Gelo Me 5 Salan Çi Xizmet Kirin?

Merheba xwînerên ezîz û delal!

Me pênc sal berê roja îro (01.10.2015) dest bi weşanê kir û ser de jî tam pênc sal derbas bûn kete 6an.

Me di vê pêvajoyê de pir zehmetî derbas kirin lê şikur ji Xwedê re me meşa xwe neterikand. Hûn jî dizanin di weşanên Kurdan û Kurdî de pirsgirêka herî mezin domandin tune. Ku domandin hebe wê xîzmet jî her roj zêde bibe û arşîv jî mezin bibe.

Jixwe, dema ku me dest bi xizmetê kir û heta niha gelekî pirsgirêk û zehmetî derketin lê dewamkirina xizmetan tiştekî girîng e!

Li ser vê meş û xizmetên me ez çend gotinan bibêjim;

1. Hinek dema hewes/daxwaz zêde ye û mirov hîn zêde dixwaze tiştên nû/cûda bike lê yek dema jî daxwaz kêm dibe, divê van dema mirov devjêbernede.

2. Divê mirov yekcaran bi xebatên nû karên xwe dewlemend bike.

3. Teqez divê ekîbek hebe. Bi tenê kar heta cihekî dimeşe lê paşê disekine. Şikur ji Xwedê re ku ez xwediyê du hevalên qedirbilindim (Paşa Amedî û Ridwan Xelîl) û bi hev re vî karî dimeşînin.

4. Me vê pêvajoyê de kovara Çandnameyê jî derxist û niha gihîşte hejmara 3yan. A din jî me malpera Kurdî û Tirkî ji hev veqetand û ji bo xebatên tirkî jî cih vekir.

5. Wekî hûn jî dizanin ku çapkirina pirtûkan biha ye û bi taybetî pirtûkên Kurdî ji bo ku zêde nayê firotan weşanxane nikanin çap bikin ji bo wê me dest bi weşangeriya e-pirtûkan jî kir û heta niha me 4 e-pirtûk weşandin

6. Li ser medyaya civakî jî hesabên me hene û em dixwazin bi rêya medyaya civakî jî bigihîjin gelê xwe.

Divê ji bo ku ev xîzmetên me dewam bikin hûn jî ji me re alîkariyê bikin û me bişopînin.

Firat Bawerî
Xwediyê Kovar û Malperê

Derbar Çand Name

Check Also

Mirov û dîrok

Fehmdarî ye ku pêvajoya çêbûna mirovekî, jiyan û mirina wî, rêza bûyerên vê pêvajoyê “dîroka …

Leave a Reply