Hevalên min ê rêwîtîyê – Çemê Çoruxê

Rêwîtiya min îro da çemek bû hevalê min, min jî ew nivisî. Batûm, Çemê Çoruxê

Çem û rê dibin hevalê hev, serkaniya ava çem korekaniyeke quntara çiyê derdikeve dikeve tev çavkaniyên binya xwe, rê jî, ji zozanekî bilindcîya tenişta çiyê di nava baxira da dişiqite tê xarê.
Çem û rê hema duavana jêra zozana da hev dialin dikevine lecê, yek vî , yek wî herdû jî serwext nabin.
Herdû jî hev dixeyîdin, pişta xwe didin hev, berê xwe didin deştê, çem xwe perê gund û bajaran digire rê jî hema rasterast dikeve nava gund û bajaran, piştî bajêr derdikevin telebebext ra dîsa careke din rastî hev tên.

Çoruh vadisi Artvin/Zeynel Aksakal | Mapio.net

Rê di nav gund û bajaran da rêwiya hildide ba xwe, çem jî qirş û qalê binya gund û bajaran teva dide pêşiya xwe diherike.
Herdû jî dikevin rikê hev lê hey diçe berahiya herdûyan jî fireh dibe û hey diçe herdû jî hêrs dibin, lê çiyayekî bilind derdikeve pêşiya wan.
Rê xwe li ber-berê çiyê digre, mîna tîremerekî bejna çiyê diale, çem jî xwe ra nava kevir û daran da giran- giran dimeşe serejêr dibe.

Bir dağ, ağaç, doğa ve su kütlesi görseli olabilir

Herdu jî çiyê derbas dibin deşteke din da dîsa rastî hev tên, di wan gelî û newalan da çiqas av hene çem ew tev gihandine xwe, rê jî quntara çiyan da çiqas gund hene rêya teva gihandiye xwe, çem gur bûye rê jî mezin bûye.

Açıklama yok.

Çem ewqas gurbûna xwe difire di kevaneka girekî da xwe diavêje pêşiya rê, rê asê dibe. De rê jî ewqas şivarê û rêwî gêhandine xwe qet vala disekine, destpêdike hema rojê da pireyeke zexm ser çem çêdike derbas dibe .
Pişta xwe careke din didin hev heryek aliyekî difetile, pir diçin, hindik diçin pişt çiyayekî din da careke din rê û çem rastî hev tên lê îcar qidûmê herdûyan jî sist bûye herdûyan jî nava tebiyetê da gelek ecêb û tişt dîtine êdî herdû jî kemilîne.
Açıklama yok.
Ew rêyên piçûk yên gund û bajaran tev ji rê qetiyane ew rêya mezin û ber êdî piçûk û kêmber bûye, ew çiq û delavên deştê jî tev ji çem qetiyane ewqas bend- bendava pêşiya çem girtiye ew çemê gur- geş êdî zirav û sist bûye.
Biryarê didin hev êdî zikreşiyê hev nekin û nekevin rikê hev, li hev nealin, ji hev hez bikin û hêz bigrin. Berê xwe didin bajarekî, deryayek dirdikeve pêşberî wan çem dikeve nav wê deryayê, deryayêda wek dilopekî winda dibe, rê jî dikeve nav rêya bajêr û şoşe qet rê nayê hesabkirinê winda dibe. Yekbûna wan çênabe…

Yucel Aslan

Derbar Çand Name

Check Also

Zorbazîya Perwerde û Ser Serbestîyê

Azad bun pêşîyê mejîyê mîrov da dest pêdike. Mejîyê mîrov de azadbun ku tineye guherandina …

Leave a Reply