Çîrokên Mîrza Mihemed û Romana Silêman Feqiyanî

Çîrokên Mîrza Mihemed çîrokên gelêrî û folklorîk in. Ew ji hêla naveroka xwe ve gelek dewlemend in. Çîrokên Mîrza Mihemed weke wersiyoneke çîrokên hezar û yek şevan e, lêbelê orîjînala wê kurdî ye. Çawa ku çîrokên hezar û yek şevan gelek dirêjin û weke rêzeçîrok berdewama hevin û bi hevûdu ve girêdayî ne, herweha çîrokên Mîrza Mihemed jî bi şevan tê gotin û naqede.

Medenî Ferho nivîskar û rewşenbîrekî/ronakbîrekî kurd e. Nûha li Belçîkayê dijî. Gelek nivîsên wî di kovara Helwest, Nûdem û rojnama Azadiya Welat de derketine. Ew li ser çand, ziman û edebîyata Kurdî dixebite. Di dema 12 Adarê û 12 Îlonê de hatîye girtin.

Medenî Ferho jî wek gelek rewşenbîr/ronakbîr û nivîskaren kurd di dema jîyana penaberîyê de dest bi nivîsandina kurdî kirîye. Wî di xebata xwe ya nivîsandina kurdî bi dehan berhem afirandîye û bi berhemên xwe pirtûkxana Kurdî hîn jî dewlemend kirîye.

Pirtûka Medenî Ferho Mîrza Mehemed 107 rûpel e. Pirtûka çîroka a dirêj e. Çîroka Mîrza Mehemed çîrokek kurdî ya kevnare ye. Di nav edebîyata devkî ya kurdan de gelek çîrok û çîvanokên kevnare hene. Nivîsandina wan çîrok û çîvanokan edebîyata devkî ya kurdan dike edebîyata nivîskî ya kurdan û ji wendabûnê xilas dike. Wek ku di pêşkêşkirina weşanxanê de jî hatiye nivîsîn:“Weşanxaneya me bawer e ku bi çapkirina vê pirtûkê çîrokek e kurdî ji mirinê xelas kirîye.”

Lî gor vê çîrokê, Mîrza Mehemed kurê siltanê Hemedanê bû. Wî ji nêçîrê hez dikirin, diçûn nêçîrîyê dikirin. Rojek di çîya de rastê xezalek tê. Dida pey, lê wê nagrê. Mîrza Mehemed ew şev ranaze, hetanî serê sibê wê xezala rengîn difikire. Roja din, ew dîsa xezalê dibîne. Dilê wî dikeve xezalê û li pey xezalê dikeve. Paşê gelek tişt tê serê Mîrza Mehemed. Ger hûn dixwazin zanibin serpêhatîyên Mîrza Mihemed çine?, vê pirtûkê bixwînin.”                                                   

Mîn van gotinên li jor dî sala 1995 de nivîsiye. Yanê 27 sal berê. Niha jî min romana Silêman Feqiyanî a bi navê ”Mîrza Mîhemed” xwend. Ez dîxwazîm derbarê romanê de jî kurteşîroveyek pêşkêşê xwendevanên kurd bikim.

Pêşî ez vê bîbêjîm, wek nav hînek dîbêjin Mîrza Mihemed û hinek jî dibêjin Mîrze Mîhemed. Êdî kîjan rast e, ew karê zimanzanan e. Romannivîserê kurd Silêman Feqiyanî, Îkram Îşler  û Medenî Ferho gotine Mîrza Mihemed. Ez ê jî navê ku dî pirtûkê de hatiye binav kirin bîkar bînim, yanê bibêjim Mîrza Mihemed.

Romana Silêman Feqiyanî a bi nave ”Mîrze Mihemed” ji nav weşanên “Sîtav“ ê de derketiye. Roman 327 rûpel e. Romannivîser ji Hekariyê/Çolamêrgê ye. Derbarê jiyana/jînegeriya wî de di berga paşî a pirtûkê de agahdarî heye. Ev pirtûk romana pêşîn a nivîskar e. Destê wî ter be, dema ez berhemên yekem ên nivîskarên nû bî kurdî dibînim gelek keyfa min tê. Ez hêvîdarim dê nivîskar Silêman Feqiyanî hêj gelek berhemên edebî biafrîne û bi berhemên xwe pirtûkxaneya kurdî dewlemend bike.

Roman bi gundeke de, di şevên şevbuhurkên gundiyan de bi civandina gundiyan dest pê dike. Di şeveke sar û serma de, di gundeke Çolemêrgê de, dîwana çîrokbêjiyê amade ye û gundî li wir civiyane. Cemaata gundiyan diyare dema têne cem hev di her seriyek de awazek derdikeve, heryek behsa tişteke dike. Piştî qal kirin û gelek galelal û laqirdiyan, çîrokbêjê gund dest bi çîroka serpêhatiya Mîrza Mihemed dike.

Vebêjê çîrokbêj varyanta çîroka Mîrza Mihemed a Çolemêrgê dibêje. Wek tê zanîn gelek varyantên çîrokên Mîrza Mihemed hene û li gor herêman têne guhertin. Nivîskarê romanê Silêman Feqiyanî vê romanê di temenê xwe î heftê saliyê de ango di 70 saliya xwe de nivîsiye. Ew weke kalepîrekî ji zarok û newiyên xwe re çîrokan dibêje.

Zimanê ku nivîskar di pirtûkê de bi kar aniye; qal kirin, hunandin, rave kirina bûyeran, taswîrên curbecur li gorê çîrok û çîrvanokên gelêrî û folklorîk e. Kurgu/fîkşîon, dîmen, vegotin, rave kirin ne li gorê romaneke nûjen e, li gor çîrokbêjiya klasîk a gelêrî ye.

Dema min pirtûkê dixwend, new eke ku ez romaneke dixwînim, weke ku ez gohdariya çîrokekbêjekî dikim û ew jî çîrok dibêje. Di hevoksaziyê de jî peyvan cih guhartiye, hevoksazî ne li gorê gramerê ye. Ji hêla rêzimanî ve hinek şaşî hene. Diyare edîtor û kesê ku sererast kiriye baş dîqet nekirine.

Vebêj pêşî qala biçûkî û xortaniya Mîrza Mihemed dike û serboriyên wî rave dike. Çîrokên Mîrza Mihemed ji dema berê de, di dema çivakên koledarî û feodalî de, dema desthilatdariya axa, beg û mîran de, şah, padîşah û siltanan de derbas dibe. Dilê keça mîr dikeve Mîrza Mihemed. Ka gelo dê bi wî re bizewice? Dê bigîşe miradê xwe? Bavê keçikê naxwaze ku keça xwe bi wî re bizewicîne. Lewre jî şert diavêje ber Mîrza Mihemed. Şert şertên zor in, şertê riya çûyin û nehatinê ne.

Piraniya çîrokên gelêrî di hinek waran de dişibin hevûdu. Tê de şert û şûtên neeilane, ên ji derê eqil, ji eqil dûr hene. Leheng dişînin riya çûyin û nezivirandinê. Ji xwe rev î şertê ku Mîr davêje ber Mîrze Mihemed binêrin. Mîr dibêje :

”Tu dê tiriyê mêwa baxçê buheştê ji min re bînî…Tu dizanî dema ku mirov libek ji weşiya tiriyê rezê buheştê dixwe, cihê wê libê yek jî tê cih.” Binêr rûpel 142.

Şertê Mîr ê pêşî; divê Mîrze Mihemed here şîrê şêr bîne. Mîrze Mihemed vî şertî bi cih tîne lê çawa bi cîh tîne wek meraq bila bimîne. Lê gelo ev şertê duyem û paşê jî şertê sêyem dê çawa bîne cih?

Hemû varyantên çîrokên Mîrze Mihemed ku di nav xelkê/gel de dihatin gotin weha bi meraq bû. Ji xwe de edebiyatê/wêjeyê de tişteke herî girîng jî meraq e

Ez jî we xwendevanên kurd di nav meraqê de dihêlim ku hûn pirtûka Silêman Feqiyanî û hemû pirtûkên çîrokên Mîrze Mihemed bikirin û bixwînin. Di 2 têbiniyan de kurteagahiyên du pirtûkên çîrokên Mîrze Mihemed hene. Ev hemû pirtûkên çîrokan hêjayê xwendinê ne. Min xwend hûn jî bixwînin.

 

Têbinî : 1.

Pirtûka Îkram Îşler a bi navê ”Mîrza Mihemed û Çavreşa  Qîza Mîrê Ereban” ji heft çîrokên folklora kurdî ya dewlemend pêk tê. Çîrokên ku ji herêma Wanê, Ercîşê hatin berhevkirin bi zimanekî sade hatin nivîsandin û pêşkêşî xwendevanan kirine. Di her çîroka ku mirov dixwîne de, di odeyên gund ên kevin de û li ber “çîrokbêjek” xwe zer dike û wê kêliyê dijî. Her çîrok hest û heyecanek cuda dide xwendevan.

Derbar Lokman Polat

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply