Serpêhatiyekê Remezanê

Berî meha Remezanê biqede dixwazim qala bîranîneke xwe ya zaroktiyê bikim. Bîranîneke ku tu carî ji bîr nakim.

Di meha Remezanê da firneyên bajêr nanê pir taybet lêdixistin. Nanê bi kuncî, bi reşreşk, bi hêk û şikil, şikil.

Ew nan tenê di meha Remazanê da lêdixistin. Nanê mezin lêdixistin, sê nan dikirin nanek, formên xweş didanê. Girover dikirin, dirêj dikirin…

Danê êvarî, berî fitarê dema meriv ji ber firneyan derbas dibû, ji bîna nanê teze meriv sermest dibû.
Sal nayê bîra min, lê ewê dawiya 1960î be. Belkî ez 10-12 salî bûm.

Ez li ba Emînê qonderecî(Emîn Gozen)dixebitîm.

Berî fitarê me dikan girt û min berê xwe da malê. Ez bawer dikim ez bi rocî bûm. Min di zaroktiya xwe da rocî digirt û cuz dixwend.

Ji bo ku nanekî bikirim ez çûm ber firna Evdilayê Dirêj.

Firna Evdalayê Dirêj li orta bajêr, li ser riya mala me bû. Ji bo ku wexta fitarê bû li ber firnê pir qelebalix bû.

Ez ketim dorê.

Min perê xwe da û nanekî mezin ê bi kuncî xwest.

Apê Evdila(Abdullah Çakin) di paca biçûk ra nanê min da min û perê zêde li min vegerand.

Perê min di destê min da ez bi rê ketim.

Piştî ku hinekî meşiyam min perê xwe jimart.

Min dît pere zêde daye min.

Nayê bîra min, min çiqas pere dabûyê, lê çend lîre zêde dabû min. Sê çar qatê perê min bû.

Ez pir kêfxweş bûm. Min him nanê xwe belaş girtibû û him jî pêşek pere.

Min bi kêf û heyecan berê xwe da malê, ji kêfa ez zûtir dimeşiyam. Ji belaşiyê min pêşek pere qezenc kiribû.

Ez gihîştim mal û min mesele ji diya xwe ra got. Diya min bi min da qeherî, got ”te çima perê mêrik lê venegerand? Vê rociya Remezanê ma ezê nanê heram bixwim ?”

Lê êdî fitar bû û nedibû ez paş da bişanda me. 

Got, ” nuha dereng e, lê sibe tu yê herî perê camêr paş da bidê, bibêjî te do zêde dabû min.”
Roja din berî fitarê ez çûm firnê û min perê wî dayê. Min jê ra got, ” do êvarî te zêde pere da min, a ji te ra perê te.”

Apê Evdila ez û malbata min baş nas dikir. Kêfxweş bû, got eferim ji te ra lawê min.

Piştî vê bûyerê di nabêna min û apê Evdila da dostniyeke pir xurt çê bû, ew peyê mezin, ez biçûk bûm, lê dîsa jî em li ku derê rastî hev bihatana, me li halê hev dipirsî û sohbet dikir. Piştî ez mezin bûm, bûm xort jî vê dostaniya me dom kir.

Li alî din vê dilpakî û diristiya diya min tesîreke mezin li min kir, bû felsefeya jiyana min. Heta ji min hat ez bi vê felsefeyê jiyam. Apê Evdila jî û dayika xwe ya rahmetî jî bi hurmet bibîr tînim, gorên herduyan jî bihuşt be.

Zinarê Xemo

Ev nivîs cara pêşî di 24ê adara 2020an de di Çandnameyê de hate weşandin.

Derbar Çand Name

Check Also

Rojîname – 28

Ayeta Rojê بِسْمِ اللَّهِ الرَّحْمَٰنِ الرَّحِيمِ اِذَا زُلْزِلَتِ الْاَرْضُ زِلْزَالَهَاۙ 1. وَاَخْرَجَتِ الْاَرْضُ اَثْقَالَهَاۙ 2. …

Leave a Reply