Zarok û Keştiya Aytmatov

Bi hemû xewn û xeyalên xwe ve, bi hemû êş û janên xwe ve, bi hemû kêmasî û ketinên xwe ve, bi hemû çûyîn û dûrketinên xwe ve, ji xwe re bûm çal û kendal, çalên kûr û kendalên xedar. Meyita min li ser bijangên min bû, her ku dem dibihûrî meyita min diperçiwî, hinavên min diqetîyan.

 

Min peyvên xwe ji axê, kulmên xwe ji kevir derdixist. Hevokên min asîmanî bûn, tim hêlek li vira, hêlek li wira. Bi denga helbestên xwe her tiştî jibîr dikim, her kesî ji xwe jê dikim û diavêjim. Tim tenêtî. Tenêtîya çal û kendalan. Diçûm ji mêj ve. Mîna aware û derwêşan.

 

Kîjan keştî vegerîya ku? Esrê Aytmatov jî daqurtand. Hemû hespên min mirin, hemû keştiyên min noqî bin avê bûn. Niha ne hespekê min heye lê siwar bibim û herim ne ax û erdnîgareya min heye li dû xwe bihelim ne keştiyekê min heye di ser avan de biherîkim. Di qeraxa mirina xwe de rawestî me,  li çal û kendalên xwe digerim. Dixwazim ji xwe derkevim û herim, lê nikarim. Qirêjiya min hîn giran derdikeve, li hember paqîjîya min. Xwe ji pengavên biçûk û awazên lawaz dûr dixim,  lê dîsa jî azadiya xwe bi dest naxim. Xwelî dibin bertek di destên min de, reş dibe dirûşmayê di ser zimanê min de,  hûr û pûr dibe danezana di bin çengên min de.

 

Ez berîya zarok û keştiya Aytmatov dikim. Laşê Gulsariyê hin di çavên min de dirêj e. Hevalên min bê min tên qada jîyana min, bê min diçin ji meydana mirina min. Tên jî, diçin jî tenê me, mîna wan, mîna her kesî, mîna Xwedê. Toz û dûman li ser min dikeve, çavên min reş û awirên min qulqulî dibin. Di ser zimanê min de tim sê cot peyv hene:  Çol û kendal, zarok û keştî, jîyan û mirin.

 

Heraklît bi agirê xwe, Demokrîtos bi atomê xwe,  Thales bi ava xwe, Parmenîdes bi yekbûna xwe, Platon bi îdea’ya xwe, Arîsto bi logosa xwe, Empedokles bi çar tiştên xwe êrîşa min dikin. Bi zimanê fîlozofan dizanim, lê ewan ji dilê min fêm nakin. Dilê min aîdê pêxemberê ye, dilê min aîdê çal û kendalê ye, dilê min aîdê zarok û keştiyê ye, dilê min aîdê jîyan û mirinê ye.

 

Ronahîya dostên xwe bide Xwedêyo min! Bide ku em di kûrahîya tarîyê de ji xwe re rêyekê nû vekinî. Bila ma stirî di dilê min de werin xware û axa reş bi xwîna min sor şa bibe. Hêvîyê! Bi çal û kendalên nû were pêrgî min û çavên min ramûse. Bedewîyê min ji qirejbûna min re mehêle. Bêdawîbûneyê! Destên min ên gemar û vala bigire û hîç bermede. Zarok û keştiya Aytmatov! Hûn jî zû werin ku em laşê Gulsariyê binax bikinî.

 

 

 

Faîk Ocal

Derbar Faik Öcal

ocalfaik@gmail.com

Check Also

Kurd Çima Şaşiyên Xwe Qebûl Nakin?

Ez bi xwe di malperekî de mamostetiya Zimanê Kurdiyê (Kurmancî) dikim. Ev du sal in …

Leave a Reply