Xor (roj) sembola Mêhr (ango Mîthra) e. Mêhr êzidekî (firîşte) baweriya berê (Zerdeştî) ya Kurd û gelên aryanî bû. Li gorî Zerdeştiyê Mêhr di 21ê meha 12an (anku meha Berçileyê) de hêz û serweriya xwe nîşanê cîhanê dida û mizgîniya dêbûna ronahiyê dibexşî, lewre ew weke rizgarkerê cîhanê dihate hesibandin.
Şeva Yeldayê yan Şevçile dikeve 21ê meha Berçileyê û ev dibe şeva yekem a sersala wê zivistanê. Di Şeva Yeldayê de xorvegera zivistanê rûdide û ew li ser nîvgirovera bakur dirêjtirîn şeva salê ye. Piştî vê rûdanê hêdî hêdî ronî bi ser dikeve û roj dirêj dibin. Cejna Yeldayê weke cejna Newrozê di nav gelek neteweyên li Rojhilata Navîn de tê vejiyandin. Di vê şevê de barîna berfê weke nîşaneya saleke tijî xêr û bêr tê dîtin. Şeva Yeldayê ji aliyê neteweya kurd ve hertim bûye cihê giringiyê. Kurd jî tevî neteweyên din bi nexşandina sifreyê û bi vegotina çîrok, şadan û xwendina hûzanê vê şevê derbas dikin.
Pîrozkirina Şevçileyê di nav kurdan de
Xelkên Sineyê ji Şeva Yeldayê re Şevçile (Şewçile) dibêjin. Gelê Sineyê sê mehan beriya vê şevê mêweyên mîna mewîj, bih, hirmî, sêv û gindoran amade dikin. Ew sê mehan gindoran di nav cereyên tirşiyê de çal dikin û di Şevçileyê de ji bo xwarinê ji bin erdê derdixin. Ew di vê şevê de du xwarinên taybet ên bi navên gindorê tirş û pelîneya keleman çêdikin. Gelê bajarê Sineyê ji bilî van, xwarinên bi hinar, dane û gezoyê jî amade dikin. Amadekirina dane û gezoyê: genim li ser sêlê tê qelandin, bi şîleya gezoyê tê vedan û baş tê tevlîhev kirin û paşê tê xwarin.
Di vê şevê de kurdên ji bajarên Mehabad, Nexede, Pîranşar û Şinoyê li hev kom dibin, bi hev re hûzan, heyranok, lawje, stran û baloreyan dibêjin. Li gorî nêrîna wan eger di Şevçileyê de berf an jî baran bibare, sala nû dibe saleke tijî xêr û bêr.
Kurdên Xorasanê ji Şeva Yeldayê re Çilekilû (anku Çileya mezin) dibêjin. Mêr û ciwanên malbatê dendikên hinaran ku jêre destegez jî dibêjin, baş dikutin heta ku kef didin. Paşê bi şîleya şekir, gûz û fistiqan ve vedidin û tevlîhev dikin, di encama vî karî de xwarineke çêjdar ji Şeva Yeldayê re amade dibe. Di wê şevê de gel heta berbeyanê li benda hilhatina yekem tîrêja xorê dimîne.
Li Kirmaşan û Îlamê di Şeva Yeldayê de jin qalikên çerez û gulberojan davêjine nava çem û robaran daku sala nû bibe saleke bibaran. Gel jî bi vê boneyê Şeva Yeldayê pîroz dibînin.
Agahî: Ji bo agahiyên zêdetir berhema Qendîl Şeyxbizinî ya bi navê Şeva Yelda bixwînin!
Ev nivîs ji malpera Serkeftin.comê hatiye wergirtin