Kurmancî (Helbest)

Bo min şahî û xweşî
Ey zarê min Kurmancî
Gelek şîrîn û xweş î
Weka kakil û kuncî
Şekir, hingiv û dims î
Av, dew û nanê tisî
Genim, nok û garis î
Mişmiş, tirî w narinc î
Tu hem gul û kulîlk î
Hem evîn û berdilk î
Tu hem mal û hem milk î
Neyar ji te bihecî
Pîroz î ji her tiştî
Ez Nûh im tu jî geştî
Dêr, mizgeft, heman tişt î
Qudsa Şerîf û Hec î
Axa Kurdikî

31.07. 2020

Derbar ziman

Check Also

ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG

Di Toreya Kurdî de ÇAR PERWERDEHIYÊN GIRÎNG Bêguman perwerde di çanda piraniya neteweyan de cihekî …

Leave a Reply