Hezar Pitrûk (Çîrok)

Li gor gotinan wextekî ji wextên Xwedê de mêrikek hebûye. Ew[1] jî weka te agirê kelepaçeyê (Ser û pê) girtiye nava wî, nava wî ji kelepaçeyê re şewitiye.  Çûye bajêr, gotiye, ez ê herim kelepaçeyek ji xwe re bînim û werim.

Kelepaçeyê aniye û hatiye malê, jina wê jî biriye kelepaçê kizrandiye, şûştiye û çêkiriye,  daniye ser agir, sexmika[2] jî daye binê tifikê. Axirî jinikê wê rojê kelepaçe petiye û aniye ser sifrê.

Tu nabêjî hezar pitrûk jî diçe sêniya merê wî. Çaxê mêr difekire ku sergîn nav hezar pitrûkê wî de dertê, merik radibe jina xwe re dibeje:

“Te kelepaçeya sergîn daniye li ber min, bi her sê telaq ez ê te berdim!”

Mêrik dev jê berdide, jinê dişîne mala bavê wî. Xwedê giravî îcar diçe hebeka dî tîne.

***

Şalil û bilbil dibêjin ku mêrikê sedema nav hezar pitrûkê wî de sergîn derketiye sê cara jinê xwe berdaye.

Çîrokbêj: Gulê Etmanekî (diya min)
Amedekar: Qesîm Etmanekî

Têbinî:

  • [1] Ji ber ku kêfa min gelek ji kelepaçeyê re tê, diya min weke teşbih nişan daye.
  • [2] Ji darê zirav û dirêj re tê gotin.

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply