Çandname eKovar – 3

eKovara Çanda Kurdî ya malpera https://www.candname.comê bi jimara xwe ya 3yem derket.

Kovar di ebatên kaxiza A4ê de bi rûpelsaziyeke delal li ser malpera https://www.candname.com ê bi awayekî pdf tê belav kirin.

Di kunyeya kovarê de hatiye nivîsîn ku Firat Bawerî xwedî û berpirsê e-kovarê ye. Paşa Amedî û Ridwan Xelîl jî edîtoryaya kovarê kirine. Di vê jimarê de bo wêneyê bergê wêneyekî wênekêş û akademîsyen Murad Adiyaman hatiye weşandin.
Di nivîsa edîtoryaya e-kovarê de edîtoryayê bahsa xebat û sedemên xebatên xwe kiriye, piştre sedemê ekovarbûnê hatine îzah kirin.
Kovar bi naverokek dewlemend xuya ye:

  • Lokman Polat bi nivîsa “Di Edebiyatê de Kanon û Fonksîyona Edebîyatê”,
  • Faîk Ocal bi nivîsa “Veqetandina Pêşîn”,
  • Paşa Amedî bi çîroka “Qalaqûçik û Legleg”,
  • Serhat Aydin bi nivîsa “Tomografiya Berhevkarî ya Mîkroyê”,
  • Mustafa Rêzan bi nivîsa “Li Cîhanê Perwerdeya Taybet”,
  • Dr. Rodî Zanyar bi nivîsa “Alarjî”,
  • Dilazad ART bi nivîsa “Kilamek ji Bo Beko”,
  • Recep Çîçek bi nivîsa “Jiyana Gundan”,
  • Xerzî Xerzan bi nivîsa “Pira Malabadê û Dewleta Kurd a Merwanî”,
  • Emre Mûhargînî bi wergera “Ji bo zarokan Lîstik”,
  • Bawer Agirî bi nivîsa “Ziman û Jiyan”,
  • Mustafa Acar bi helbesta “Zimanê Kurdî”,

bo xwendevanên xwe re gotine merheba.

Di dawiya kovarê de 2 heb wêneyên e-pirtûkên nû yê ku ji e-Weşanên Çandnameyê derketine, rûpelê xemilandiye

Di rûpela herî dawî de jî endambûna “Koma Kovargerên Kurd” hatiye eşkerekirin û bi kurtasî qala komê hatiye kirin û bergên kovarên endamên komê li vir hatine rêz kirin.




Derbar Rêvebir

Check Also

‘Kürt Teavün ve Terakki Gazetesi, Bo Xebaten Kurdewar Wek Jêderkekê ye’

Serê sedsala 20an di nav sînorên osmaniyan û de liv û tevgerên girîng diqewime. Nexasim …

Leave a Reply