Li derheqê gundê Comanîyê de çend gotin

Li ser gund çend gotin:

Gundê me li ser Hawêl (Baykan)a Sêrtê ye. Bi xwezaya xwe gelek şên, xweş û geş e. Ne şaş bim nêzîkî 4 hezar şênîyên wî hene. Ji ber wê, şaredarîya wî jî heye ango “belde” ye.

Ne çiya ye ne deşt e. Ne sar ne germe e. Digel gelek fêkî û darteaman bexçewanî û cotkarîya zevîyan(buwane) jî pêşketî ye. Nexasim tirî û simaqa wî hem zêde ye û hem jî gelek xweş û navdar e.

Lê ev çend salên dawî ji alîyê danîna fisteqan ve jî zehf bi pêş ketiye, gelek gundî “fisteqa Sêrtê” danîne û pê ve mijûl in..

Ez dikarim bibêjim perçeyek ji perçeyên bihûştê yên Kurdistanê ye.

Hema bêje nîvê gund bi eslê xwe ji Eyubîyan in ango ji nesla Selahaddînê Eyyubî ne. Çend sed sal berê hatine gund. Gava ku desthilatîya Eyûbiyan hino hino ji dest diçê, berê wan jî dikeve hev, axir qefleyek ji wan tên herêmê ba mîrê wir (ne şaş bim mîrê Zoqê).

Mîr li wir girekî şên dide wan (navê gund niha jî Girê ye), hema bêje bi Comanîyê ve ye. Piştî çendek jî tên Comanîyê jî û dibin xwedîyê gund. Axir vêga, ne şaş bim nêzîkê nîvê xelqê Comanîyê û Girê bi eslê xwe Eyûbî ne.

Herwiha li hinek gundên biçûk yên derdorê jî belav bûne.

Comanîyê wekî merkeza Babosîyê ye û di seranserê herêma Xerzan de jî cihekî girîng e.

Hincar ji alîyê devoka xwe ve jî xwedîyê hinek taybetîyên balkêş e. Ez ê di parvekirineka xwe ya din de jî hinek behsa wê bikim.

Adnan Firat Bayar

(Ji rûpela fêsbûka wî hat standin)

Derbar Çand Name

Check Also

Danasîna pirtûkekê: ‘Sêberî Qeleberd, Li ser Elmane û Taleswar’

Qelebard çiyayekî bilind e, nêzîkî gundê Elmaneyê, nêzîkî bajêrê Merîwanê ye. Meleke Xanim li vî …

Leave a Reply