Bihara Rengîn

Di dil û heşê meriv de her tim hesret û evîna biharê heye, di her demsalê de bihar wek hêviyeke, hêviya xêrê ye. Xeyal û xewnên meriv tim çihê xweşik digere û dîne bîra xwe. Hestên meriv tim ber avê, delav û hêşinahî dixwaze, meriv qayile ku hestên xwe têr û dilê xwe fireh bike, ji bo kêf û şahiya dil tim dixwaze. Bihar jî yek ji wan e, bihar bihûşta biçûka derewîne li ber cennetê.

Bihar; bi bîna xweşik, kulîlkê bi bîn, siya bihuştê, numuna heşr û bihuştê ye, Xwedê bi qudreta xwe rahmetê bi destê ba, baran û kulîlkan li rûyê dinyayê bela dike, heyat dide jiyanê… bi kulîlkan, bi baran…

Di barana biharê de ewrê reş û sipî, ewrên bi baran, ewrên birûsk, qîjandina birûskê ewran, req req û xurmîna ewran, ewrê bi tav, geh sor, geh zer, geh reş, rûyê ezmana şînê bê dawî. Barana bi şillî, barana kosiya, barana ku hewayê, rûyê erdê û her der dişo. baran giya, çayîr û zeviyan av dide, ji gol û bendava tijî dike, ji çeman re çavkanî dibe, rehmet û adan (bereket) dixe dinyayê.

Keskesor, tîrojên ro yê, bi dilopê baran, di mij, hewa eyan û şilliyê de xwe derdixe holê, bi dirêj û rengîna xwe merivan mest dike, bi heft rengan; kesk, sor, zer, narencî, avgon(şîn), binevşî, fîrûze. Di babetê keskesor de çîrçîrok jî heye û wiha dibêjin ku “Merivek xwe bigihîjîne keskesor ku law di bin de here dibe keçik an jî keçik di bin de derbas bibe dibe lawik!”

Di bin baranê de, bayê xweşik, bi nermahî ku li rûyê meriv şilpaq dike û hêleke jî dişo qirêj û gemariya meriv jê dibe, rûyê meriv pê tê mist kirin.

Di her demê de deng xweşin,  lêbelê di demsala biharê de deng hê jî xweştir dibin, bi dengê zelal, bi dengê çûk û bilbilan, “viz viza” mêşên hungêv, “çîv çîva” teyran, marîna dengên berxan wek bilûr û musikê li dixe û dilorînin, dilê meriv pi rehet û şa dibe, bi kêf xweşiya dil û can…

Gul, gulên bi reng, sor, zer, kesk, sipî… kulîlkên rûyê erdê, kulîlkên daran, darên aluce, mişmiş, behiv… dar bi kulîlkan wek çekên bûkan xwe dixemilîne, meriv dibêje qey berf bariye ser daran, pê bîn û hilma meriv vedibe. Di bihara rengîn de dinya xwe diguherîne, çekên bi reng li xwe dike û xwe pê dixemlîne.

Bi bihara rengîn dilê meriv pê tê kelandin, bi bîna xweşik û bi rengên kulîlkên biharê û bi dîtina rengên hêşinahiya giya û kulilkên teze. Meriv bi rih û hestin xwe bi nîvantî seyrangaha dinyayê temaşe dike bi dilekî azad.

Paşa Amedî

Derbar Paşa Amedî

Check Also

Helbesta Meleyê Cizîrî – Yusuf Agah

“Bi dînarê dinê zinhar da yarê xwe tu nefroşî Kesê Yûsif firotî wî di ‘alem …

Leave a Reply