Wergerandin di navbera wergêr û wergir de

Wergêran yanî wergerandin (Tranislation) prosesa veguhestina berhema zimanekî ye (Zimanê Jêder – Source Language) bo ser yekî din (Zimanê Armanc -Target Language) ku di pranîya awayan de zimanê dayikê ye, û ev proses derbirîneke ji hizrekê yan ji çend hizran bi rêya peyvan tê encamdan û li ser dû sitûnan radiweste:

Stûna yekem di prosesa wergêranê de, bîroke ye (Concept) ku divê di zimanê armanc de bibe raman.

Stûna duyem form e anku şêwazê bi hevgehandin û rêzbendîya peyvên herdû zimanan, (Zimanê Jêder û Zimanê Armanc).. Li vir mebest ji peyva (şêwaz) straktûra hevokan û corên rewanbêjî û aliyên estetîkî û ciwaniyê, û nêzîkbûn, dûrbûn, hemberbûn û girêdana wan bi rêzmanê ve ye.

Ji van herdû stûnan bîroke li berahiyê tê û dê çend afirandinek baş be dema wergêrek bikare wê bîrokeyê di zimanê armanc de bi peyvan nîgar bike û bike ramaneke nêzîkî ramana zimanê jêder.

Wergêran li welatên pêşkeftî bizaveke berfireh ya çandî vedigire û yeke ji binemayên sereke yên werar û pêşveçûna hizrî û merîfî. Wergêran di warê edebî de, proseseke têde wergêr hevrûşî gelek teger û astengan dibe ji ber herdem mjûlî hizirkirin û têramanê ye daku bi kirasekî rind û delal gewhera wê teksta berdest bi rêjeyeke baş ya emanetê û rastgoyî bigihîne.

Wergêran di nûtirîn pênase de, ne guhertina zaraveyekê ye ji zimanekî bo yekî din ji zimanekî dî, ji ber ku ne kar û erka wergêranê ye xişteyên gotin û peyvan rêz bike ku ev çend renge bêhtir bi zanistê zimanevaniyê ve girêdayî ye, her çende wergêran di naxa xwe de tewerekî zimanevanî ye, lê ji vî tewerî derbaz dibe û berev ramanên berifirehtir û giştgîrtir diçe çunkî merem ji wergêranê gehandina ramana peyv û destewaje û hevokane bi rehendên wan yên derûnî, civakî û çandî ku dihevbend in bi zimanekî din ligel hilbjartina maqûltirîn bêje û zarav weku dilsoziyek ji bo veguhestin û gehandina wan hizir û ramanan bo wergirî.

Xwiya ye ku di dêrîn zeman de, wergêran bi çendîn rengan hatiye saloxdan mîna maça li pişt şûşeyê û mafûrî wergêrayî û xiyanet ..td, û renge wergêran gelek caran jî bi nebûna rastgoyî û veguhestina bi kêm emanet û dûrketin ji ruhê naveroka teksta jêder hatibe saloxdan, vêca bi her behaneyekê be ku wergêranê ji peyama wê ya mirovînî vala dike û çêdibe ev çende ji aliyê wergêrî ve bi şêweyekî ne meremdar be belku sînordarî û bagirawenda wergêrî yê merîfî û çandî di bine eger  ku wergêraneke leng û qop û ne ji hejî bihê berhemanîn. Di prosesa wergêranê de, gerek û pêdivî ye wergêr bi rengekî bi zanîbûn û merîfeke ansîklopedî, haydar û serhelî be bi rêziman û sitraktûrên herdû zimanên jê/bo werdigêre ligel zengîniyeka baş di ferheng, kultûr, çand û rewşa jiyana axaftinkerên herdû zimanan, û dema wergêr şiya bigehe dahênaneke nêz ji teksta jêder ligel hinek destkarî û guherîn û guncandinên kêm yên pêdivî, dê wergêrana wî bikeve di xaneya wergêrana afirandî de, lê bi dîtina min, gelek kêm ji wergêran hene ev pesne ji hejî wane. Helbet her wergêrekî teksteka edebî ji zimanekî bo yekî din werdigêre hewil dide bigehe berhemeka pejirandinî ji aliyê wergir û lêkoleran ve ku bi rêya formên nûjen yên derbirînê bi rengekî babetî û dûr ji xweyatiyê bi vê erkê rabibe, û wergêr hindî dişyana wî de be divê pêsdagîr be bi emanet û dilsoziyê ligel berçav wergirtina elementên riste û hevok û destewajeyan ku renge bi heman rêzbend nebin di herdû zimanan de, û ya ji hemîyan giringtir, bi dîtina min, kartêkirina ruhî ya teksta zimanê jêdere liser wergêrî û hewla veguhestina wê bandorê ji bo xwendevanê teksta zimanê armanc.

Bêguman wergêran pireke ji bo bi hev gehandina bajêrvanî û çandî di nêvbera mirovan de, nemaze li vê cîhana îro ku di çarçoveya yek laptop de berceste bûye.. Lêre wergêr mîna pêgehînerekî di nêvbera rewşenbîran de rola xwe dibîne her wek helbestvanê Meksîkoyî yê navdar Octavio Paz dibêje: “Her zimanek awîz û rêyeke ji bo dîtina cîhanê û şirovekirina wê bi rengekî nimûneyî û taybet, zêdebarî ku diyardeyên xwezayî ji welatekî bo yeke din her heman diyarde ne û nayên guhertin lê rêya karlêkirin û serederî ligel van diyardeyan ji zimanekî bo yekî din cuda ne”, lewra wergêr pêgehînerê hemû van çand û dîtnên cuda ye li cîhanê û her ew e serhelîya me berdest dike û navbirê zimanevanî la dibe.

Şemal Akreyî K24

Derbar Rêvebir

Check Also

Saeta Wenda

ustin Wright û Edward Breath, du misyonerên ameríki, gava ku li Îranê digeriyan û çerx …

Leave a Reply