GOTINA ”NÎRÊ ZÊRÎN”

Di Çanda Kurdî de gotina ”Nîrê Zêrîn” çendî ku pir dihate bikaranîn, lê mixabin nivşên Kurd ên nû ji ber hovîtî û xezeba Kemalîzmê nizanin ku wate çi ye.

Gotina Nîrê Zêrîn, ji bo hin tiştan tê gotin, lê zêdetir Kurd ji bo tovkirina zad di payîzê de dibîjin.

Destpêka Nîrê Zêrîn wek zeman, ji 15ê meha 10 heta dawiya mehê re tê gotin.

Di wê demê de rewa dikeve erdê û tovkirina azad xweş dibe.

Rewa jî du cûre ye: Ji yekê re Rewaya Gîsn û ji ya din re jî Gehandina Rewaya Kevn û Nû.

Ji ber ku di payîzê de dexl tê tovkirin, cotê ku dibû jî, bi du ga dihate kirin. Ga jî diketin binê nîr. Ji ber hindê Nîrê Zêrîn tê gotin.

Navê giştî yê tovkirina dexl li zeviya ku berê hatiye cotkirin, XUBAR e.

Ew zeviya ku biharê hatiye cotkirin û rijî maye, payizê gîsnek dî jî lê dixin (careke din tê cotkirin). Hingê navê wê zeviyê dibe XUBAR.

Dema Kurd ji hevûdu dipirsin ka zadê xwe tov kirine yanena, dibêjin: We xubarên xwe temartine?

Yanî we zadê xwe tov kiriye?

-Dema keçek hatibe çaxê zewacê, tê gotin ku hatiye ber nîr.

-Dema yek di zeviya xwe de, yan li devereke din tiştekî bi nirx bibîne, tê gotin ku Nîrê Zêrîn dîtiye.

Hêvîdar im ku ciwanên me ji kal û pîrên xwe bipirsin, ka ev gotina Nîrê Zêrîn ji hin tiştên dî re jî tê gotin yanena.

Her şad û bextewer bin…

 

07/ 11/ 2020

Zeynelabidin Zinar

(Ev nivîs ji rûpela facebokê ya Zeynelabidin de hatiye wergirtin)

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply