Hêviyek ji Lêvegera Kurdî a Bilind

Hêjano! Bêguman em kurdên Rojava di rojên dîrokî û zor hestyar re derbas dibin.. Û dawî, (Lêvegera Kurdî a Bilind) di nav rêxistinên me de hat morkirin.. Tevî seqetbûnê ku, du partiyên sereke ne di nav de ne.. Ez vê lêvegerê pîroz dikim.. Bi hêvî me ku ew jî di nav kerwanê Lêvegerê de bin..

Bi morkirina vê Lêvegerê re, bi min xweşe ku ez pirsa parastin û guhdana zimanê kurdî ji wan bikim.. û bînim bîra endamên vê lêvegera Kurdî ku ziman û kultura me jî li ber talanê ye..

Piştî ponijandinê, min gotin ji gotinên van her çar lehengên peyva kurdî a resen çêtir nedîtin ku ji (Lêvegera Kurdî a Bilind) re raxînim ber çavan: Mîr Celadet Bedirxan, Dr. Nûredîn Zaza, Osman Sebrî û Cegerxwîn.

Gotinên ku min divîbû binivîsim, hêviyên ku min divîbû ji wan partiyan re bibêjim, van siwarên peyva kurdî, berî min gotine, nivîsîne û gazin û hêviyên xwe anîne ziman.. Vêca min pêwîst û çak dît ku ez gotinên wan di vê derbarê de dubare bikim.. Da ku yên jibîrkirine, bînim bîra wan û yên ku nexwendine wan şiyar bikim ku bixwînin:

 

 “Belê xorto! Ew dixwazin tu ji wan re bibî xuşkî (Xulam). Kirine serê xwe te daxurin(daqurtînin). Zimanê te jêkin û yên xwe bi devê te bikin. Da ku tu nikarî kurdaniya xwe bi lêv bikî..  Xorto ! Bi ser kela me de girtine. Ji derve dijmin dirêjî me kiriye. Ji her mêlê êrîş e. Di hundirê kelê de şerekî din, bê eman û ji ê pêşîn mezin û dijwartir heye. Şerê me bi hevdu re ye. Di mal de jî dijmin..  Herê xorto  ! Birîna me a mezin û xedar dexse, berberîye, jana dexsê ye. Em sîngejarin. Ji derve serma li me dixe. Li hundur em bi janê dikevin”.

Mîr Celadet Bedirxan, kovara Hawarê, hejmara 18 sala1933an.

 

Gelî Kurdan! Eger hûn naxwazin ji hev tarûmar û winda bibin, berî her tiştî, bi zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin. Lê eger dixwazin xwe nas bikin û xwe bidin

naskirin û hezkirin, û bi hevaltî û dostaniya miletêndin re pêş ve herin û bi rûmet û serbilind bijîn, dîsa zimanê xwe bixwînin û bidin xwendin”

Dr. Nuredin ZAZA, rûpelê pêşîn ji Destana Memê Alan.

 

“Ziman zimanê me gişika ne?! Ne yê yekî an yê didiwane, gava ku em ji bo zimanê xwe bi xebitin em qenciyê bi xwe dikin. Lê heyfa yê ku heya niha bi ziman mijûl dibin gelekî kêmin.. Gelek ji xortên me çavê xwe berdane nivîsandina helbestan, ev ne tiştekî hêjaye,divê nivîsên rastesere bêne nivîsandin. Belê helbest tiştekî ji edebê ye, lê ne tevaya edebê ye.

Di vê ku mirov bizanibe bi zimanê xwe bi nivîsîne, lê nizanim hemû ji min re helbestan çêdikin.. Em miletekî bê ziman in. Anha pir xortên me hene xwendane, bi erebî jî xweş dizanin, dibêjin: (Em dê ji miletê xwe re xizmetê bikin..) Lê mixabin hînî zimanê xwe nabin û ezê dê çawa ji wan bawer bikim..?!”

Osman Sebrî: Kovara Hêvî, hejmara (7)an, sala1990 li Parîsê.

 

“Çi zimanê ko folklor û tore têde fireh û mezin bûne, ew ziman, zar, şîwe ji zimanên mezin têne jimartin.. Her wekû pêşveçûna dezgeh û jîna civakî jî, yek ji van tiştane, ko ziman pêşve dibin û fireh dikin… Di vê meydanê de zimanê kurdî -zarê kurmancî- gelek dewlemend û mezin û payedare. Ji her nifşî helbeste, lawik, heyran, istiran, serpêhatî, çîrok û liztik dagirtiye.. Lê pir cihê axîne, ko heta Sedê Bîstan jî, tiştekî hêja di vê meydanê de nehatiye çêkirin, ne hatiye nivîsandin û belavkirin..”

Cîgerxwîn, 27/11/1965,  Folklora Kurdî, Stokholim 1988

 

Konê Reş, Qamişlo 24/09/2020

Derbar Konê Reş

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply