Di 49 Saliya Koçkirina Dr. Nûrî Dêrsimî de; Helbestek

Lehengo Nûrî Dêrsim!
Bijî Çiyayê Dêrsim
Jiyana te ya dijwar
Va ez bi zêr dirêsim
Bi saya kesên wek te
Buhişt bibe mala te.
Xweş silava bigihîn
Wan şehîdên rêka te;
Seyid Riza û Şêx Seîd,
Wan sofiyên wek Egîd
Xwîn rijandin bi merdî
Bi azadî, bûn mirîd.
Bo rêka te î dijwar
Va em jî dikin hawar
Navê te diparêzin
Ji bihar, ta bi bihar.
Ji Qamişlo û Efrîn
Gul, kulîlka datînin
Ser gora te ezbenî
Dersimê bibîr tînin.

Konê Reş

Derbar Konê Reş

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply