Yearly Archives: 2020

Cotmeh, 2020

  • 4 Cotmeh

    RASTIYA PEYVA ”SPAS” Û YA ”BIHAR”Ê

    Vê sibehê biraderê me Seyid Mihemed Hezexî ku li Swêdê mamostetiya Zimanê Kurdî dike, pirsek li ser rastiya peyva SPAS û ya BIHARê bo min hinartiye. Îcar min jî xwest ku ez li gor zanîna xwe li vê rûpelê biweşînim, da ciwanên me sûd jê werbigirin. Seyidê me weha nivîsiye: ”…Mamosteyên Artuklu û hin mamosteyên din gotin, ji ber ku …

  • 3 Cotmeh

    Romana Şêrzad Hesen a bi navê “Hesar û Kûçikên Bavê Min” êdî bi kurmancî ye

    Romana bi navê Hesar û Kûçikên Bavê Min a romannivîsê ji başûrê Kurdistanê Şêrzad Hesen ji hêla Memê Mala Hine û Imad Shukur Mahmood ve li kurmancî hate wergerandin. Wergera kurmancî ya romana ku navê wê yê resen “Hesar û Segekanî Bawkim” e ji hêla Weşanên Darayê ve hate çapkirin. Berga pirtûkê ji hêla wênesazê Basim Elrassam ve, xwendina dawî …

  • 2 Cotmeh

    Ji Evîna Rojên Kevin-1

    Di zaroktiya min î destpêkê de, hîn tenê, ez û birayê xwe yê ji min biçûktir hebûn, min çavên xwe di malek bi mêvan, çûn û hatin û hewşek mezin de vekirin. Hewşek, bi xirecir ji sewal û dewaran, ji mirîşk, elok û qazan..û gelek caran bi hesp, qantir, ker û erebeyên qantiran dihat dagirtin.. Bîrek di hewşê de bû, …

  • 2 Cotmeh

    Dengê muzîkjenê Kurd Osman Xwafî li tevahiya Îranê belav bûye

    Osman Xwafî muzîkjenekî Kurdê Xorasanê ye. Kêm kes li Rojhilatê Kurdistanê û temamiya navçeyên Îranê hene ku Xwafî nas nekin. Bêtirî 80 salî ye dutarê dijene. Wek akter jî beşdarî çend fîlm û rêzefîlmên dramayê bûye. Niha temenê Osman Xwafî 91 sal e. Bi dahata muzîka xwe çend dibistan ava kirine. Dengê muzîka Osman Xwafî li tevahiya Îranê belav bûye. …

  • 1 Cotmeh

    Çandname eKovar – 3

    eKovara Çanda Kurdî ya malpera https://www.candname.comê bi jimara xwe ya 3yem derket. Kovar di ebatên kaxiza A4ê de bi rûpelsaziyeke delal li ser malpera https://www.candname.com ê bi awayekî pdf tê belav kirin. Di kunyeya kovarê de hatiye nivîsîn ku Firat Bawerî xwedî û berpirsê e-kovarê ye. Paşa Amedî û Ridwan Xelîl jî edîtoryaya kovarê kirine. Di vê jimarê de bo …

  • 1 Cotmeh

    Destana Memê Alan: Seyra Tarîxî

    Destana Memê Alan wekî ku me di beşên din de behs kir wisa xuya ye ku vedigere serdemên berîya îslamê û belkî jî berîya zayînê. Ji wan deman heta roja me ya îro hatiye. Lê di vê rêyê de, anku ji berî zayînê yan jî îslamê, heta roja me ya îro, çi guherîn tê de çêbûne, çi çênebûne ne dîyar …

  • 1 Cotmeh

    Gelo Me 5 Salan Çi Xizmet Kirin?

    Merheba xwînerên ezîz û delal! Me pênc sal berê roja îro (01.10.2015) dest bi weşanê kir û ser de jî tam pênc sal derbas bûn kete 6an. Me di vê pêvajoyê de pir zehmetî derbas kirin lê şikur ji Xwedê re me meşa xwe neterikand. Hûn jî dizanin di weşanên Kurdan û Kurdî de pirsgirêka herî mezin domandin tune. Ku …

Îlon, 2020

  • 29 Îlon

    Parastina Kurdî Zor Zor Girîng e!

    Hewldan û hesasîyeta parastina Kurdî zor zor giring û watedar e. Ji bo mêjîyekî pak û sirûşta Kurdbûnê, heyatî ye. Digel hemî bêxwedîbûn, êrîş û têkçûnan, Kurdî îro xwedî civat û cemawerekê ye. Piştî vê astê û evqas berheman, windabûna Kurdî ne pêkan e. Tim wê li ber geşbûnê be. Ziman, ji bo me Kurdan tenê ne amûreke pêwendî û …

  • 29 Îlon

    Hêviyek ji Lêvegera Kurdî a Bilind

    Hêjano! Bêguman em kurdên Rojava di rojên dîrokî û zor hestyar re derbas dibin.. Û dawî, (Lêvegera Kurdî a Bilind) di nav rêxistinên me de hat morkirin.. Tevî seqetbûnê ku, du partiyên sereke ne di nav de ne.. Ez vê lêvegerê pîroz dikim.. Bi hêvî me ku ew jî di nav kerwanê Lêvegerê de bin.. Bi morkirina vê Lêvegerê re, …