Gundê Koran

Li welatekî mirovek hebûye, ji gundê xwe, ji êl û eşîre xwe, ji lêzim û hogirên xwe aciz bûye, ji wan xeyîdiye, ji cih û warê xwe derketiye û terkedinya bûye.

Bi rê ketiye û bi şev û bi roj meşiyeye, li deşt û zozanan geriyaye, di nişûvan de berjêr û di evrazan de berjor bûye, newalên kûr û kûrt û çalên biçamûr dîtiye. Di nav çiya û berpalên wan de derbas bûye û di şikeftan de razaye. Li ser kaniyan ava sar vexwariye û bêhna xwe daye. Bi pincaran û bi nêçîra goştê kewan zikê xwe têr kiriye. Bûye mêvanê şivan û gavanan, devçem devçem çûye û di çeman de ser û cil û bergê xwe şûştiye. Di ber gund û bajaran de derbas bûye û xwe li tu derê ranegirtiye.

Dîsa rojek ji rojan, ji dûr ve wek gundekî li ber çavê wî ketiye lê wek gundekî ne ji rêzê. Çiqas ber bi gund ve diçe û nêzîk dibe anormaltî jî xwe dide der. Rê û avayiyên gund bi awayekî din in, ne ji rêzê ne. Mimariya gund bi awayekî cuda ye.

Mirovê me dadikeve nav gund û dibîne ku rêveçûn, liv û tevgerên gundiyan jî xerîb û cuda ne. Dûre rastî hindekan tê û lê dixebite ku bi wan re biaxive. Di têkilîdanînê de pê dihese ku ew insan kor in, nabînin. Mirovê me serwext dibe ku ev gundê koran ne û gundî hemû kor in.

Mirovê me pir şa dibe û di nav dilê xwe de dibêje: -Ev gundî hemû kor in û ez jî dibînim. Ez ê li vir bi cî û war bibim û bibim axayê vî gundî.

Gundî jî hîn dibin ku mêvanekî wan heye û lê dibin xweyî. Zêde dom nake, kor jî ji danûsitandin û axaftina bi mirovê me re hay jê dimînin ku xeribiyek bi mêvanê wan re heye û ew ne ji rêzê ye. Loma gava ku diaxive dibêje ‘çav’, ‘’dîtin’ û hwd. Ev çi ye?

Heyetek ji mezinên gund tên da ku fêm bikin ka ev mêvan çi kes e û çi derdê wî heye. Heyeta gund jî tiştek ji peyvên wek ‘çav’, ‘dîtin’ê fêm nakin. Û biryar didin ku test (kontrol) bikin ka çi problema mêvanê wan heye.

Mêvanê xwe li cihekî didin rûniştandin û tam li hemberê wî jî bi qasî 100-150 mêtro dîwarek heye. Li ber dîwêr jî 3-4 mirov hene. Her yek tiştekî dike. Heyet ji mirovê me dipirsin û jê dixwazin bibêje ka ew mirovên li wir çi dikin.

Mirovê me jî dibêje: Yek rûniştiye, yek li ser piyan e, yek xwe li ser erdê dirêj kiriye û yekî din jî destê xwe ji me re dihejîne.

Heyeta gund, ew mirovên li ber dîwêr dişînine alî din yê (pişt) diwêr. Ji ber wê êdî mirovê me wan kesan nabîne.

Ji mirovê me dîsa dipirsin, dibêjin:

-Ka ji me re bêje ew kesên ku te qala wan dikir aniha çi dikin?

Mirovê me dibêje: Ez nizanim loma ez wan nabînim. Heyeta gund:

– Çawa dibe? Çawa tu nizanî? Jixwe ew kes tenê mêtroyek dûr çûye. Tenê mêtroyek mesafe çawa dibe sedemê nezanînê? Mirovê me:

– Ew çûne milê din yê dîwêr, êdî ez wan nabînim, li ber çavê min tenê dîwar heye.

Heyeta gund dibêjin:

-Kuro, ‘çav’ çi ye? ‘Dîtin’ çi ye?

Di ferhenga koran de ev peyv tune ne û tênagihêjin. Ji ber wê jî biryar didin ku mêvanê xwe bibin ba doxtor ka ev seqetiya wî çi ye.

Doxtor jî kor e. Baş guhê xwe dide gilî û gazindan û nexweşê xwe yê nû muayene dike. Çavên mêvanê wan li ber destê doxtor dikeve, hîn dibe ku ew çav ne wek yên wan in.

Doxtor ji heyeta gund re dibêje:

-Qet meraq nekin, min zanî ka derdê nexweşê me çi ye. Ez ê bi operasyoneke biçûk hema baş bikim.

Mirovê me fêm dike ku li wir bimîne dê çavên wî çem û çem biçin. Hema radibe bi awayekî ku haya wan jê çênebe xwe dûr dike û baz dide ji gundê koran derdikeve.

Ji bo çi ev çîrok hat bîra min? Piraniya me Kurdan, em heman ferhengê bi kar naînin. Ev arîşeyeke mezin e ji bo me, li gor min

( Bi qasî ku bîra min tê û ku ez şaş nebim, di zemanekî berê de, min ev çîrok di nîvîseke Çetîn Altan de xwendibû.)

 

Şemsetin Işiklı

Derbar ziman

Check Also

Gelo Kurd Bi Alfabeya Latinî Dibin Ateîst ?

Du-sê roj berê camêrek bi navê M.Y. (hem jî profesor e) li rûpela xwe ya …

Leave a Reply