DENGBÊJÎ

Dengbêj, ji peyvên “deng” û “bêj” tê. Uzun, dema pênaseya dengbêjîyê dike ji bo dengbêjan dibêje dengbêj; ew kes in ku rih didin deng, dikin ku deng zindî bibe.”[1] Canser Kardaş, piştî ji bo dengbêjîyê behsa pênaseyên çend nivîskaran dike ji şîroveya van nivîskaran encamekê derdixe. Li gor wî dengbêj ew kes in ku bi rêya vegotinên xwe, alîyên baş û ne baş ên civakê nîşanî me didin, nerît û kevneşopîyê vediguhezîn, civakê ji her alî ve dinasin, li gor herêman bi enstruman an jî bêyî enstruman hunera xwe îcra dikin, bûyerên wek qîzrevandin, veqetîn, evîndarî, lehî, erdhej, şerê navbera eşîran an jî şerê eşîran bi otorîteyan re, bûyerên dîrokî vediguhezînin.[2] Tekin Çifçi jî ji bo dengbêjan dibêje gelek folklorzan û lêkolîner dîroka dengbêjîyê digihînin Homeros.”[3] Herçiqas em zanibin ku ev çand xwe digihîne serdemên antîk jî dîrokeke vê çandê ya dîyarkirî tune ye. Wisa tê qebûlkirin ku di çanda kurdî de yek ji hêmanên herî kevn dengbêjî ye.

Di dîwanên hin mîr û began de berê dengbêj hebûn. Ev dengbêj hem wek şêwirmendên mîran bûn hem jî têkilîyeke xurt di navbera wan de hebû. Li gora ku tê gotin Evdalê Zeynikê dengbêjê dîwana Surmelî Mehmed Paşa bû û paşa, ji ber dostanîya wan a xurt gundê Bêdir ê li Agirî dabû Evdalê Zeynikê.[4]

Dengbêj, bi vegotina bûyerên giran ramanên xwe yên şexsî nabêjin. Bi vegotinên xwe hest û ramanên gel tînin ziman. Bi vî awayî dibin yek ji pêşengên gel û bîreke kolektîf di nav civakê de ava dikin. Wisa dikin ku ew bûyer di hişê gel de cihên xwe digirin û bi salan tên vegotin. Anku bi rêya dengbêjan gelek bûyer û qewimînên miletê kurd hatine qeydkirin û gihîştine me. Wek mînak, ji bo bandora Evdalê Zeynikê ya li ser kurdên Serhedê, Mehmed Uzun wiha dibêje: “Evdalê ku ji Serhedê bû, ji bo kurdên Qafqasyayê yên ku ji welatê xwe qetîyabûn û dûr ketibûn gelekî girîng bû. Lewre Evdal ji bo wan dengê gund, newal, zozan û çîyayên wan bû ku nikaribûn ji wan sînoran derbas bibin û wan zîyaret bikin. Evdal, ji bo wan, mekanên pîroz bû ku ji ber şer û qirkirinan ji mecbûrî ew mekan terikandibûn. Dengê Evdal nefeseke îlahî bû ku sînor û dûrîyên di navbera wan de ji holê radikir.”[5] Em dikarin gotinên Mehmed Uzun ên ji bo Evdalê Zeynikê ji bo têgiha dengbêjîyê jî bibêjin. Lewre dengbêj xwedîyê van fonksîyonên jorîn in ku bi van taybetîyên xwe bi sedan salan ji bo kurdan bûne stargeh û hişên wan aktuel kirine.

Dengbêj dema bûyerên di destana xwe de vediguhêzin tona dengê xwe, jest û mîmîkên xwe li gor naveroka destanê eyar dikin. Trajedî be bi awayekî, qehremanî be bi awayekî din tevdigerin. Wek mînak, Memê Alan digel ku destaneke evînîyê ye jî dengbêj dema behsa padîşahîya wî dikin bi dengekî xurt vedibêjin, lê dema behsa evîna wî ya ji bo Zînê dikin dengê wan nermtir e. Anku dibe ku di vegotinekê de li gor bûyerên vegotinê çend miqaman bi hev re îcra bikin.

Dengbêj; gelek cureyên edebîyata zarekî yên wek kilam, destan, heyranok, payîzok, lawij, dîlok hwd. dibêjin. Tê zanîn ku di nav gel de li gundan zargotina kurdî xurt e û li gundan mirovên jirêzê jî carinan van cureyên edebîyatê di civatên gundan de bi amatorî îcra dikin. Lê dengbêj ne wek vegêrên di mala xwe de yan jî li derdoreke teng a wekî gundan de ne. Gelek ji wan di nava civaka kurd de ne û dînamîk in, ji ber ku gerok in. Bandora dengbêjan a li ser civakê ji kesên jirêzê yên vegêr zêdetir e. Ji ber ku dengxweş in (hin ji wan li amûreke muzîkê ya wek erbane yan jî li bilûrê didin) civak dixwaze li dengbêjan guhdarî bike û li pey wan diçe. Ji bo ku meraqa gel bikişînin ser xwe, bûyerên ku di hafizeya gel de bandoreke xurt çêbikin hildibijêrin. Bûyerên wek şer, evîndarî, kuştin hwd. ji van bûyeran çend mînak in. Çawa ku hafizeya gel xurt dikin, ew bixwe jî xwedîyê hafizeyeke dûr û kûr in.

Roger Lescot, di salên 1930î de li Kurdistana Sûrîyeyê di nav dengbêjan de digere, berhemên folklorîk berhev dike û du cild keresteyên folklorîk dide hev. Mehmed Uzun ji bo vê gera Lesot wiha dibêje: “Di vê xebatê de, tiştê ku herî zêde bala wî dikişîne, bîr û hişê bêhidûd ê dengbêjan e. Dengbêj, her roj, stran yan jî destanek ji ‘tûrikê’ xwe derdixin û berpêşî wî dikin. Bêyî kaxiz û pênûs, bêyî defter û kitab. Her tişt di hişê dengbêj de, li ser hev, raxistî ye.”[6]

Yek ji sedemên xurtbûna têkilîya dengbêjan û gel, zimanê wan e. Ji ber ku dengbêj jî bi peyvên gel, bi zimanê gelêrî hunera xwe îcra dikin; bala gel dikişînin ser xwe. Li gor Abîdîn Parilti, ev kevneşopî digel xurtbûna mîrektîyan (1514) xurt bûye û bi hilweşîna mîrektîya dawî ya Bedirxan Beg re (1850) ber bi nebaşîyê ve çûye û bi avabûna komara Tirkîyeyê re digel çanda kurdî ketiye bin xetereyeke girantir.[7]  Îro herçiqas kevneşopîya dengbêjîyê wek berê ne xurt be jî tê dîtin ku hê jî pîrejin û kalemêrên îro, destan û kilamên dengbêjên ciwanîyên xwe û şevbêrkên wan ji bîr nekirine û îro jî behsa şevbêrkên wan deman dikin. Ev rewş, yek ji nîşaneyên herî girîng ên bandora dengbêjan a li ser gel e.

Destana Memê Alan jî ji fersenda dengbêjîyê sûd wergirtiye, çanda dengbêjîyê daye pêşîya xwe û bi vî awayî ji gelek sînoran derbas bûye. Sedan sal bi rêya dengbêjan ev destan belav bûye û ji ber ku li ber rêya dengbêjîyê tu asteng tune ne tesbîta sînorê belavbûna vê destanê ya rasterast ne mimkun xuya ye. Berhema me Memê Alan jî ji vê bêsînorîyê sûd wergirtiye, li pişta vê çandê siwar bûye û xwe gihandiye cih û warên ji hev dûr û roja me ya îro.

Ev nivîs ji Teza Volkan Korkmaz BERAWIRDÎYEK LI SER DESTANA MEMÊ ALAN Û MEM Û ZÎNA EHMEDÊ XANÎ JI ALÎYÊ BINYAD Û HONAKÊ VE ” hatiye wergirtin

evînî

[1] Mehmed Uzun, Dengbêjlerim, İthaki Yayınları, İstanbul, 2006, r. 11.

[2] Canser Kardaş, Dengbêjlik Geleneği ve Âşık Edebiyatı ile Karşılaştırılması, Fırat Üniversitesi, Sosyal Bilimler Enstitüsü, Teza Doktorayê, Elazığ 2013,  r. 19.

[3] Tekin Çifçi, Di Kilamên Evînî yên Dengbêjan de Temaya Jinê Kilam û Jin, Weşanxaneya Nûbihar, Stenbol 2014, r. 29.

[4] Ahmet Aras,  Efsanevi Kürt Şairi Evdalê Zeynikê, Fehim Işık (Wer.), Evrensel Basım Yayın, İstanbul 2004, r. 56.

[5] Uzun, 2006,  r. 38.

[6] Mehmed Uzun, Antolojiya Edebiyata Kurdî, Weşanxaneya Aram, Stenbol 2003, r. 31.

[7] Abîdîn Parilti, “Cih û Girîngiya Dengbêjiyê di Muzîka Kurdî de”, Samî Berbang (Wer.), Kovara Zend, Rêzepirtûk 5, Stenbol, zivistan 2007, r. 128.

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply