Dema peyama edîtorê Kovara Çandnamê mamoste Dilazad A.R.T bi rêye telefonê giha min, ku daxwaza nivîsekê bi Kurdîya Kurmancî ji min dikir, min ne dixvest daxwaza wî bişkînim. Lê di derbarê nivîsê de ez ê ne gelekî wêrek bûm. Mamoste carek dudo dî jî ev daxwaza xwe dubara kir. Bi rastî hinekî jî cesaret da min. Ez ketime hayra mijara …
Sibat, 2024
Gulan, 2023
-
23 Gulan
Li derheqê gundê Comanîyê de çend gotin
Li ser gund çend gotin: Gundê me li ser Hawêl (Baykan)a Sêrtê ye. Bi xwezaya xwe gelek şên, xweş û geş e. Ne şaş bim nêzîkî 4 hezar şênîyên wî hene. Ji ber wê, şaredarîya wî jî heye ango “belde” ye. Ne çiya ye ne deşt e. Ne sar ne germe e. Digel gelek fêkî û darteaman bexçewanî û cotkarîya …
Nîsan, 2023
-
9 Nîsan
Jiyaneke çi xweş bû…
Doh nişkava bêhna dûyê agir hate min lê ne agirê van deran, bêhna agirê gund hate min. Pûş pelaşê ber lodê, qirciyê bin dangî me van heyama da vêdixist xwe ber germ dikir em heya dereng nediçûn malê. Me ber derê tewle û goma ji xwe ra dikir hêlîn em lê kom dibûn heta derengiya şevê. Gorê me yên rîs …
Hezîran, 2022
-
29 Hezîran
Gundê Min Doda
Nizanim çilo vê nîvrojê Huşê min firiya çû Doda? Gundê ji hezarê salan ve, Bi xanîk û manîk ava.. Dîdevanê bûna min û Jiyana sereta.. Gundê bi dewar, sewal û Keriyê pez.. Bi car, newal û Dar û rez.. Gundê ku li ser Du şivên hesin Maye raketî; Ji jor ve bi nav bûye Serxet û Ji jêr ve bi …
-
16 Hezîran
Xelata şivana benîştê qanokê ye
Tama tiştên xwezayî û piçûktî tu carê bîra meriva naçin, çend sal derbas bin jî qasî misqalekî li ber koka diranê merivan da dimîne ew tema, mora xwe jiyana meriva dixe, herdem li ber çavê te ew dem û dîdema zindî dimîne. Dema ez zarok bûm birayên min yên min mezintir çolê ji mera benîştê qanokê dianîn. Piştî demekê destê …
Gulan, 2022
-
22 Gulan
Hevalên min ê rêwîtîyê – Çemê Çoruxê
Rêwîtiya min îro da çemek bû hevalê min, min jî ew nivisî. Batûm, Çemê Çoruxê Çem û rê dibin hevalê hev, serkaniya ava çem korekaniyeke quntara çiyê derdikeve dikeve tev çavkaniyên binya xwe, rê jî, ji zozanekî bilindcîya tenişta çiyê di nava baxira da dişiqite tê xarê. Çem û rê hema duavana jêra zozana da hev dialin dikevine lecê, yek …
Cotmeh, 2021
-
12 Cotmeh
Li Gundikê Melî kevneşopiya 300 salî
Li Gundikê Melî ya ser Şirnexa Bakurê Kurdistanê kevneşopiyeke 300 salî heye ku îro hêj zindî ye. Her sal pênşema yekemîn a meha cotmehê de hemû gundî berê xwe didin ser Ziyareta Mele Derwêş û li goristana gund dua dikin. Di vê ziyaretê de ligel dua û xwendina quranê, xwarinên herî xweş têne çêkirin. Ev kevneşopiyeke wisa ye ku mirov …
-
11 Cotmeh
ŞEWITANDINA GUNDAN
Sal hezar û nod û çar; roj çardehê Gulanê bû… Licê, li gundim. Leşkerên Tirkiyeyê ji bo şewatandina gûndan êrîşên ser gundîyan kirin. Ez jî li wî gundî mele bûm… Min bala xwe dayê, leşker agir berdan xaniyan. Min xwe berda û çûme ba leşkeran. Min ji fermandarên leşkeran re got: -Hûn çima van gundan dişewitînin? Serleşker: -Ferman ji jor …
Sibat, 2021
-
11 Sibat
Gundê Koran
Li welatekî mirovek hebûye, ji gundê xwe, ji êl û eşîre xwe, ji lêzim û hogirên xwe aciz bûye, ji wan xeyîdiye, ji cih û warê xwe derketiye û terkedinya bûye. Bi rê ketiye û bi şev û bi roj meşiyeye, li deşt û zozanan geriyaye, di nişûvan de berjêr û di evrazan de berjor bûye, newalên kûr û kûrt …
Rêbendan, 2021
-
1 Rêbendan
ME BAJAREK HEBÛ Û GUNDEK Lİ WÎ WARÎ
Ne gelekî dûr, berî bi 40-45 salî, li kûrahiya berriya Mêrdîn,erd bi çotê qantira dihat ajotin. Di wê demê de salê carekê erd dihatin çandinî, salê carekê hiriya mîhên zayî û kaviran, bi hevringan dihat qusandin, serê biharî firo û pênerê mîha û nivişk dibû xwarina herî çeşni bi lezet, meşk li dar diketin û bêrivana dest bî rêya keriyên …