Nizanim çilo vê nîvrojê
Huşê min firiya çû Doda?
Gundê ji hezarê salan ve,
Bi xanîk û manîk ava..
Dîdevanê bûna min û
Jiyana sereta..
Gundê bi dewar, sewal û
Keriyê pez..
Bi car, newal û
Dar û rez..
Gundê ku li ser
Du şivên hesin
Maye raketî;
Ji jor ve bi nav bûye
Serxet û
Ji jêr ve bi nav bûye
Binxet
* * *
Doda;
Bêndera kul, êş û janên min..
Stirana: (Bavê Syero û Derwêşê Evdî) û
Evîna min..
Hêlîna pîr û kal, jin û mêr,
Keç û xort û
Tev Gundîyên min.
* * *
Doda;
Ji pêncî salî ve, xwe
Di nava min de dipêçe;
Ji danheva pûş, qîvar û şoqilan
Ji ser (Girê Qereçe),
Ta bi henek û laqirdîyên
(Seyid Xelîl û Şêr Elî)
Ku tew, ji hiş naçe..
* * *
Doda;
Tirabêlik û xwêdana ku ez
Pê hatime şûştin,
Bêhinvedana şivanan
Li (Guhera Ademo) û
Pez rawestandin,
Leza bêrîvanan ta bi
(Guhjîka Ehmê) û
Pez dotin,
Xwêdana xebatkarên
(Besta Zixur û Duavê) û
Qûm firotin,
Civaka her êvar
Li ser banê gir û
Şor û gotin,
Çîrokên jin û jinbiyan
Li ser tenûrê û
Qal û qult û şerkirin,
Serpêhatiyên apê min (Birko) û
Şev buhirandin..
* * *
Ji Doda re,
Ji girê Doda re,
Ji sax û mirîyên Doda re,
Û ji (Kevrê Birûskê) re;
Destan li ser hev datînim,
Temene û xûz dibim û
Xweşî, geşî û pêşketinê
Ji tev gundiyan re dixwazim.
Wêne: Ez li ber dibistana gundê Doda ye ku min xwendina destpêkê lê xwendiye.
–Doda: Gundê ku Xwedê ez lê dame. Li ser herdû şivên hesin, di navbera Amûdê û Mêrdînê ji rojava ve û Qamişlo û Nisêbînê ji rojhilat ve, dikeve.
–Girê Qereçe: Girekî kevnare li bakurî gund dikeve .
–Seyd Xelîl û Şêr Elî: Dû gundiyên henekçî û feqîr bûn,çi bigotina kesî îşê xwe ji wan ne tanî.
–Guhera Ademo: Cihê mexel û dotina keriyê pezê gund e..
–Guhîjka Ehmê: Ew jî cihê ku bêrîvanyan pezê xwe didotin.
–Besta Zixur û Duavê: Du cihên ku gundiyan liwan kar dikir.
–Birko: Hecî Îbrahîm an Sofî Birko; pismamê bavê min bû. Her êvar di odeya me de çîrok û serpêhatî ji me re digotin.
–Kevirê Birûskê: Kevirekî gulover e.. Li ser bênderên gund ji bakur ve dikeve. Çi kesê/a ku birûsk dikeve pişta wî/wê de, pêwîste di roja çarşemê de, çengek xwê, nanekî û pîvazekê bi xwe re dibe, deyne ser wî kevirî û pêlekê pişta xwe dide kevirê gulover, dibêjin birûsk ji pişta wan derdikeve.
Konê Reş
ÇandName Li pey şopa bav û kalan…