Jiyaneke çi xweş bû…

Doh nişkava bêhna dûyê agir hate min lê ne agirê van deran, bêhna agirê gund hate min. Pûş pelaşê ber lodê, qirciyê bin dangî me van heyama da vêdixist xwe ber germ dikir em heya dereng nediçûn malê. Me ber derê tewle û goma ji xwe ra dikir hêlîn em lê kom dibûn heta derengiya şevê.
Gorê me yên rîs roda şil dibûn me dida ser êgir zuha dikirin em paşê diçûn malê. Gorê me tevan jî serê pozikê wan û paniyê wan qelişî bûn.

Yekcaran jî em pir dereng diman ji tirsa dê û bava em newêribûn herin malê, wan nedixwest em heya dereng derva bimînin lê wan niazanibû dinya me tenê gundê me bû, me jî nizanibû pişt çiyayên gundê me hîn gundê din û dinyake din heye. Em tenê dinya xwe da dijiyan, şa dibûn, çiqas tiştên xweş û nebatên şirîn hebûn tev di rezê dinya me da hebûn.

Dema me dora agir govend digirt, sur û serma dihate bîra kî, xwîna me dikeliya zarezara me gund hildida. Li ser me ne kinceke pak hebû ne jî sol û gorên tekûz lê em halê xwe razî bûn.

Carna jî dibêjim hema van heyama da herim gund li rasta pêşberî mala agirekî gur dadim, herim gazî zarê hevalê xwe bikim gelo ew jî li mal bin? Gelo dîsa em ber agir xeleq bigrin? Mil bidin hev dora agir çerx bikin?
Careke din ditirsim, lê ew ne li mal bin:(

Erê berfa welatê me niha dihele, erd reş dibe, reşahî êdî zorê dide beşahiyê û erd dileyîze, werzebayê biharê hilm û gulma erdê dikşînin, xulexula ava cuhok û newala ye, pezê sitewr diçêre, pezê zayî jî derdorê malê dilikume, kalekala berxê kozê ye, cotkar jî çûne ber serê zeviya.

Dema cotkar êvarê vedigerin, li derê her malekî dûyê agirê sergîna bilind dibe, qîz û bûkan çikal hildanê diçin ava êvarê tînin. Kebaniyan jî xwe dane ber beroşa reş pincarê vedijbêrin diavêjin nava ava kelandî.
Malxê malê jî pezê êvarê dijmire, dike cîh û paşê tê pincara ser êgir hinekî derdixe dike nava tasekî gazî keça malê dike jêra xoyê tînin, pincara sala teze tam tike.

Dema ev çerxa vedigere ez dîsa ji welat dûr im, ne dûyê qirciyê bin dangî heye, ne beroşa pincarê dikele ne jî dûyê sergînê mîha.

Yûcel Aslan

Derbar Çand Name

Check Also

Devoka Reşiyan

Kurdên xwecihî li Anatoliya Navîn (navenda Tirkiyê) Reben Celîkan NASANDINA DEVOKÊ YAN DEVERÊ BI KURTÎ …

Leave a Reply