ŞEWITANDINA GUNDAN

Sal hezar û nod û çar; roj çardehê Gulanê bû…

Licê, li gundim. Leşkerên Tirkiyeyê ji bo şewatandina gûndan êrîşên ser gundîyan kirin. Ez jî li wî gundî mele bûm…

Min bala xwe dayê, leşker agir berdan xaniyan. Min xwe berda û çûme ba leşkeran. Min ji fermandarên leşkeran re got:

-Hûn çima van gundan dişewitînin?

Serleşker:

-Ferman ji jor wiha hatiye.

Em di nava gund de meşiyan. Du pîrekên êxtiyar ên ku hêwîyên hev bûn hatin pêşîya me û ji min re gotin:

-Seyda! Ez têm dest û lingên te, ji serleşker re bibêje bila xaniyên me neşewitînin, lewra em bêkes in.

Min daxwaza pîrekan ji serleşker re got. Piştî gotina min serleşker jî ji leşkeran re wiha got:

“Xaniyên van pîrekan neşewitînin.”

Em hinî din jî meşiyan, îcar pîrekek ciwan hate pêşîya me. Wê jî got:

-Ez kurban seyda bila mala min jî neşewitînin, lewra zilamê min li xeribiyê ye, heşt heb sebiyên min hene, ez ê bi vanan çi bikim!

Serleşker ji bo wan jî emra neşewitandinê da.

Em meşiyan hatine ba mala me. Di wê demê de dengê telsizê hat min.

Di dengê ku dihat de wisa dihat gotin: “Rewş çawa ye?Faalîyetên Romê dom dike.”

Evî serleşkerî, ji wî yê ser xwe ra got:

“Di gund da du kes xaniyên wan ji bo nên, nehatin şewitandin û min emrê vê yekê da leşkeran.”

Ewê jor ji ber vê gotinê wisa emr kir:

“Gerek tu xaniyek jî li ser piyan nemîne.”

Evî serleşkerî ji ber fermana ku hat ji leşkeran emir kir ku xaniyên wan her du pîrekan jî bişewitînin.

Ew roj li gundên me feryad û fîxan hebû. Zilam bi çîyan ve reviyan bûn. Tev û talên xwe li çol û çiyayan de veşartibûn. Mij û dûman bilind bûbû û bi ser gund ketibû. Çav çavan nedidît. Ez çûme nava gund. Min nikaribû çavê xwe ji ber dûmana şewatê vekim. Meşîyam bi aliyên camîyê ve. Min bala xwe dayê ku çend heb pîrek li hev rûniştine û digrîn û dikin feryad û fîxan.

Tiştê gelek balkêş ev bû ku leşkerek jî, bi wan pîrekan re digrîya û hêstirên çavên xwe paqij dikir.

Ew roj li gund xaniyek jî li ser piyan nema. Tev hatin şewitandin. Li der û dora me ew roj, heşt gund hatin şewitandin.

Wê rojê dilê min pir şewitî, pir xemgîn bûm û min nikaribû tu tiştek bikira…

Bavê Yasîr

Derbar ziman

Check Also

Pîrê û Rovî

Hebû tunebû pîrikek û rovîyek hebû. Pîrê her roj çêleka xwe didot û şîrê xwe …

Leave a Reply