Çand

Sermawêz, 2020

  • 14 Sermawêz

    GOTINA ”NÎRÊ ZÊRÎN”

    Di Çanda Kurdî de gotina ”Nîrê Zêrîn” çendî ku pir dihate bikaranîn, lê mixabin nivşên Kurd ên nû ji ber hovîtî û xezeba Kemalîzmê nizanin ku wate çi ye. Gotina Nîrê Zêrîn, ji bo hin tiştan tê gotin, lê zêdetir Kurd ji bo tovkirina zad di payîzê de dibîjin. Destpêka Nîrê Zêrîn wek zeman, ji 15ê meha 10 heta dawiya …

  • 10 Sermawêz

    DIRIKA MARAN

    Çi hebû çi tunebû, keçikek û birayê xwe hebûn. Dê û bavê wan hê ew zarokên sêzdeh-çardeh salî ne ji vê dinê koç dikin. Keçik û birayê xwe di wê temenê xwe yê biçûk de bi tena serê xwe dimînin. Êdî ew ne tenê xwişk û bira, di heman demê de dibin wek dê û bavê hev jî. Lewra hezkirina …

  • 2 Sermawêz

    Aydogdu: Gotinên Pêşiyan ji bo gelan û zimanê wan gelek bi qîmet in

    Di qada pirtûkên kurdî de kêm pirtûk çend çapan dikin. Niha yek ji wan heye ku bi çapa xwe ya 3’yan li pêşberî me ye: Pirtûka “Gotinên Pêşiyan”. Pirtûk ji aliyê Abdurrahman Aydogdu ve hatiye berhevkirin û ji Weşanxaneya Na derketiye.  Dema Gotinên Pêşiyan tê gotin qîmetek din a xebatê derdikeve holê ku Gotinê Pêşiyan parçeyeke girîng a ziman û …

Cotmeh, 2020

  • 25 Cotmeh

    Ji Folklora Kurdî Çîroka BEROŞA QEDERÊ

    Hebû tunebû, dibêjin li welatekî şêxekî pir menşûr hebûye. Hemu zanayên olî û ayînî, di binê fermana Şêx de bûne. Şêx çi fetwe dabûna, hemû şêx, mela, oldar û bêolên welêt jê re diketin kemerbestê û mîna wî dikirin. Dibêjin, beroşeke Şêx xwerû ji zêr hebû, navê wê Beroşa Qederê bû. Li wî welatî zarûkên kurînî ji kîjan jinê re …

  • 18 Cotmeh

    Kilamên şîret û gazinan

    Di nava Kurdên Anatoliya Navîn de, bi taybetî li Konyayê sereke du cûreyên strandinê hene. Yek ji wana strandina dema şînê ya din jî kilamên evîndariyê ne. Kilamên mêranî yan jî egîtiyê henin, lê pirr kêm in. Kilmanên şînan bi pirranî ji aliyê jinên ku wekî şare tên binavkirin ve tên gotin. Û bi tunî ji ber xwe ve, di …

  • 10 Cotmeh

    Ji Folklora Kurdî: ÇÎROKA DARVANIYÊ JAR Û KEWÊ RIBAT

    Hebû tunebû, dibêjin li bajarekî malbateke pir jar û belengaz hebûye ku zilam zarûkên xwe bi piştiyên êzingan xwedî dikir. Mêrik her roj sibe zû diçû çiyê, bi dasê dar diçinîn û wek piştî dida pişta xwe, dibiri sûkê difirot û bi diravên ku werdigirt nan û pêxwarin dikirî, dibir malê zarûkên wî dixwarin. Cîranekî wê malbata jar jî hebûye, …

  • 6 Cotmeh

    6 Fîlm Dikevin Vizyonê

      Vê hefteyê yek jê xwemalî 6 fîlmê têkevin vizyona sînemeyê Li eywanên sînemayê vê hefteyê yek jê xwemalî 6 fîlmê dê bikevin vîzyonê. Fîlma “Bêtewşo” ya ku derhênerê wê Derrick Borte ye û eqîdên wê jî Russell Crowe, Caren Pistorius, Gabriel Bateman, Anne Leighton û Jimmi Simpson e wê derkeve pêşberî temaşevanan. Senaryoya fîlmê ji alî Carl Ellsworth va hatiye …

Îlon, 2020

  • 5 Îlon

    DENGBÊJÎ

    Dengbêj, ji peyvên “deng” û “bêj” tê. Uzun, dema pênaseya dengbêjîyê dike ji bo dengbêjan dibêje dengbêj; ew kes in ku rih didin deng, dikin ku deng zindî bibe.”[1] Canser Kardaş, piştî ji bo dengbêjîyê behsa pênaseyên çend nivîskaran dike ji şîroveya van nivîskaran encamekê derdixe. Li gor wî dengbêj ew kes in ku bi rêya vegotinên xwe, alîyên baş …

Tebax, 2020

  • 26 Tebax

    Hezar Pitrûk (Çîrok)

    Li gor gotinan wextekî ji wextên Xwedê de mêrikek hebûye. Ew[1] jî weka te agirê kelepaçeyê (Ser û pê) girtiye nava wî, nava wî ji kelepaçeyê re şewitiye.  Çûye bajêr, gotiye, ez ê herim kelepaçeyek ji xwe re bînim û werim. Kelepaçeyê aniye û hatiye malê, jina wê jî biriye kelepaçê kizrandiye, şûştiye û çêkiriye,  daniye ser agir, sexmika[2] jî …

  • 25 Tebax

    Filîtê Quto

    Ev destan li herêma navçeya Qubînê (Bişêrîyê) ya li ser Batmanê diqewime. Mekanên bûyerê gundê Tapîyê yê li ser Qubîna Batmanê û gundê Bilêder ê li ser navenda Batmanê ye. Ev destan wek kilamê Karapêtê Xaço hatiye nasîn û bi vî awayî li Batmanê û li gelek herêmên din ên Kurdistanê belav bûye. Li gor Salihê Kevirbirî, li gor herêman …