Çand

Rêbendan, 2021

  • 11 Rêbendan

    ŞÎRETA ROVÎ LI ÇÊLAN JI BO REZÊ ŞÊX

    Dibêjin, roviyek di şikêreke li nava rezên gûndê şêxekî, têjik derxistine. Dema çêlîkên Rovî givrok bûne, êdî Rovî wan fêrê xwarina tirî jî kiriye. Lê rovî şîret li çêlan kiriye û weha gotiye: – Hûn di nava rezên gundiyan de ne, mêw tev li ber we ne, li navê serbest bigerin, we guşiyekî xweşik bi kîjan mêwê ve dît, bixwun. …

  • 10 Rêbendan

    JI GENCÎNEYA KURDÎ ÇENDÎN BÊJEYÊN Jİ DEVERA ERXENÎ

    Bêguman, ziman, ji bo gelan, nasnameya herî girîng û sereke ye. Her netew, bi rêya şixulandin û bikarînana zimanê xwe, dikare wî biparêze û herwiha, bi saya vê yekê, dikare bêje, “Ez netewek cihê û cûda me; xweser û sebixwe me.” Di vî warî de, ziman, ji bo xwedî û axaftvanên xwe serbilindî û serfîrazî ye. Belê, ji bo jîndar …

  • 5 Rêbendan

    Dengê Dengbêj Museyîb dengekî ebedî û herheyî ye

    Dengbêjê nemir Museyîb Gulşenzade yek ji dengbêjên binavûdeng yê Herêma Makûyê ye. Ew 22yê Kanûna sala 1961ê li gundê Gula Morsê ser bi bajarê Makûyê hatiye dinyayê.Navê dayîka wî Gozel û navê bavê wî jî Ferzende ye û ji êla Celalî û berra Qendikan in. Dengbêj Museyîb ji heman temênê xwe yê zaroktiyê eleqedarî kilam û stranên dengbêjan dibe û …

  • 1 Rêbendan

    Li Xorasanê hunera Kurdî li pêş hemû hunerên din e

    Nivîskar û hozanvanekî diyar ê kurdên Xorasanê Elî Reza Sipahî li dûriya bi hezaran kîlometir, tekst û awaz ji hevneteweyên xwe re ku li Şingalê hatin jenosîdkirin nivîsandiye û hunermend û stranbêj Yelda Ebasî weke stran gotiye û ji bo jenosîda kurdên Êzidî hawar dike. Dibe ku kêm kes ji me hebin navê Elî Reza Sipahî bihîstibin, lê ew nivîskar, …

Hezîran, 2020

  • 18 Hezîran

    KURD BI FERMANA “KUN”Ê BÛNE NETEWE!

    ZIMANÊ KURDÎ JÎ BI “PEYMANA ELESTÊ” BÛYE MAKA ZIMANAN! Li dinyayê hemû peyrewên olên asîmanî di vê baweriyê de ne ku ev hêza nihênî ya di heyînê de ku bi kurdî XWEDA jê re hatiye gotin, afirmendê her tiştî ye. Ev hemû tiştên ku hatine afirandin, di serê pêşî de bi ”Fermana Kunê” derketine holê û rengê xwe wergirtine. Bi …

  • 17 Hezîran

    Şeva Yêlda; rengên wê yên cûda di nava Kurdan de

    Di nava gelên Arî de li gel peyva „Yêlda“ ji vê şevê re „şeva Çile“, destpêka Çile ya pêşîn jî dibêjin. Ev peyv wek „Yelda û Yalda“ jî tê nivîsandin. Bi dîtina min forma rast „Yêlda“ ye. Peyva „Yêlda“ tê wateya dayînê /zayînê, yanê şeva dayînê, şeva bûyînê, şeva ku xwedawendê rojê Mîthra xwe daye /Xwe-da. Hin jî di cihê …

  • 9 Hezîran

    Şevçile

    Xor (roj) sembola Mêhr (ango Mîthra) e. Mêhr êzidekî (firîşte) baweriya berê (Zerdeştî) ya Kurd û gelên aryanî bû. Li gorî Zerdeştiyê Mêhr di 21ê meha 12an (anku meha Berçileyê) de hêz û serweriya xwe nîşanê cîhanê dida û mizgîniya dêbûna ronahiyê dibexşî, lewre ew weke rizgarkerê cîhanê dihate hesibandin.   Şeva Yeldayê yan Şevçile dikeve 21ê meha Berçileyê û …

Sermawêz, 2020

  • 26 Sermawêz

    Bi xêr hat kanûn e

    Ev helbest di civata zarokan de tê gotin, di şevê zivistana yên dirêj, dema bav zarokan kom dike û ji wan re dixwîne. Ev helbest bê awaz û mûzîk e tenê bi helbestkî tê xwendin. Ew jî pareke ji çanda Kurdî resen e di herêma Botan de tê xwendin.   Bi xêr hat kanûn e   Bi xêr hat û …

  • 18 Sermawêz

    GOTINA ”NÎRÊ REŞ”

    Duhî min nivîsek bi sernavê ”GOTINA ´NÎRÊ ZÊRÎN” weşandibû. Herweha min daxwaz kiribû ku biraderên me li ser vê babetê rawestin û tiştine ku ez nizanibim, ew ji kal û pîrên me bipirsin û binivîsin. Niha biraderê me Ebdulqadi Qeya (Abdulkadir Kaya) gotina NÎRÊ REŞ jî nivîsiye û bo min hinartiye. Li gor agahdariya wî Nîrê Reş weha ye: Nîrê …

  • 17 Sermawêz

    Kurmancî (Helbest)

    Bo min şahî û xweşî Ey zarê min Kurmancî Gelek şîrîn û xweş î Weka kakil û kuncî Şekir, hingiv û dims î Av, dew û nanê tisî Genim, nok û garis î Mişmiş, tirî w narinc î Tu hem gul û kulîlk î Hem evîn û berdilk î Tu hem mal û hem milk î Neyar ji te bihecî …