Romana Egîdê Xudo ”DÊ Û DÊMARΔ

Ev cara duyeme ku ez romana Egîdê Xudo ”Dê û Dêmarî” dixwînim. Xwendina yekem, dema ku roman li Stockholmê/Swêdê bi tîpên Latînî/Kurdî di sala 1995 de hate weşandin min ew kirî û xwend. Xwendina duyem jî min di meha yekem a sala 2022 de xwend. Ez car caran hinek romanên ku min berê xwendiye, ecibandiye û ji naveroka wê hez kiriye, cara duyem jî dixwînim.

Romana Egîdê Xudo ”Dê û Dêmarî” yê ji tîpên kirîlî birêz Nacî Kutlay kiriye tîpên Latînî/Kurdî û di nav weşanên ”Nûdem”ê de li Stockholmê derketiye. Çapa yekem a romanê di sala 1986an de li Erîvanê şap bûye. Çapa wê a sêyem jî li Stenbolê di nav weşanên ”Nubihar”ê de hatiye weşandinê.

Egîdê Xudo Mihoyan, di sala 1927an da li gundê Elegezê (berê: Çamuşvana Mezin), li nehiya Aparanê, komara Ermenistanê hatiye dunyayê. Wî mekteba pêşîn û navîn li gundê xwe xwendiye û paşê înstîtuya pedagojiyê xilas kiriye. Paşê jî bûye dîrektorê mekteba gund.

Ji bilî romana “Dê û dêmarî” gelek nivîs, novel û kurteçîrokên wî di almanaxa “Bahara teze” û “Riya teze” de weşiyan. Egîd 34 salan (1961-1991) serokatiya beşa wêjeyê ya rojnameya Riya Teze kir.

Lêkolînvanê  hêja, birêz Rohat Alakom ji bo Egîdê Xudo dibêje : ”Egîdê Xudo qasî 34 salan (1961-1991) bûye serekê beşa edebîyatê ya rojnemeya Rêya Teze. Romaneke wî ya bi navê Dê û Dêmarî (1986) jî heye. Egîtê Xudo, birayê dîrokzan Şakiroyê Xudo û dengbêja kurd Kubara Xudo ye, ev malbat di çanda kurdên Sovyetê da malbateke naskirî ye.”

Egîdê Xudo sala 1999an da, di 72 salîya xwe da koça dawiyê kiriye.

Naveroka romanê.

Di romana Egîdê Xudo ”Dê û Dêmarî” de keda du jinan, hevaltî û dostaniya du jinên ji du neteweyên cuda, yeka kurd û yeka Ukranî, tê rave kirin. Danasîn û dostaniya van herdu jinan, di dema șerê cîhanê yê duyemîn de dest pê dike.

Di bin desthilatdariya sazûmana Sovyetê de  jiyana civakî, rewşa jinan, xwendina li dibîstanan û karên li kolhozan bi şêweyeke hunerî, bi vegotinên edebî tê qal kirin. Ji hêlek ve jî zor û zahmetiya ku di dema şerê cîhanê de tê kişandin, tê qal kirin.

Nivîskar/Vebêj di romanê de li gorî mentalîteya sosyalîstiyê biratiya gel û neteweyên Sovyeta berê, li dijê dagirkeriya Naziyên faşîst ên Almanyayê têkoşîna hevpar ku hemû neteweyên curbecur mil didine milên hev û li dijê faşîzmê şer dikin, dikujin, têne kuştin, şehîd dikevin li heman gorîstanê li ber hev têne definkirin, tê rave kirin. Hevgirtina gel û neteweyên Sovyeta berê li dijê faşîstên Nazîst bi ser dikeve û wan têk dibin, axa welatê xwe î ku hatibû dagirkirin rizgar dikin.

Romana Egîdê Xudo ”Dê û Dêmarî” di bingeha xwe de romana dayikan û hezkirina wan a li ser zarokan e.

Jineka ji neteweyeke din, ji bo rizgariya welatê xwe diçe qada şer a li dijê dagirkera. Dema ew diçe kurê xwe datîne cem jineka kurd ku navê wê Karê ye û serlehenga romanê ye.

Karê kurik xwedî dike, mezin dike, di dibîstanê de dide xwendin. Kurik êdî mezin bûye, dibîstanê qedandiye û dixwaze ji xwe re bizewice. Wê demê kurik fêr dibe ku Karê diya wî a nerastî ye, lê wê ew xwedî kiriye, mezin kiriye. Dayika ku wî welidandiye jinek din e. Navê wî jî du nav in. Navek bi kurdî Îsko ye û navê din bi ukraniyayî Saşa ye.

Kurik dayika ku ew xwedî kiriye, mezin kiriye weke dayika xwe dibîne wê wek dayik qebûl dike. Û di nav pêvajoya demê de kurik ji xwe re keçeka kurd dibîne û bi wê re dizewice.

Di wê demê de dayika wî a ukranî lê digere. Rojeke ew jinik tê gund û ew jî li kurê xwe xwedî derdikeve. Lawik wê diya xwe jî nas dike. Lêbelê meyla kurik li ser dayika ku bi keda xwe ew mezin kiriye, lê xwedîti kiriye, li ser wê ye. Xwedîderketin û ked bingeha hezkirinê ye. Ango hezkirin, evîn ked e. Di jiyana rasteqîn de jî mirov dibîne ku, dêmariyek ji kurî/keça hewiya xwe hez dike, bi keda xwe wê mezin dike û kurik jî ji diya xwe pirtir ji dêmariya xwe hez dike. Helbet hemû dêmarî newekhev in, hinek hene pir xirab in û li dijê zarokên hewiya xwe bi kîn û nefret tevdigerin.

Zimanê romanê.

Roman xwerû bi kurdîyeke xas hatiye afirandin. Ji xwe kurdiya kurdên Sovyeta berê baş e, paqij e. Wan bi berhemên xwe ên hêja çand, ziman û wêjeya kurdî pêşve xistine, dewlemend kirine.

Romana Egîdê Xudo ”Dê û Dêmarî” bi zimanekî herikbar, bi hunereke wêjeyî, li gor rêbaza hunera romanê hatiye afirandin û lewre jî romaneke serketiye, hêjayê xwendinê ye. Min wê du caran xwend, hûn jî bixwînin.

Divê xwendevanên kurd berhemên kurdên Sovyeta berê bixwînin. Destpêka romannivîseriya kurd li wir dest pê kiriye. Bavê romana kurdî ji wir e. Romannivîserên kurd ên Sovyeta berê bi hemû cure berhemên xwe (Roman, Çîrok, Helbest û Şano) bi kurdiya xas, resen, zelal û dewlemend, bi zimanê wêjeyî û hunera edebî berhemên xwe ên hêja xemilandine.

Min xwend, hûn jî bixwînin.

Lokman Polat

Derbar Lokman Polat

Check Also

Mirina Çîrokê

piştî esir xwîn hêdî hêdî hat kişandin ji lingan min xwest ku çîrokeke bêdem û …

Leave a Reply