Xebata Gundiyan, Ziman Û Çand

Dema peyama edîtorê Kovara Çandnamê mamoste Dilazad A.R.T bi rêye telefonê giha min, ku daxwaza nivîsekê bi Kurdîya Kurmancî ji min dikir, min ne dixvest daxwaza wî bişkînim. Lê di derbarê nivîsê de ez ê ne gelekî wêrek bûm.

Mamoste carek dudo dî jî ev daxwaza xwe dubara kir. Bi rastî hinekî jî cesaret da min.

Ez ketime hayra mijara ka ez ê li ser çi bisekinim û binivîsim.

Di vê hayirandin û fikirandinê de ez çûme dema zaroktîya xwe. Ew zaroktîya li gundê me Êrdê. Cihe ku ez lê mezin bûme.

Ez nizamin ne ez li zaroktîya xwe digerîyam, ne jî li wan demê ku gund ava û tije mirov bû.

Di wê dema zaroktîyê de, ew demê kû têne bîra min, belkî heft, heşt, neh sal û bi vir de. Serpêhatîyên min xweş têna bîra min. Ev dem jî li gor salnameya mîladi 1964 û bi vir de ye.

Gundê me Êrdê, ku navê wî bi zimanê Suryanî “Yerdo” ye. Ew jî bi mehna çavîyê avê ye. Yanê kahnî ye. Di heqîqetê de ava gundê me hebû. Li çîyayê gund jî ji dehan zêdetir kahnî hebûn. Bi vê munasebetê jî gundî xwedî terş, dewar, zevî û şîni bûn. Li gund hem misilman, hem jî peyrawê Nebî Îsa Mesîh “Qirîstîyan” jî hebûn. Xaneyên di gund de ji sedî zêdetir bûn.

Her kesî li gorî bawerîya xwe ya olî, parastina xwe dikirin û hem kar û xebatê xwe ê ji bo domandina jîyana xwe dikirin.

Çandinîya genim, ceh, nîsk, nok, şolik, kizin, pembû, fasolî, pîvaz û hwd. dikirin. Hatina wa ne ji bo firotin û birîna bazarê bû, tenê qûtê xwe yê salê didatanîn.

Rez û pezê gundîya jî hebûn. Her malek biqasî hêza xwe pez (bizin, mêşin) û dewar xwedî dikirin.

Li gorî demên salê xebat û karên gundîyan dihatin guhartin.

Di demsala biharê de; çawa ku heyva Sibatê diqedîya, yanî zîpik dixarîcîn, kesaxa reza dest pê dikir. Zilaman kesax dikirin, zarok jî ji bo dana heve şivist û çêkirina gurza dixebitîn. Piştî kesaxê êdî cohtê reza dihate kirin. Evî karî heta xelaseka heyva Gulanê didomand.

Heyva Hezîranê, yanî destpêka demsala havînê, dibû wexta paleyîyê. Paleyî bi desta, bi dasa dihate kirin. Wekî niha traktor, kêrê wan û serad (bîçer) nebûn.

Di vê heyvê de pêşî paleyîya nîska, peyde ceh û genim dihatin çînin. Bi şalik û şixra ev zadê hati çînîn dikişandine bênderên gund.

Palayî yê heyvekê zêdetir dom dikir. Nîsk, kizin, şolik, ceh, genim bi şal û şixra li ser pişta ker û qantiran dihate kişandin. Li bênderê gund êdî çaxê gêrekirina van zadê hatibûn çînîn. Xebata gêrê jî heyvekê zêde didomand. Piştî gêrê êdî gundî di destê wan de melheb ji bo dêranê berdengîyê bê disekînîn. Seba ku danê û kayê ji hev bikin.

Heyva Temuzê ku xelas dibû karê bênderê jî êdî diqedîya. Êdî dem dema tirih, hejîr, petîx û hwd. bû.

Di heyva Tebaxê de, ku teqrîbên bîst roj jê çûn êdî miştexa dihatin danîn. Tirihê zeytî, deywanî, kerkuş, binetatî û ewd di kirne mewij. Ev karan jî heyvekê didomand.

Piştî miştaxa êdî dem dema kelandina savara bû. Savar li ser banê bi herîyê sayandî yan jî li ser bênderê sayandî zûwa dikirin. Savar ku ziwa dibû yan bi mêkutê darî yan jî bi denga kevîrî dihate kutandin ji bo ku genim ji kelpikê bê veqatandin.

Piştî vî karî pîrekên gund bi palutê û bi destara savarê xwe dihêrandin.

Ku savar dihatin hilandin êdî dema çêkirina dimsê bu. Yanî wextê midbaxa(Kerge) bû. Dims, helîl, benî, bastîq dihat çêkirin. Ev kara jî heyvekê zêdetir didomand.

Êdî demsala payîzê, wexta serma û baranê ye. Heke bi wext baran xweş barî û rawa erdê çêbû, êdî wextê çandinîyê ye.

Dema zivistanê ku hat êdî dibû serma, wexta darana sobê ye, heke berf jî barî êdî pez û dewar dihundirê xanîyan de dihatin xwedîkirin.

Şevê salê êdî direjin, bi roj jî kar nabe, wexta civat û şevbûherkan e. Di şevbûherkan de dengbêj, çîrobêj û ixtîyar serpêhatîyên xwe digotin. Lîstik û pêşbirk têne kirin.

Piştî vê dirêjkirinê bi îzna we be ez ê behsa şertê netewêbûnê bikim.

Wekî win/hûn dizanin netew, bi hinek şerta li ser pîya dimînin. Yek ji wan milkê ku li ser jîyana xwe didomîne, zimanê ku pê xeber dide, çanda ku jîyana xwe pê dom dike û fikra wê civatê ku li ser van şertan heye.

Mijara min ne vekirina vê tespîtê ye, lê ez li ser jîyana ehlê gunda û têkilîyên wê bi hev re û bi xwezayê/sirûştê re bê çawa tesîr li ser ziman û çanda wan dike.

Di her têkilî û rasthatina tiştê ji xwezayê fikirîn û bilêvkirina van tiştan de her yek bi bêjeyekê tê binav kirin. Ziman û çanda gel jî ji vê sûd werdigire û pê xurt dibe. Mînakeke ku ez bînime ziman: çaxê cohtkarek kara coht bikê, pêşî dewara coht peyda dike, piştre alavê cohtkirinê peyda dikê yan çêdike.

Ji van alavê coht ku li heremê tê binavkirin nîr û halet in. Ev jî ji şûrik, mijane, gêsin, pîrik, berûk, nîr, stûgek, şîra, dûwel û hwd tê holê. Gelek tiştê kû ez navê wa nizanim jî hene.

Xûlasa, her xebateke gundîyan; ew xebat bê li ser çibê, di wê babêtê de fikr, kar, xeber, alav yeko yeko dihatine binav kirin.

Her kar û xebata ku hate terikandin yan jî ji bîrkirin, ewan peyvên di wê xebatê de ku dihatin xebitandin jibîr dibin. Jibîr kirina peyvan, xeberdanê zeyif dike. Ziman çiqas bê xebitandin xurt dibê, pêşde diçe. Naxwe em gereke timemê vê jîyana gundîtîya xwe ji nûve bênin rojevê, hê ku êxtîyarê me li heyatê ne. Em ji wan xeberdan û alavê ku di hatin xebitandin, navê wan qeyd bikin bixin rojeva xwe.

Ez hêvîdarim xort û keçên kurda yên nûhatî bikevine vê ferqê, di derheqê ziman û çanda xwe de xebata bikin. Zimanê xwe yê şîrîn û xweş bikar bînin û çanda xwe ya kevnar û jibîr bûyî zîndî û bi hêz bikin.

Ji bîr nekin! Ziman û çand hemanên herî esihîne ji bona netew ûnê.

Netewa xwe winda nekin, lê xwedî derkevin.

Slav û rêz ji bo xwedevan û xebatkar û rêvebirên Kovara Çandnamê re.

Adnan Demir-Kovara Çandnameyê

Derbar ziman

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply