Çîroka Habîl û Qabîl

Heta Adem (a.s.) û Hewwa di cennete da bûn bi rahetî û xweşî jiyane diborandin, tirs ji wan ra tunebû û zehmetî ne didîtin. Wexte emre Xweda bi cîh ne anîn ketin lepika şeytan, Xweda ezze we celle wan ji cennete deranî û avet ser rûye erde.

Li ser erde ji dar û giya heta şer û pilinga, fîla, lıirç û gura gelek hey wane wehşî hebûn. Ji bo ev heywane welışî zerer nedin wan xwe dan sere çiyakî, ketin şikeftek bilind. Ji bo ku bikaribin weka di cinnete da zike xwe ter bikin, bi rahetî xwarin û vexwarin peyda ne dikirin. Adem (‘e.s) xwe ji çiya berda ket nava daristane, heta ku tiştek xwarine peyda bike. Adem (‘e.s) dest bi xebate kir, şixulî. Westandin ji re çedibû, xûdan dirijand. Diya me Hewwa jî carna alîkariya wî dikir. Diya me Hewwa hemle derket, Xweda ezze wecelle kurek daye, nave wî danîn Qabîl. Adem (‘e.s) bi vî zaroke xweye ewwil şa bû. Ji diya me Hewwa ra wezîfekî nû derket ku terbiyet û xwedîkirin û hilanîndanîna piçûka bû. Îdî ne dikariya alîkariya bave me Adem (‘e.s) bike. Adem (‘e.s) bi tene sebe heta evare li pey rizqe xwe û zaroke xwe banzdida. Wexta dibû şev dihat şikefte, bi Qabîl kefxweş dibû, pe dileyîst. Salek derbasbû dîsa diya me Hewwa hemle derket, Xweda zarokî da nave wî danîn Habîl. Adem (‘e.s) dîsa li peyda kirina xwarin û vexwarin va mijûl bû. Bi vî awayî sal û meh derbasdibûn, ewlade wan zede dibûn. Habîl û Qabîl mezin bûn, le’b û leystoken zarokiye berdan, alîkariya bave xwe kirin, xebitîn. Qabîl ji Habîl bi ‘emir mezîntir bû, le Habîl ji wî zeximtir bû, rehm û şefqeta wî zedetir bû. Hiz ji pez dikir û gelek xweşik li wan dinihert. Bave me Adem (‘e.s), xebat û şixul, li Qabîl û Habîl û parve kir; îşe zira’et û çandahiye da Qabil, lewra Qabil qelb lıişk bû. Be rehm û şefqet bû, ziraet û çandahî jî ne muhtace şefqete ye, şivantî û rehîna pez û çeleka jî da Habîl, lewra ev şivantî muhtace rehm û şefqete ye.

Rojekî sere roje derket, Adem (‘e.s) û Qabîl û Habîl ji şikefte derketin, Qabîl çû nav baxçe û eraziye xwe, Habîl çû ber peze xwe, Adem (‘e.s) çû neçîre,

Hewwa jî çû ave. çaxa be şev, Qabîl fekiye xwe anî,

Habîl şîr anî, Adem (‘e.s) jî hinek teyr û çivîk ji neçîre anî. Tev danîn ber xwe, xwarin, vexwarin.

Xweda bereket xist fekî û çandahiye wan, bereket xist pez û dewaren wan.

Adem (‘e.s) ji Qabîl û Habîl ra got:

“Ev Xweda ewqas nîmeta daye we, lazim e hembere van nîmeta hûn şukre Xweda bikin, her yekî qurbanekî bidin, her yekî ji we tiştekî ji xwarine bibin sere çiya deynin, bi vî hawayî hûn şukre Xweda bi cîh tînin, him jî sedeqe û zekata male xwe didin.”

Habîl pir kefxweş bû, lewra sadiq bû bi Xweda ra, ehle îxlase bû. Ema Qabîl ji xwe ra got: “Ez zehmet dibînim,

xûdan dirêjim heta hinek mal berhev dikim, çima deynim serê çiya heywan bixwan? Çima ez jê feyde nebînim, nexwem, xeyrê min jê bi xwan?”

Ji bavê xwe ra tiştek ne got. Habîl çû nav pezê xwe, berxek rind, taze û sipehî bijart, serjêkir bi dilxweşî. Lewra digot: “Ew Xweda yê ewqas nîmet dayê mê, rizqê me daye, lazim e em şukre wî bikin.” Lêbelê Qabîl çû ket nav dehla xwe, nav rezê xwe, hinek fêkiyê rizî bijart, çinî. Lewra dilê wî jî pîs bû, rizî bû, qelbê wî bexîl bû. Qabîl fêkiyê xwe yê rizî kevin ji Xweda ra hediye kir. Dilê wî jî wekî hediya wî bû. Lêbelê Habîl, baştirîn û hijatirîn malê xwe yê teze hediyê Xweda kir, dilê wî jî wekî hediya wî pak û paqij bû. Roja li pey, Qabîl û Habîl bi bavê xwe ra çûn serê çiya. Nîşana qebûlbûna hadiya wan ev bû: heçî hedyÎa ne di ciyê xwe da bima, wunda bibya, ne li ciyê xwe biya, ew hediye ji alî Xwedê va hatibû qebûlkirin. Heçî hediya di ciyê xwe da biya, wunda nebûya, ewê bihat fehmê ku Xweda wê hediyê qebûl ne kiriye.

Roja din hat û Habîl hediya xwe li serê çiya nedît, fehm kir ku Xweda hediya wî jê qebûl kiriye, bi dil xweşî şukre Xweda kir. Lêbelê Qabîl wê hediya xwe ya qirêjî li serê çiya di ciyê xwe da dît, xeyidî, aciz bû, kîna Habîl ket dilê wî û li bavê xwe zivirî û got: “Te ji Habîl ra du’a kir, heta Xweda hediya wî qebûl kir. Te ji min ra du’a ne kir.”

Adem (‘e.s) got: “Nexêr, Xweda hediya Habîl qebûl kir, lewra Habîl ji malê xwe yê baş bijart, kir hediye, da Xweda. Qelbê wî jî paqij bû, bi Xweda va bû. Lê te malê xwe yê pîs hediye kir ji Xweda ra, niyeta te ji nebaş bû. Xweda hediya baş qebûl dike.”

Habîl bi rêket û çû, Qabîl şûna wî da sekinî, bi kîn û hesed lê vegerî û da pey, bîna wî girt, digot; “Ew li ba Xweda ji min çêtir e!”, loma li nefsa xwe ne dikir, ji xwe ne di’inirî, sûc û qebahet ne dida bal nefsa xwe, ‘irna wî tev ji Habîl bû.

Şeytan çû cem, hêdî di goh da bakirê, got: “Birayê xwe bikuje!, Habîl bikuje!”

Serê xwe hilda, li Habîl nihêrt, dît ku hêdî hêdî dimeşe. Şeytan vê firsetê berneda, her ji re digot: “Habîl bikuje! Habîl bikuje! Habîl bikuje!”

Qabîl banz da heta gihîşt Habîl, gazî kir û got: “Ez ê te bikujim!”

Li ser viya Habîl heyirî ma, got: “Tu ê çima min bikujî?”

Qabîl got: “Lewra bavê min ji te bêtir hez dike, li cem Xweda jî tu ji min qenctir î, Xweda hediya te qebûl kir, hediya min qebûl ne kir.”

Habîl got: “Tu min bikujî tu yê çi bibînî? Wê bavê min ji te bêtir bixeyîde, wê xezeba Xweda li ser te zêdetir bibe.”

Qabîl xwe avêt qirika Habîl, got: “Ez ê te bikujim! Heta ez ji te rihet bibim.” Habîl got: “Tu min bikujî tu rahet nabînî.”

Çavê Qabîl sor bibûn, got: “Ez te ne kujim, ez rahet nabim.”

Habîl ji Qabîl zeximtir bû, qewîter bû, dîsa sakin sakin jê re got: “Tu destê xwe dirêjkî, min bikujî jî, ez destê xwe dirîjî xûna te nakim, ez destê xwe bi xûna te nalewitînim. Lewra ez ditirsim, ez ji wî Xwedayî ditirsim ku Rebbê Alemê ye.”

Habîl ji wura dûr bû, Qabîl serê xwe nizimkir, sekinî. Bi tu awayî kîna Habîl ji dilê wî derneket. Qabîl mehzun mehzun hate şikefls, xwe li goşekî dirêj kir, kar kir ku razê, xew ne hat, bîna wî teng dibû, meselê wê rojê hemî dihatin ber çavê wî ve.

Şeytan dîsa ket binê wî, bakirê û got: “Habîl bikuje! Habîl bikuje!”

Tehrîqa şeytan wî anî heyecanê. wextê bû şeveq, roj da şikeftê, derket, di dil da qirara kuştina birê xwe dabû. Habîl çû ber pez, dilê wî rahet, şah û sakin bû.

Qabîl derket çû, da ku cote xwe bike. Riye wî tirş bû, kîna Habîl nava wî diperitand. Dema dît Habîl di nava pez da hedî hedî dimeşe, kîn di dile wî da keliya. Şeytan dîsa hat bale û ji ra got: “Bikuje! Bikuje! Xwe rahet bike!”

Qabîl li çar aliye xwe nihert, kevirek hilanî, avet Habîl. Habîl be rih li erde direj bû. ewilîn xûn li ser erde hate retin… Ser erde bi xûna însana sor bû… Qabîl veciniqî, hişe wî hate sere wî, dema ku dît biraye wî di nava xûne da digevize, nuke poşman bû, fehm kir ku karekî ne baş kiriye. Lewra bi gunah biraye xwe kuştibû. Biraye wî merivekî qenc bû, ji qenciye hiz dikir. Le Qabîl, ne qenc bû, ji qenciye hiz ne dikir, di dile wî da qencî roj biroj zede dikir heta ku biraye xwe kuşt. Le bi kuştina biraye xwe kar nekir, belkî xesar kir, xewf û tirs ket dile wî, elem û keder ket dile wî, rahetî je ra nema, emînetî je ra nema, hizûr je ra nema. Baye ku bi ser da dihatin her wekî je re biben: “Merkuj! Merkuj!”.

Dar û ber her wekî je re biben: “Merkuj! Merkuj”.

Her wekî heywane wehşî gazî bikne, bejin: “Merkuj! Merkuj!”

Wucuda wî ji tirse tijî bibû, veciniqî, rabû ser piya, lebele piye wî li dû ne diçûn, pesîrtengî le çebibû. Gazî kir got:

—Habîl! Habîl!”

Le rih ji Habîl xelas bibû, deng je ne dihat. Dile Qabîl sekinî, nizanibû we çe je bike, fikirî, got:

—Ez wî bihelim ji hirç û gura re, an ne hildim ser mile xwe bibim.”

Tefekkur kir, mutale kir, paşe cesede wî da ser mile xwe bir. Heyirî ma, nezanî çi je bike, heta westiya rûnişt, bîna xwe da, mehzun mehzun le meze kir, nezanî çi je bike, ji nefsa xwe aciz bû, got: —Xwezî min nekuşta!”

Dîsa avet ser mile xwe, gerand heta westiya, rûnişt, bîna xwe hilda. Îdî waha dewam kir; davet ser pişta xwe, digerand, diwestiya, datanî. Nizanbû we çawa je xilas bibe. Dî vî awayî da rastî qijikek hat. Nihert ku qijik bi nukule xwe erde dikole, piştî ku çalek veda qijika mirar bi nukule xwe kişand ve çale û axe avet sere û veşart. Qabîl dema wusa qijike dît, eceb ma, got:

—Çi qas ‘eybe ji min ra! Ez wekî ve qijike jî nabim heta ku ez cenaze biraye xwe veşerim.”

Rabû, çalek kola, biraye xwe kire û veşart. Adem (‘e.s) nihert ku Qabîl û Habîl dereng man, Ji bo peydakirina wan ji şikefte derket. Qabîl dît ku bave wî Adem (‘e.s) bi leqay wî de te, tirsiya, fehm kir ku bave wî, wî ‘efû nake, selametiye di reve de dît, banz da. Adem (‘e.s) wexte dît Qabîl direve li dû çû û leqay xûna Habîl bû.

Fehm kir ku Qabîl Habîl kuştiye. Dile wî şewitî, hister ji çave wî bariyan, girî û gazî kir:

—Ey Qabîl! Te li biraye xwe çi kiriye?”

Qabîl deng ji her çar aliya da seh kir, guman kir ku dinya tev gazî wî dike. Qabîl revî, Adem (‘e.s) ket pey û got:

—Ey Qabîl! Tu ruye xweşiye nebînî, te denye musîbet û belaya li xwe vekir, tu ebed û ebed ji xer û xweşiye dûrbî ey Qabîl!!!”

Çîroka Habîl û Qabîl bi me da fehmkirine ku; şeytan ne bitene neyare bave me Adem (‘e.s) e, belkî weka wî neyare zaroke wî ye jî heta roja qiyamete. Him bi me da fehmkirine ku; kafir û misilman her du jî xeta dikin, bes wexta misilman xetaye xwe fehmdikin poşman dibin û tobe dikin weka bave me Adem (‘e.s), ema kafir li ser xetaye xwe didomînin weka Qabîl. Him bi me dide femkirine ku; şeytan temame exlaqe xwe ye nexweş dide etb’a û hevale xwe jî, weka hesed û israra li ser goneha. Him bi me dide femkirine ku şeytan ‘eleyhî l’ene, gonehan bi însan dide xweşkirin. Dibe ku;

—Tu bikî tue rehet bibî.” Bes me fem kir ku însan bi goneha rahet nabe, çi qas dike kul û xeme wî zedetir dibe, behtir hizûra wî direve, xesar dike, kar nake. Him bi me da femkirine ku zulm û kuştin ji exlaqe kafira ye. Bi rica, heviya kafir deste xwe ji kuştine nakişînin. Ji ber wî Xweda emr kir bi cîhad û kuştina kafira di şenaten Pexemberen dû ra.

Çavkanî: Ufkumuz

Derbar ziman

Check Also

Rêzimana Dîwana Melayê Cizîrî

Destpêk Yek ji lêkolînên ku cihê wê di lêkolînên kurdolojiyê da bi giştî û di …

Leave a Reply