Vê hefteyê yek jê xwemalî 6 fîlmê têkevin vizyona sînemeyê
Li eywanên sînemayê vê hefteyê yek jê xwemalî 6 fîlmê dê bikevin vîzyonê.
Fîlma “Bêtewşo” ya ku derhênerê wê Derrick Borte ye û eqîdên wê jî Russell Crowe, Caren Pistorius, Gabriel Bateman, Anne Leighton û Jimmi Simpson e wê derkeve pêşberî temaşevanan.
Senaryoya fîlmê ji alî Carl Ellsworth va hatiye nivîsandin di fîlmê da qala du kesên ku di trafîkê da dikevin niqaşê tê kirin û yek jê dide pey yê din da ku wî biqefêle.
– “Nîvgirav”
Dong-Won Gang, Jung-hyun Lee û Daniel Joey Albright di rola sereke ya fîlmê da ne û meraqdarên kel û bizavê wê ji vê fîlmê têr îstifade bikin.
– “Apocalypse Now Final Cut”
Francis Ford Coppola wek derhêner mohra xwe li bin “Apocalypse Now Final Cut”ê xistiye û di rola sereke ya fîlmê da jî Marlon Brando, Martin Sheen, Robert Duvall, Frederic Forrest û Sam Bottoms dileyîzin.
Fîlma ku di sala 1979an da hatiye kişandin bi wesîleya salvegera xwe ya 40emîn awayek restorekirî wê ji nû va bê nîşandan.
– “Qulûbe”
Di fîlma ku Jay Jay Warren, Cody Kostro, Sofia Happonen û Frank Whaley dileyîzin da Frank Sabatella jî derhênerî kiriye.
Di fîlmê da qala xwendekarekî lîseyê ku awayek bi şert tê tehliyekirin û li bajarokekê tevlî kalê xwe dimîne tê kirin. Jê ra qala çîroka ku li wî bajarî hût hene tê kirin û fîlm bi bûyerên li ser wê yekê dest pê dikin va dewam dike.
– “Gera Trollan a Dinyayê”
Di fîlma anîmasyonê ya ku Walt Dohrn û David P. Smith bi hev ra derhêneriya wê kirin da qala Poppy û Branchê ku hevalên xwe jî hildan rû xwe û dest bi serguzeştiyê kirin, dike.
– “Zarokên Taxa Me”
Fîlma pêkenokê ya ku bi derhêneriya Husnu Hakan Gurtop va hat kişandin li ser rewşa hevalên li heman taxê bi hev ra mezin bûne disekine û qala bûyerên li wê derê diqewimin dike.
AA