DIRIKA MARAN

Çi hebû çi tunebû, keçikek û birayê xwe hebûn. Dê û bavê wan hê ew zarokên sêzdeh-çardeh salî ne ji vê dinê koç dikin. Keçik û birayê xwe di wê temenê xwe yê biçûk de bi tena serê xwe dimînin. Êdî ew ne tenê xwişk û bira, di heman demê de dibin wek dê û bavê hev jî.

Lewra hezkirina wan ne wek hezkirina xwişk û bira, ne wek hezkirina dê û kur, ne wek hezkirina bav û keç, ne wek hezkirina du hevalan e. Hezkirina wan di ser hemû hezkirinan re ye.

Der û cîran, malî  û gundî wan bi bêçiya rayê hev didin. Wexta qala xwişk û biratiyê dibe wan mînak didin.

Her wiha sal û zeman dibuhurin, xwişk û bira mezin dibin, wexta wan a zewacê tê, bira dizewice. Demekê şûn de bûk hesûdiyê dike dibêje:

“Çawa dibe ku mêrê min ji min bêtir ji xwişka xwe hez bike.”

Roj bi roj hesûdiya wê mezin dibe û fikrên xerab dikevin serê wê. Dibêje: “Ez çi bikim, bikim divê ez xwişk û birê ji hev bikim.”

Rojekê ji rojan her sê bi hev re diçin paliya nîskan. Piştî çend saetan bûk ji bo destavê dadikeve devê bestê dibîne ku çêlika mar di nav bestê de digere. Çêlika mar pêdigire û dibe dike hundurê cêrê avê û tasa avê jî vedişêre û vedigere karê xwe.

Bistekê şûn de keçik tî dibe û diçe ku avê vexwe. Lê digere negere tasa avê nabîne ku avê vexwe. Gazî dike bûkê dibêje:

” Bûkê ma te tasa avê nehanîbû?” Bûk dibêje:

“Wîîî! bi Xwedê min li malê ji bîr kiriye. Ê de hema tu jî cêrê avê bi ser xwe ve ke.”

Keçik jî êdî cêrê avê dide ber devê xwe û avê vedixwe. Bi vexwarina avê re çêlika mar jî diçe gewriyê û dibe kuxtekuxta wê û dibêje:

“Ax weleh tiştek çû gewriya min.” Bûk dibêje:

“Ma çi di avê de heye? Dibe ku bijî- mijî, toz û tewar ketibê.”

Her wiha keçik ji ber wî marî nexweş dikeve, serî û zikê wê diêşê, madê wê li hev dikeve û vedirişe. Ew mara roj bi roj di zika de mezin dibe û zikê wê jî ji ber mezin dibe.

Rojekê bira ji jinikê re dibêje: ” Keçê ev xwişka min nema baş dibe. Roj bi roj rewşa wê xerabtir dibe. Dibêjin li filan gundî hekîmek baş heye. Divê ez xwişka xwe bibim cem, da ku jê re dermanekî bibîne.”

Jinik dibêje:

” Mêrik bi Xwedê ev çend roj in ez dibêjim ji te re bibêjim lê ez qêmîş te nakim. Her çendî gotina wê zor be jî ji bo em hê bi namûsê pîs nebûne  û neketine ser zimanan divê ez ji te re bibêjim.” Mêrik dibêje:

” Keçê namûsa çi, pîsbûna çi? Tu çi dibêjî?” Jinik dibêje:

” Ma qey tu nabînî zikê wê mezin bûye û hemû nîşanên bihemilbûnê tê de hene? Ma tu dibê ez bibim cem hekîm û bila xelk û alem tev pê bihesin? Bi ya min be divê tu rojekê pêş de serê wê winda bikî. Bê ka kî dizane hele ew pîncê xwe ji kê peyda kiriye?”

Wek ku tu sewilek ava sar bi ser birê de bikî, dicemide û dimîne. Dinya li sêrî tê hev, xwezî di gewriyê de dibe girê, kevir tune ne serê xwe lêxe, xwîna di laşê wî de disekine. Çavên wî reş ve diçin û di cî de dikeve xwarê. Bistekê şûn de  hinekî bi xwe ve tê lê  wek teyrekî baskşikestî ku ji  ezmana de bikeve xwarê nizane çi bike.

Di we halê xwe de diponije. Lê tu çareyekê nabîne ji xeynê kuştina xwişka xwe. Bira diçe cem xweşka xwe û dibêje :

” Xwişkê dibêjin li gundekî li paş wê çiyayê hanê hekîmekî baş heye, xwe amade bike em sibê herin ba wî da çare û dermanekî ji bo vê nexweşiya te bibîne.”

Lê qesta wî kuştina xwişkê ye. Sibê zû radibin û berê xwe didin çiyê. Pir diçin hindik diçin dora nîvro dighêjin serê çiyê. Xwişk dibêje:

” Keko ez gelekî westiyam ka em hinekî li vê derê bêhna xwe vedin ”

Bira li erdê çarmekî rûdine. Xwişk jî serê xwe dide ser çoka birayê xwe û xwe dirêj dike. Keçik dibêje:

“Keko ka ji min re stranekî bibêje . Ev demekî dirêj e min li stranên te guhdarî nekiriye.”

Bira dest bi stranê dike ji xwişka xwe re distirê. Keçik li ber dengê birayê xwe hêdî hêdî di xew ve diçe. Bira dibîne ku xwişka wî di xew ve çûye xençera xwe ji kalanê wê dikişîne û hewl dide ku li ser dilê xwişka xwe bixê lê dike nake destê wî bi xwişka wî re naçe. Hêdîka çakêtê xwe ji xwe dixe dide bin serê xwişka xwe û xwişka xwe li serê çiyê dihêle û berî dide malê.

Piştî çend demjimêran keçik bi xwe dihese dibîne ku ne bira ye ne tewa ye. Bi vir de digere bi wir de digere, dike qêrîn û hawar, lê bira tuneye. Hingî fêm dike ku birê ew li wê derê terk kiriye û çûye.

Wê wextê keçikê bi dilekî şewat bang dike dibêje:
” Lo birao lo birao
Tu herî biniya malao
Têkeve nigê te dirika marao
Qe nebînî tu çare û tu dewao
Tenê destê min bibe dewao.”

Keçika reben tena serê xwe wek pepûkekê wek evdalekê bêçare û bêxwedî pişta xwe dispêre zinaran. Êdî ji xeynê wan zinaran û ji xeynê wê çiyayê wê kê xwedîtî lê bike?

Keçik nizane  ka  serê xwe hilîne û bi kîjan aliyê ve biçe û gelekî jî tî dibe. Diçe cihekî bilind û li derdorê dinere dibîne ku  di jêrê çiyê de çemek diherike . Xwe li wî çemî digire û diçe. Bi berêvarê re dighêje ber devê çêm û ewqas tî bûye ku hema xwe li ser zik dirêj dike û devê xwe dike çêm û avê vedixwe.

Îca wexta avê vedixwe, marek di nav avê de nîzikî wê sekiniye û wî marî û marê di zikê keçikê de bêhna hev digirin û gazî hev dikin. Marê di zikê keçikê de bang dike dibêje :
” Were ûr û pizûran, were xwarinên xweş, cihê germ.”
Marê di nava çêm de jî bang dike dibêje :

” Were ava hênik,  were goştê beqan,  dinya ronik.”

Wê wextê marê di zikê keçikê de ji zika dikişê û di dêv re derdikeve derve. Bi hewldana mar re keçik bêhna wê diçike û dixewire. Di wê navberê de nêçîrvanek jî  di wê derê re derbaz dibe û dibîne ku keçikek li ber çêm ketiye û marek ji devê wê derdikeve û dikeve çêm. Nêçîrvan dibeze ser keçikê vê aliyê de diqelibîne  wê aliyê de diqelibîne ha ha axirê keçik bi ser hişê xwe ve tê.
Nêçîrvan ji keçikê dipirse:

” Tu çi eslî, çi feslî, çi kesî , ev çi tiştekî sosret bû ku min dît? Marek ji hundurê te derket.”

Keçik serpêhatiya xwe ji serî heta binî jê re vedibêje. Nêçîrvan ji keçikê re dibêje:

” Nexwe cihekî te jî tune tu pê de biçî. Heke  tu jî bixwazî hema ez bavê te yê axretê û tu jî keça min a axretê be. Em ê biçin mala min û tu jî tev malbata mim bijî.”

Ê jixwe çareyeke din jî tuneye ji bo keçikê. Gotina wî qebûl dike û bi hev re diçin mala nêçîrvan. Pir dihere hindik dihere. Rojekê lawê axê keçikê li ser kaniyê dibîne û dilê wî dikevê. Piştî demekê axa tê keçikê ji lawê xwe re dixwaze. Heft roj û heft şevan dawetê dikin. Keçik êdî dibe xwedî mal, xwedî zarok û gelekî bi bextewarî li gel mêr û zarokên xwe dijî.
Rojekê deriyê wan lêdide. Jinik derî vedike, dibîne ku birayê wê û li ber derî sekiniye. Lê birayê wê wê nas nake. Bira dibêje:

” Xwişkê hûn mêvanan dihebînin? ” Xwişk dibêje :

” Erê keko keremke were hundur.”
Xwişk dibîne ku birayê wê paçik li nigê xwe pêça ne û dikule. Jê dipirse dibêje :

” Keko nigê te çi pê hatiye ?” Bira dibêje:

” Deh sal berê ez çûm biniya malan dirika maran ket nigê min û  nigê min  werimî tije kêm û xwîn bû û ev deh sal in ku hekîmek nemayê ku ez neçûbim, dermanek nemayê ku min lê nekiribe lê min qet fêdeyek nedît. Dibêjin li wê gundê hember hekîmek heye. Min got ez herim ba wî jî ka belkî dermanekî ji vî birîna min re bibîne. Lê wek tu jî dibînî êvar bi ser min de hat û min jî xwe avêt deriyê we û ez ê serê sibê biçim. Ji bo ku we ez hebandim gelek spas dikim.”
Xwişk dibêje:

” Ne girîng e keko tu çend rojan bi xwazî tu dikarî li vir bimînî.”

Bîstekê şûn de mêrê jinikê jî tê malê.  Xêrhatiniya mêvanê xwe dike û dû re şîvê dixwin. Piştî şîvê xwişk dibêje:

” Keko destûra te heye ez li nigê te binerim? Belkî destê min bibe derman.” Bira dibêje:

” Belê kerem bike. Dibe ku destê te bibe derman.”

Xwişk derziyê  ji ber kofiya xwe derdixe û serê derziyê bi dewsa dirikê dixe û kêm û xwîn jê der dibe. Werma nigê birê dadikeve û sax dibe. Bira rehet dibe û di xew ve diçe. Bîstekê şûn de bira hişyar dibe dibîne ku xwişk û mêrê xwe û zarokên xwe li dora pixêriyê rûniştîne û zarok ji dêya xwe re dibêjin dayê ji me re çîrokekê vebêje.  Xweşk jî dibîne ku bira hişyar bûye. Dest pê dike çîroka xwe û birayê xwe ji serî heta binî vedibê. Wê çaxê bira fêm dike ku ew xwişka wî ye û bê ka çiqas bêbextî li xwişka xwe kiriye.

Di cî de radibe xwe diavêje hembêza xwişka xwe û dibêje :

” Hahooo!  Min çawa tiliyên xwe di çavên xwe re kirine.  Min çawa ev bêbextî, ev zilm û bêwijdanî kiriye?

Çîroka min qediya rehmet li xwediya.

 

Axa Kurdikî

( Vê çîrokê min ji dêya xwe Şahizadeya Ozoyê Zilfî bishîstiye.)

Gotin : Şahizadeya Ozoyê Zilfî

Sal: 52

Rewşa xwendinê :Dibistana seretayî

Kar: Bermalî

Dever: Gundê Cingirşînê (Erxenî/ Amed)

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply