Xelata şivana benîştê qanokê ye

Tama tiştên xwezayî û piçûktî tu carê bîra meriva naçin, çend sal derbas bin jî qasî misqalekî li ber koka diranê merivan da dimîne ew tema, mora xwe jiyana meriva dixe, herdem li ber çavê te ew dem û dîdema zindî dimîne.

Dema ez zarok bûm birayên min yên min mezintir çolê ji mera benîştê qanokê dianîn. Piştî demekê destê min dar girt ez bûm dûajo, ez jî hîmî benîşgirtinê bûm û min benîştê qanokê dida heval, hogirên derdora xwe. Ev çerxa dema me da wisa vedigeriya lê nizanim niha çend diranê vê çerxê saxlem mane.

Li zozanên Serhedê çêreyek heye navê wê qanok e, dişibe sipingê rengê wê gewr e, wek tehleşîrê ye, wek hilqetîskê bihostekî an jî du bihosta bilind dibe, dema meriva koka wê an jî serê wê jêdike şîr dide, ew şîrê qanokê dibe benîşt. Lê heta bibe benîşt çend merhela ra derbas dibe.

Me berê dora qanokê vedixist, paqij dikir, me koka wê ya qalind didît, kêrê va me rind dibirî, dema me dibirî şîrê wê dihat, me ew şîra dikire tîtikekî dida ber tavê. Piştî ber tavê ew şîra dibû benîşt me qederekî nava tasek av da dihîşt. Paşê me qasî cûmê benîşta qet- qetî dikir û dicût.

Cara ewil dema me dicût pir hişk bû, diranê meriva diwestand lê meriva wê tama wê û kêfa wê têr nedibû. Carna jî me koka wan vedixist şîrê qanokê xwe koka wê da dirijiya dibû benîşt, me wê ra jî digot benîştê xiznê, ew xwe berê xwe çêdibû me tenê kevirê nav da vedijbartin û dicût lê ewqas zêda şidyayî nebû.

Dema min pez diçêrand çavê min tim wisa koka qanokê bû, bala min wan ra dihat wek pezeke şîr bide, wek mirîşkeke hêka bike, wek dareke rez bide. Hinekê wan rind şîr didan me jêra digot maka qanokê. Berê Çiyê da çend makê min yên qanokê hebûn sibê zû dema min pez radikir, ez tûmê qanokê digeriyam, şitla wan jî tîk nedisekinî serê şitla wê timê wisa li ser koka wê da xwar bû, helbet şîr dida lema.

Min kêra xwe hildida serê teva dibirî, katikeke ribêsê an jî kevirekî sel dida ser, ez peyî pezê xwe diçûm êvarê dama vegerê min ew şîrê ku li ser koka qanokê to girtiye, tev bi devê kêra xwe va hildida dikir benîşt.

Hinek hevalan jî ew benîşta digirt lê pir kevir dikirin nav carna te benîşt dicût yek şelê kevira jî diketin ber diranê te. Wê ra jî hostatîk lazim bû yek jî divê sebir hebe benda wî şirî bisekinî, hineka şûna şîr bigrin zirar didane koka wê, wan wetrê koka qanokê rakin yê benîşt bibînin.

Wek her tiştî benîştê qanokê ra jî pisportiyek pêvîst e û kêr tevî feraqeke tu bikaribî şîr têda hildî. Deboyê rûnê vîte hebûn, min qalpaxê wan wisa ba xwe kom dikirin, hewana min da timê ew qalpaxê deboyê rûnê vîte hebûn, qalpaxek şîrê qanokê dibû pênc, şeş benîşta. Benîştê qanokê jî wek yê dikana wisa pûç nînin meriva dikare hefteyekî cûme benîştê qanokê bicû lê ew bêhna çiyan, koka qanokê jî nayê gotin.

Dema malên me ji zozanan dadigeriyan, herkesî tanga xwe da xelat hezkiriyên xwe ra dianîn, hineka tehl-tirşê zozanan, hinekan piltan- rihan, hinekan rûn û toraq, kesen wek min şivan jî an şiv- berşivk dianîn an jî benîştê qanokê ji bo xelatê payîzê dianîn.

Xelata şivana jî benîştê qanokê ye.

 

Yucel Aslan(Koçer)

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply