Yearly Archives: 2020

Hezîran, 2020

  • 31 Hezîran

    Sala nû (2021) li min û we pîroz be!

    “Sal bi sal xwezî bi par” Belê ezbenî, di serê vê sala nû de, ji pirbûna pirsan tu xwe di nav bersivan de winda dike, zimanê te li hev diherbile û tu nema zane çi bêje û çi nebêje.. Tu dixwaze derewekê bike û ji derewa xwe bawer bike.. An hin derewekê bikin û te ji wan bawer bike û …

  • 31 Hezîran

    ROBOSKÎ, REBEZKÊ..GUNDÊ QİLEBANÊ

    (Bangek bi nalînî û birîndarî) ………………………………………… Ji gundê biniya Cûdî hati bûn şalê min Li bedena min lefandî, reng û reng û germ bûn Rojek zivistanî û qefaliya berfê bû Şevek sar û serma û tarî bû Wê şevê keraseta hate serê me Kesek tüne bû bên alîkariya me Bûyera hat serê me Ne yê serê gurê çiyan Sal û …

  • 30 Hezîran

    DILEKÎ BIRÎNDAR ŞIKOYÊ HESEN

    Şiko aşiqê ziman, çand, dîrok û milletê xwe ye. Alîgirê yekîtî û tifaqê ye. Hestên netewî pê re bilind in. Helbesta “Bi xemil, rewş e / Şîrin û xweş e / Zimanê kurdî… Beyta Feqî ye / Sewta Xanî ye / Zimanê kurdî” ku ji aliyê Aram Tigran û gellek hunermendên din ve hatibûn xwendin ya Şikoye Hesen e ku …

  • 29 Hezîran

    Derî û Dil

    Di ‘Derî’ de kirde şa’r bi xwe ye. Lê di bin risteyan de kirdeyek veşartî heye, bi min kirdeya veşartî jî bav e. Şa’r behsa xwe ya heft salî dike, meşek dide destpêkirin bo vegerina zaroktiya xwe, di çavên zarokbûna xwe de nêrînek bi gazîn tîne ser ziman, bi kirdeya veşartî re hesabek, hesretek, hêviyek li ber çavên me radixe. …

  • 28 Hezîran

    Rewşa Medyaya Kurdî Çawa ye? (Hevpeyvîn)

    Di pêvajoya 2020an de medyaya Kurdî hem di aliyê tewrî de û  hem di aliyê teknîkî de pêşketinên ber bi çav bi xwe re anîn, ji gelek dewletên cîhanê re bû çavkanî, lê mixabin negihaşte medyaya neteweyî, heta negihaşt asta serxwebûnê jî. Di encamê de di bin banên partî û aliyên ku destekê didin medyayê. Êdî mirov digihêje wê baweriyê …

  • 28 Hezîran

    PİLPİLÎNG Û ŞEWAT

    Çar heb hevalên pilpilîng bi hev re digeriyan geh li ser gova gulê vediniştin difiriyan geh li ser kulîlka vediniştin;  difiriyan û direqisiyan. Rojekî dîsa di seyranê de ar dibînin lê nizanin ku ar çi ye. Dixwazin ku ar nasbikin. Pilpilînga yekem hindikî nêzê ar bûye, dîtiye ku ser, der û dorê wê ronî dike û vegeriya cem hevalan, got: …

  • 28 Hezîran

    ÇAVÊN DERYAYÎ

    Di germaya çavan da dibînim, evîndariya rastî Ku ew awir tunebin, Baskê min şikestîne Gulên bihara min wendayîne Balîndeyên difirrin bala min nakişîne Û evîndariya qumriyan jî Ku tu nebî; Xemla ezmanê min bi ewr in, ne sayîne Gulên bihara min na bişkuvin, ne xuyanîne Jiyana min dibe payîza paşîn, Dara min pelan diweşîne Heger  dilgermî  hebe hest  difûrin Xuyanî, …

  • 27 Hezîran

    Aramê Dîkran

    Aramê Dîkran (wekî Aramê Tîgran jî tê naskirin; navê wî yê ermenî: Aram Melîkyan), hunermendekî ermenî ye ku bi kurdî û ermenî distira. Di sala 1934an de li bajarê Qamişlokê (Binxetê) hatiye dinyayê. Aramê Dîkran di roja 8ê tebaxa 2009an de li Atînayê (Yewnanistan) çû ser dilovaniya xwe. Gotineke bav û kalan heye ku wiha dibêje: “Tenê deng û huner …

  • 27 Hezîran

    Wergera Berhemên Kurdî

    Li ser girîngiya wergerê çiqas gotin bê gotin, çiqas nivîs bê nivîsîn jî têr nake. Ev mijar wisan mijareke girîng e ku divê bi her hawayî li ser bê rawestandin. Berhemên edebî piştê ku tên weşandin, dibin malê mirovahiyê, dibin malê temamê gelên cîhanê. Berhemên edebî hem netewî ne, hem jî gerdûnî ne. Ew sînor nas nakin. Bi saya wergerê …

  • 27 Hezîran

    ÛRFA yan RIHA

    Bajarê rengîn û xweşwar, bajarê Ûrfa yan jî Riha dikeve bakurê welêt û yek ji kevintirîn bajarê Kurdistanê ye. Bêguman gengeşe hene li ser her du navan, hendek ji aliyên Kurdî navê Riha’yê weke naveke Kurdî û kevin nas dikin û bikar tînin jî, gelo ka em bizanin rastî û duristiya wê weha ye yan jî na, selmandin û îspatan …