ŞÎRETA ROVÎ LI ÇÊLAN JI BO REZÊ ŞÊX

Dibêjin, roviyek di şikêreke li nava rezên gûndê şêxekî, têjik derxistine. Dema çêlîkên Rovî givrok bûne, êdî Rovî wan fêrê xwarina tirî jî kiriye.

Lê rovî şîret li çêlan kiriye û weha gotiye:

– Hûn di nava rezên gundiyan de ne, mêw tev li ber we ne, li navê serbest bigerin, we guşiyekî xweşik bi kîjan mêwê ve dît, bixwun. Lêêê, divê hûn pir hişyar bin. Emanet, emanet! Hûn nêzê rezê Şêx nebin!

Çêlan gotiye:

– Yadê, çima em nêzê rezê Şêx nebin? Ma tiriyê rezê wî jehr e?

Rovî gotiye çêlên xwe:

– Na, naaa! Ne jehr e, lê ji jehrê jî xirabtir e. Eger hûn bikevin nava rezê Şêx, wê roja înê Şêx di wazên de fetwaya kûştina roviyan bide û wê bêjê “Gelî gûndiyan! Min di kitêba dermanan de dîtiye ku kezeba roviyan dermanê êşa çokê ye.”

Jixwe li gund xort û ciwan nemane û tev ji tirsa leşkeran reviyane. Cimaeta Şêx jî, tev kalemêr û salxur in û êşa çokê bi tevan re çêbûye. Wê hêle li me rakir û tikit ji me sax nahêlin. Ji ber vê yekê, ez dibêjim we, divê hûn pir hişyar bin û neçin nava rezê Şêxê gund.

Êdî çêlên Rovî li nava rezên gundiyan serbest digeriyan û tiriyê kîjan mêwê xweş bûya dixwarin, lê nêzê Şêx nedibûn.

Gundî çi dema diçûn mizgeftê, digotin Şêx ku tiriyê me tê xwarin û em nizanin çi jî dixwe. Lê dema Şêx saxtiya rezê xwe dikir, didît ku guşiyek jî jê nehayiye xwarin.

Şêx digot gundiyan:

– Xweda kefîlê rizqê hemû rihberan e. Û Xwedê ewqas rez dane we, jê biqerin bila rawil jî para xwe jê bixwun. Xêra we ye û Xweda wê li cinetê tiriyê xweşiktir bide we…

Êdî roviyên gundê Şêx xeber dane roviyên herêmê ku ew jî werin tiriyê rezên gundiyên Şêx bixwun.

Ew sal pirî ku roviyan tiriyê gundiyan xwarine, li gundê Şêx dims, mewîj, helîl û şaran çênebûne. Îcar gundî diçûn ji Şêx dikirin.

Zeynelabidin ZINAR

09/ 01/ 2021

_______________________

Ev meselok, serê sala 2021ê ji devê Melayê Zêlî hatiye wergirtin.

Derbar ziman

Check Also

Çanda Bîranînê

1.Hunera Hafizeyê û Çanda Bîranînê Hunera hafizeyê, li rojava bi têgeha ‘memoratîva’ tê gotin û …

Leave a Reply