Bêguman, ziman, ji bo gelan, nasnameya herî girîng û sereke ye. Her netew, bi rêya şixulandin û bikarînana zimanê xwe, dikare wî biparêze û herwiha, bi saya vê yekê, dikare bêje, “Ez netewek cihê û cûda me; xweser û sebixwe me.” Di vî warî de, ziman, ji bo xwedî û axaftvanên xwe serbilindî û serfîrazî ye. Belê, ji bo jîndar û zindiyan av, ax, tav û hêwa her çi be, ji bo geşbûn û payîdarbûna zimanekî, “bikaranîn” û “xebitandin” jî heman tişt e. Bi taybetî jî di qada “perwerde” û “aboriyê” de… Ev yek, ziman, roj bi roj bipêşve dibe; wî dixe nav rêz û refa zimanên bibandor û serdeste yên cîhanê. Berovajê vê yekê, ziman jar û qels dikeve; werdigere qada talan û terteleyê. Ji bo rêgirtina li ber vê rewşê, divê parastina ziman, havil û hewildana sereke be; lewra parastina ziman, parastina gel e.
Ji bo her zimanî, sê rêyên sereke yên parastin û payedariyê henin; yek jê, “fermîbûn” e; ya duyem, “xwedîbûn” e; ya sêyem, “venasîn” e. Armanc ji fermîbûnê; di nav sînorên welatekî serbixwe an nîvserbixwe de, bi awayekî serbixwe birêvebirina wî zimanî ye. Mebest ji xwedîbûnê; di bin desthilatdariyek nijadperest û pişêfkar de, ji hêla gel an girseya bindest ve, bi armanca xweparastinê, li hember pişaftin û dejenerasyonê, berxwedan û hewildana rêgirtinê ye. Armanc ji venasînê; ji hêla pergal û sazûmana desthilatdar ve, bi awayekî fermî an nîvfermî, naskirina zimanekî an çendîn zimanan e.
Li gor vê çerçoveya civaknasî, zimanê kurdî, -bi taybetî- li vî welatî, di her sê qonaxan de jî “bêxwedî” ye. Destûa bingehîn ya welêt, sedem ku di bin bandor û karîgeriya nirxên nijadî de hatiye amadekirin, ji fermîbûn û geşedana zimanên din re ne destûrdar e. Di bin desthilatdariyek wiha de, sedem ku herişîn û felişîna hişmendiya kurdewariyê gelek dijwar e, xwedîderketina li kurdî qels e; zimanê fermî tê hilbijartin. Diyar e, zimanê ku di jiyana rojane de ne karîger û bibandor be, di nava pêvajoyê de, ji rûmet û tedawilê dikeve. Naskirinek nîvfermî ya li ser lêv û kaxizan jî, wek dixuye, ne sûdedar û têrkar e; gavên xapînok e; dilxweşkirinek demî ye. Bi gotinek din; ziman û wêjeya kurdî ya di hinek zanîngehan de, hêj encamek berbiçav nîşan nedaye. Kursiya kurdî, tenê bi hestên hamiyetkar û zimanperwerî payîdar nabe; divê di warê “aborî” de jî xwe nîşan bide. Destûrnameyên bê berhem û bê hember, hêvîşikestinek e. Lewra, aborî, rastiyek jiyanî ye; qamçiya xebat û lebatê ye…
Rewşa civakî û siyasî ya li ber çavan, herçend ji bo geşedan û pêşketina kurdî rênedêr û astenge be jî, divê kurd, ji kar û barên xwe yên esasî û sereke xwe nedin alî. Di serî de, axaftina navmalî, divê têkiliya bi heval û hogiran re, bi kurdî be; di vî warî de ritimkar bin. Bi taybetî mal û malbat, di vê xizmetê de bingeh e. Kelha navendî û esasî ye. Roja ku ev kelh ji dest çû, gel jî ji dest diçe. Heta dikarin navê zarokan bi kurdî daînin; ti wateyekî îfade nake. Jixwe, bi hezaran nimûne henin; nav, Zîlan, Dîlan, Şîlan, Şoreş e, lê ziman tineye! Belê, wek Seîdê Kurdî jî dibêje: “Li ser mirovan, dexmeya qederê ziman e.” Divê em vê mohr û dexmeya qederê, ji ser xwe navêjin; rêş û reş nekin. Divê em, hêz û havildariya xwe terxanê îdeolojiyên demkuj û dozkuj nekin. Gel, li hêviya dilsoz û dildaran e; ewan ku li ser şopa ziman û çanda xwe nin, li ser şopa dîrok û kelepora xwe nin… Divê em ji bîr nekin, “Çavên li derya, xwelî li serya” ye. Bi gotinek din; ji kedxwar û mafxuran daxwaza maf, ji gur û keftaran hêvîkirina şivantiya pez e…
Gotinek kurdan ya dîtir heye; “Dibêjin Şam şekir e, lê welat şerîntir e ” Belê, divê mijara sereke û yekane, mijara welêt be; welatîbûnê be. Ev jî, divê xwe bispêre rêbazên nûjen û zanistî. Şer, hevdijî, qayîşkêşî, berberîtî, barbarîtî ne çareserî ye. Dem, êdî redda hinek rê û rêbazan dide; “Êdî bes e! Bi van dezge û rêveçûnên kevnare û demborî, doza gel û welêt naçe serî!” dibêje. Naxwe, ji teresî û teraliyê re “na!” bêjin, herwiha, ji tundî û dijwariyê re jî… Çareserî, xebat û xwendin e, hişyarbûn û hişyarkirin e. Seîdê Kurdî, di şîretnameya xwe de, ji bo “çareserî”yê wiha diferme: “Huner û pîşe, xwendin û naskirin, yekîtî û tîfaqî… Çi serî, çi dawî; qewîtiya min li we; xwendin, xwendin, xwendin. Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin.”
Piştî vê nirxandina piçûk, dixwazim vegerim ser armanca vê nivîsê:
Helbet, wek ji navê xwê jî diyar e, min divê ku hinek bêjeyên resen yên derdora Erxeniya Amedê bidim nasandin. Ev bêje, guncav e ku li deverên dîtir jî werin bikaranîn; lê bi qasê ku dixwînim û vedikolim, zêdetirîn bêjeyên xweser û xwemalî yên devera Erxeniyê ye. Ji bo piştevanî û destekdana ferhenga kurdî, min xwest ku bi we re parve bikim. Berya niha jî, min du nivîsên bi vî rengî parve kiribû; yek jê “Ji teknolojiya Kurdan Iskênce” (Nûbihar, hj. 140), ya duyem, “Memelan: Hesreta Salên Dirêj” (Nûbihar, hj. 146) e. Hêvîdarim bi destê nivîskarên dîtir yên Nûbiharê, di vî babetî de hêj gelek nivîsên deverî û lokalî bên nivîsandin. Ger me di vî warî de gavek hêja û nimûneyî avêtibe, ev yek ji bo me şanazî û bextewerî ye. Divê em jibîr nekin; ji parçeyên saxlem û durist, kom û tûmariyên tekûz pêktê. Çi dîrok, çi erdnîgarî, hemû wisa ne; ji beş û dabaşan pêkhatine. Naxwe, kerem kin; dîrok û erdnîgariya xwe, ji xelkê re nehêlin, bixwe binivîsin…
(Nîşe: Gelemşe û astengeyên li pêş zimanê kurdî gelek in; cografî(siriştî), aborî, ewlewî û hwd. Lê mijara me ne nîqaş û nirxandiyan hemûyan e; ji bo nimûneyî, me yek-du mînak dan. Berfirehiya wan, mijara gotarek serbixwe ye; hêvîdarim dê ew jî pêkwere.)
Rêznamaya bejeyên derdora Erxenî û wateyê wan (Nîşe: Bêjeyên min hilbijartinin, ji çendîn waran hatiyinin wergirtin; navenda Erxenî, deşta Gewran û Îznovê, çiyayên Memelan û Dîwanayê ji wan çend hebin. Ger di watedanê de kêmasî û xeletiyê min hebin, mezinahiya xwe nîşan bidin; bibexşînin.)
Yûnis Amedî-Kovara Nûbiharê-hejmar:
Amoj: Jinap, jinmam
Arpelêx: Serûbin, tevlihev, gêran
Arqilîn: Ferqkirin, têgihaştin, jihevalîdan
Axure: Bi rêya şitilkişandina bin axê re zêdekirina mêwên tirî
Baloka: Tew nebe, hîç nebe
Belovajî: Berovajî, ters
Berbaketin: Hatina lîstika kesekî; bilîbûna bi kesekî nehêja re
Berbirok: Gula tavê
Bergend: Bedel, miqabi (Bi serê xwe, bergendê gundekî ye)
Berten: Kesê/a bi kincê tenik yê şevê digere
Besbîn: Qeneetkar, çavtêr
Bijêrok: Hilbijêr
Bijok: Xurekhez, îştahmezin
Bizo: Dareke di dilqê bindeqê de ye
Celb: Çiravk
Cobir: Ajalekî navbîstanan ku koka şitl û sadîlan dibirre
Çavbeloq: Gihastriyekî dijwar yê havînê
Çavzer: Strîyekî rengzer ê havînê
Çerik: Çawa ku
Çindik: Lotikavêtina zarok an karik û berxikan
Çîrzele: Çayırlarda, sığırlar arasında dolaşan.renkli ve ufak bir kuş, çayır kuşu
Çitilxêr: Bereket, di berê zad û fêkiyan de zahfbûn
Çortan: Xurekek hişk a zivistanî ku ji dewê qusandî tê çêkirin
Deling: Devling, hevalkirasê jinan, derpêyê jinan yê fireh
Devcan: Devavêtina kesekî, toramîşbûn
Devşûg: Hevalkirasê jinan yê ji bo xebatê (şalwar)
Dirrî: Strî, dirrik
Dorim: Car, sefer, dor
Finîşk: Karê nebaş û qirêj
Gangilok: Bizirdanka çîçega şingê
Gango: Pisîka nêr û girs
Gêjgerîn: Girdav
Gelagop: Dengbirrîn, bê his û bisî
Gene: Berbirok, gula tavê
Gerrek: Ava lewitî, ava çiravkî
Gevizdank: Zibilgeha xwelebitîna ajalên kedî
Gevz: Lebitîna navxweliyê
Gewrax: Rengê dirûvspî
Girnûk: Qurinç, striyên mezeloq
Gozbacî: Jina îxfalkar û sêrbaz
Herik: Her ku diçe
Hersim: Tiriyê nebûyî, hêj hûrlib û tirş
Hew: Êdî, zînhar, bes
Hirtot: Qirşê gihayên hişk
Hûro: Pirxur, bengiyê xwarinê
Kate: Hestiyê bêgoşt
Kelbe: Tîjik yê ji kevir an daran
Kerme: Perçeax a hişk
Kertal: Pixtî, leteyên xwînê an pişikê
Kircal: Kar û barên malê
Kirikne: Hestiyê vezelok yê goh an poz
Kitan: Sernuxêma jinan ya ji gihayê ketenê hûnandî
Kitre: Benîştê daran
Kulavok: Gihayekî biharê ye ku pelfireh û pelnerm e
Mag: Xebînet, heyf (Maga te be: Xebînet li te be)
Melisok: Stûtewandî, teslîmbûyî
Merxeme: Ji bo jinan, xavika spî ya sernuxamtinê
Nola: Mîna, wekî
Nûmal: Kesê/a xizan a nûzewicandî
Pêçek: Gihayê li dar û gihan xwe dialîne. Cawên ji bo pêçana dergûşan
Penîrok: Gihayekî bêhnxweş yê biharê
Perdax: Veşartin, binpaskirin, nuxamtin
Perpitok: Kesê jar, reben, neçar
Perpûtek: Kesa jar, reben, neçar
Pesta: Peyvên di xewê de tên gotin
Pinisok: Kesê/a tepisandî, pelçiqandî
Pîqol: Kincê milkurt (pîqut)
Pirpirok: Balîndeya li nav mêrg û nav garanan; çûka çayiran
Pitpitok: Balîndeyek rengîn û hûrik ya lezlezok
Pîza: Pismam (Dibe ku ‘bira’ be)
Pox: Bêyomî, qewimîna ji rûyê nebaş tê dîtin
Pozbadan: Dema li hesêb nayê, rûvegerîna di mijarekî de
Qalûç: Dasa gihadirûnê ya piçûk
Qapiz: Uqale. Xweecibandî
Qaqû: Rêz û rûmet, heysiyet
Qelm: Ji bo tenekutanê, amûra ku ji dep û kevirên hesteyî pêkhatiye. Moşin.
Qenaş: Qamîşa bejî ya nav zeviyan
Qene: Tew nebe, hîç nebe
Qenîştok: Êzingên seranser yên ji perçebûna qurman bidestdikeve
Qerimîn: Tevz û bêteqetiya ji ber kar û bar. Bêlebitîna ji ber serma û seqemê
Qerqît: Îskelet, req û rût
Qertilandin: Bi rêya kişandinê, bişkivandina caw an tayekî
Qeys: Darloq, gindorê ser ban
Qurf: Jiberkirina garis. Tirsa dijwar
Qurifîn: Ji ber xwar û rastbûnê qutbûna têlê. Tirsîna dijwar(Bizdîn)
Rewisî: Laşê bêxwîn û bêqidûm
Ritim: Îsrar, daneketina ji ya xwe
Rût û repal: Şifiltazî
Sarîbarî: Peyvên çerlêhatî, gotinên vala
Serjinik: Mêrê ku dest û pozê wî di nav karê jinan de ye
Serpene: Darê bin mêwa(Ji bo tirî temasê axê neke)
Sersewêx: Îhmalkar, laqeyd
Serşirît: Jina fêlbaz û deklîz
Sewixîn: Jiserîavêtin, îhmalkirin
Sews/Sewsî: Gêjî, gêj; sersemî, sersem
Soxîn: Aqûbet, encam
Spinde: Kesê/a bi ser û kincê xwe qilêrok e
Şayîş: Şeref, rûmet
Şêlkotî: Kesê/a ji bêkêr û bêpergal
Şepelî: Şiliya gur û bênavber
Şirt: Gihayê ji bo melkeska axo
Şujî: Ava mast an penîr
Tefildûman: Mij û morana tirsnak
Teql: Ketina li ber hêwa û dezgeyê kesekî (Li ber teqla wî ket)
Tertele: Xenîmet
Terx: Şikêmbe
Teşîl: Parçekevirên kirîstalîn ku ji şikestina zinaran dipekin
Teşkere: Amûra depîn ya li heqîbê diçe û pê kevir tê kişandin
Tewek: Di ajalan de nexweşiya şebê
Tewr: Herî, …tir (Li pêş rengdêran, wateya mubalexeyê dide)
Tibîsk: Di dema lotikavêtinê de lihevdana tiliyan
Tuxetux: Dengê mirîşkan ê berya hêkkirinê
Xaloj: Jinxal
Xampol: Keçika bir ser û kincên xwe lihevhatî
Xax: Rezîl, Rezalet. Entrîqe
Xaxcirîn: Jina xapînok û xwedîentrîqe
Xaxûtore: Rezîl û riswa
Xazûk: Tûyên nebûyî (kerik)
Xerxote: Tiştê kevn û jihevdaketî
Xîs: Şitlê mêwên tirî yên hatine birrîn, şivistên hişk
Zingezing: Sewt û zirmîniya bênavber
11.07.2020