Li Xorasanê hunera Kurdî li pêş hemû hunerên din e

Nivîskar û hozanvanekî diyar ê kurdên Xorasanê Elî Reza Sipahî li dûriya bi hezaran kîlometir, tekst û awaz ji hevneteweyên xwe re ku li Şingalê hatin jenosîdkirin nivîsandiye û hunermend û stranbêj Yelda Ebasî weke stran gotiye û ji bo jenosîda kurdên Êzidî hawar dike.

Dibe ku kêm kes ji me hebin navê Elî Reza Sipahî bihîstibin, lê ew nivîskar, rojnamevan û hozanvanekî diyar ê Kurmancê Xorasanê ye.

Li Xorasanê, Elî Reza Sipahî Layin yek ji zimanzan û parêzerên çand û zimanê kurdî ye. Elî sala 1970 li gundê Sengdîwarê ji dayik bû. Lê bi navê gundê Layînê navûdeng da. Çimkî piraniya jiyana xwe ya zaroktiyê li vî gundî derbas kir.

Gundê Layînê dikeve navbera bajarên Kelat Nadir û Dergezê li ser sînorê Turkmenistanê.

Sipahî xwendina zanîngehê li Meşhedê qedand û bawername di zimanê fransî de li Zanîngeha Fîrdewsî bi dest xist. Her di wê çaxê de li beşê kurmancî yê radyoya kurdî dibe bêjer. Herwisa li pey kok û dîroka neteweya xwe digere.

Nivîskar Elî Reza Sipahî dibêje: “Berî ku ez ji gundê xwe derbikevim, min li ser helbest û wêjeyê xebat kiribûn. Piştî ku ez hatim zanîngehê têkiliya min bi helbest û wêjeyê re zêdetir bû. Ez beşdarî lêkolîn û rûniştinên wêjeyî yên Meşhedê dibûm. Di destpêkê de xebatên min zêdetir li ser wêjeya farsî bû, lê piştî du salan min dest bi xebatên Kurmancî kirin. Ez li zanîngehê fêr bûm li ser Doza Kurd bixebitim û me êdî dizanî em Kurd in û em Kurd berî 450 salan niha di serdema Sefewiyan de qeymên Asya Navîn êriş dianîn li ser Xorasan û Îranê. Siyaseta Sefewiyan bû sedem ku Kurd koçber bibin û armanca siyaseta wan ew bû ku Kurdan ji hev dûr bixin û wan lawaz bikin. Beşek ji Kurdan koçberî Xorasanê bûn.”

Elî Reza karê bêjerî, rojnamevanî û nivîsîna gotaran jî kiriye. Lê bêtir giringî daye wêje û helbestê. Hunermendên kurd ên Xorasanê gelek helbestên wî kirine stran.

Elî Reza Sipahî diyar kir ku piraniya hunermendên li Xorasanê li ser muzîk û hunerê Kurdî dixebitin helbestên wî xwendine û weke stran gotine.

Heta niha 15 pirtûk bi zimanê farisî belav kirine. Lê berhemên wî yên Kurdî nehatine çapkirin.

Derbarê vê yeê de Elî Reza Sipahî got: “Mixabin heta niha min nekariya berhemên xwe yên Kurdî çap bikim, ji ber ku li ser destxeta me tevafuk (lihevhatin) nebûye û herwiha hinek aliyên siyasî li gor hesasiyetên xwe li hemberî min tevgeriyane û nehiştine bi tîpên latînî berhem bêne çapkirin. 15 pirtûkên min bi zimanê farisî hatine çapkirin. Min û hevalên xwe biryar dane pirtûkên xwe bi tîpên aramî biweşînin. Min pirtûkên ziman û zanînê bi tîpên aramî ji bo zarokên Kurd weşandine û bi kêfxweşî pêşwazî lê hate kirin. Min heta niha 7 pirtûkên helbestên kurdî nivîsîne û em dixwazin xizmeta çand û wêjeya gelê xwe bikin.”

Sipahî li tenişta çêkirina pirtûkan, di mala xwe de odeyek veqetandiye da ku biçûkên Kurd fêrî nivîsandin û xwendina zimanê Kurdî bike. Elî zarokan fêrî Soranî û Kurmancî dike.

Xwendekar Sweyda Layîn jî dibêje: “Em îro hatine mala mamoste Sipahî daku xwe ferî nivîsandina Kurmancî bikin. Em hem bi tîpên aramî û hem bi tîpên latinî tekstên Kurmancî dinivîsin.”

Xwendekar Zîlan Layîn jî got: “Her eleqeya min bi zimanê Kurdî hebû. Li bajarê Meşdhedê mamoste Elî Reza Sipahî li mala xwe em ferî Kurdî dikir bi tipên aramî û latinî.”

Bi sedema çalakiyên wî yên neteweyî û nivîsên wî yên Kurdî, çend caran ji aliyê dadgeha şoreşê li bajarê Meşhedê hatiye desteserkirin, lê piştî demekê hatiye azadkirin.

Sipahî qala parastina Xorasanê ji gef û êrîşên dijminan dike. Herwisa qala pêşketina Kurdan li Xorasanê dike ku bûne neteweya yekem û karîne li vê parêzgehê serdest bin.

Elî Reza Sipahî dibmje: “Me zêdetir ji erdê baweriya xwe bi ziman aniye. Di zimanê me de faktorek heye ku mirovên Kurd bihêz dike. Kurdên Xorasanê bi awayekê pêş ketin ku karîn tevahiya desthilatdariyê Xorasanê bidest bixin. Niha Kurd neteweya yekem in li Xorasanê. Hunera kurdî li pêş hemû hunerên din e li Xorasanê. Weke hûn jî dizanin Xorasan yek ji navendên herî girîng ên çand û wêjeya Îranê bûye. Helbestvanê mezin ê Îranê ew li Xorasanê ji dayîk bûye û li wê derê mezin bûye û berhemên xwe li wê derê berhem anîne. Xorasan ji bo Îran û çanda farsî gelek girîng e. Bajarê Meşhedê duyemîn bajarê mezin ê Îranê ye û ji bajarê Meşhedê re dibêjin navenda îslamiyetê. Lê di wî bajarê de jî fars dixwazin dawetên xwe bikin, lê dawetên wan jî bêyî muzîka kurdî birêve naçin.

Bêguman kêmasiyên me zêde ne, divê zanîngehên me yên Kurdî hebin, divê rojnameyên me yên fermî bi Kurdî hebin. Herwiha divê dezgehên me yên aborî hebin daku bikarin piştevaniya tevgerên çandî û wêjeyî bikin.”

Li Xorasanê bi dehan komên stran û dîlana Kurdî hene, ku ji keç û lawên Kurd pêk tên. Herwisa çend komên muzîkê yên tevlihev ji neteweyên din jî hene ku Kurd serkariya wan dikin.

Li parêzgeha Xorasanê ku dikeve bakurê Îranê, nêzîkî milyonek û 500 hezar Kurd hene ku bi mebesta berevanîkirina sînorên Împeratoriya Sefewî, ji aliyê Şah Ebasê Sefewî ve hatin raguhastin. Lê Kurdên Xorasanê karîn çand û zimanê xwe biparêzin û di malan de wane û dersên zimanê kurdî didin biçûk û neviyên xwe.

Rûdaw

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply