeyê Mezin.

Evîn birînekê kevn e, birînekê nedikeweye, birînekê netêgirtine. Evîn çûka dûhayê ye, çûkekê revok, çûkekê şermok. Evîn helbestekê bijahre, helbestekê ne dikeve heqeba dil ne jî ji derveyî heqeba dil dimîne. Evînşikestînek tê û hemû hestên tê dirûxîne.

Tazî û ûryan im, li ser şaneşîna ûmrê xwe. Aciz û bêçare me, di mabedên dînê xwe de. Ne Baba Tahir tê alikariya min ne jî hevalê min Faqirullah. Min hingorên xwe li warên Hasê, li ber gorên bênav û bênîşan berdan. Niha di navbera êvar û şevên min de çûyînên bêwext û terîkandinên bêsedem,  çavkanîyên bêxezal û nameyên bê şevçirax, tevnên bêrist û şevbuherkên bêtahm hene. Li hawirdorê min evîndar bêdestûr tên dîwana min,  bêdestûr diçûn ji dîwana min. Min bi tenê diavêt sêgav, ez bi tenê diçûm sêdarê, bi tenê dihêjiyam li sêpîyê.

Di navbera berkanî û bîrkanîyan de tu ferq tune bû, li welatê evînê. Dengbêjek dihat ez dikuştim, du helbestkaran jî cendeka min binax dikir.

Bihar e û baran dibare. Destên xwe vedikim, bi xwelîyê tijî dibe destên min. Hejmara pirsên min ên bêbersiv zêde dibin, gerdûna min bi min nake. Ez çavên xwe berê gerdûna yên din didim. Gerdûna wan jî dişewite û dibe xwelî, paşê xwelî dibare di ser min de. Xwelîyekê sar û sor,  xwelîyekê lal û kor, xwelîyekê hûr û pûr. Mîna hestên min, mîna dilê min, mîna çîroka min.

Holika min li ku ye? Kê holika min xera kir? Kî ketê navbera min û holika min? Ji bo çi ez ji holika xwe dûr ketim? Min holika xwe li ku derê wenda kir? Ji bo çi ez nikarim holika xwe bibînim? Ji bo holika min evîn doste yan dijmine?

Pirs pirr in, bersiv nîn in. Li ber xwelîyê diherim, herf bi herf, peyv bi peyv, hevok bi hevok. Piştre dibînim ku min bi kevirên holika xwe kêla gora xwe çêkirîye.

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply